Piştî êrîşa 11ê çiriya pêşîn a 1976an a Hêzên Pêşmerge bo ser nahiyeya Bingirdê, hikûmetê bi helîkopteran li navçeyên Bingirdê û derdora wê çavdêriya tevgerên Pêşmerge dikir, piştî xwe amadekirinê di dîroka 25ê kanûna pêşîn a 1976an de hêzên hikûmetê dest bi pêşrewiyên xwe kirin û gihîştin gundê Sêderê, ji wir ve hêzên Pêşmerge yên Serkirdatiya Demkî bi fermandariya Kemal Kerkûkî bo rêgirtina li pêşrewiya artêşê ber bi wî gundê Sêderê ve bi rê ketin, dema hêza Pêşmerge gihîşt ser bilindahiyên Zikriya, hikûmetê dest bi lêdana gundê Sêderê kiribû, lewma hêza Pêşmerge hatin xwarê û li ser du mihweran hatin dabeşkirin, Feqê Îsmaîl û Mulazim Hesen Xoşnaw mihwerê Sêderê jê re hatibû spartin û Salih Awezeyî, Şêx Hisên Loter û Bayiz Ebdullah jî bi mefrezeyeke sî û pênc kesî ve bi fermandariya Kemal Kerkûkî û Nesredîn Mistefa ber bi gundê Şarstênê ve bi rê ketin û li heman gundî bi hêza hikûmetê re rûbirûyê hev bûn, artêşa rejîmê ji Dûkanê ve ji du qolan ve êrîş anîn ser hêzên Pêşmerge li gundê Şarstênê, sibêhiya roja 26ê kanûna pêşîn a 1976an şerekî giran di navbera her du aliyan de rû da, ji ber wê nehevsengiya di çek û pêdiviyên serbazî de di navbera her du hêzan de hebû, hêza Pêşmerge neçarî paşekişeyê bû, ligel wê jî karîn ziyaneke mezin bidin hêza hikûmetê, di wî şerî de ji aliyê serbazî ve hêza rejîmê nêzîkî sed serbazên wan hatin kuştin (di çend çavkaniyan de amaje bi kuştina 163 serbazan hatiye kirin û helîkopterek jî hatiye xistin) li hember de hêza Pêşmerge jî 7 bo 9 Şehîd û 9 birîndarên wan hebûn di nav wan de fermandeyê hêza Pêşmerge Kemal Kerkûkî û Nesredîn Mistefa cîgirê berpirsiyarê herêmê birîndar bûn.
Di êrîşa xwe ya bo ser gundê Şarstênê de hêzên hikûmetê dest ji tiştekî bernedan, di lêdana xelkê sivîl û şewitandin û wêrankirina gund de, tenê di wê êrîşê de 9 kesên sivîl Şehîd bûn ku di nav wan de jin û zarok di temenê çar salî heta heştê salî de dihatin dîtin û 32 kesên din jî birîndar bûn. Nêzîkî 100 mêr, jin û zarokên bêguneh ji aliyê artêşa rejîmê ve hatin dîlgirtin û şandin bo girtîgehan, tevahiya birîndar û awareyên vî şerî piştî bidawîhatinê hatin veguhestin bo gundê Xurxurê û li wir ji aliyê xelkê gund ve xizmet hatin kirin û hatin hewandin.
Çavkanî:-1 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





