Amêdiyê bajarekî dîrokî ye li Başûrê Kurdistanê, 90 km li rojhilatê parêzgeha Dihokê dûr e, li ser çiyayekî zinayî hatiye avakirin ku dîmenekî pir balkêş dide xwezayê [1], deverê di dirêjahiya dîroka şoreşa rizgarîxwaz de gelek destan û qehremaniyên Hêzên Pêşmerge di dema şoreşên Îlon û Gulanê de dîtine [2] Ev yek nîşan dide ku xelkê Amêdiyê û deverên derdora wê, wekî hemû deverên din ên Kurdistanê, dildarê azadiyê ne û hikûmeta dîktatorî red dikin.

Li seranserê şer û çalakiyên şerê gerîlayî yên Hêzên Pêşmerge yên ser bi Komîsyona herêmî ya Amêdiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ve ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê, herwiha ji bo gihandina dengê xwe ji berpirsiyarên Beis re ku şoreş di çalakiyên xwe de berdewam e û dê di bidestxistina wan mafan de dudil nebe.

Ji bo vê armancê, Hêzên Pêşmerge plan kirin ku hejmarek ji cih û baregehên çekdarên ser bi rejîma Beis ve li deverê bikin armanc, di 8ê Cotmeha 1985an de êrîşî hejmarek ji cihên kirêgirtiyan kirin, û Hêzên Pêşmerge di vê êrîşê de kontrola sê cihên van hêzan kirin û ziyanên mezin gihandin wan ligel girtina hejmarek ji wan û bidestxistina çek û amûran, ev yek di nameya Komîsyona herêmî ya Amêdiyê de ji bo serkirdayetiya şoreşê diyar bû, ku tê de hemû agahî û kontrolkirina cihên çekdaran jê re ragihandibûn [3].

Di çarçoveya heman operasyonê de, Hêzên Pêşmerge kontrola sê cihên din ên çekdarên kirêgirtî yên ser bi hikûmeta Beis ve li deverê kirin, di nav wan de çekdarên ser bi (Çiya Dîwalî Doskî) ve hebûn, û termên sê kirêgirtiyan li qada şer hiştin û sê şervanên din hatin girtin, û Hêzên Pêşmerge di wê rêzeşerê de (5) çekên kalaşnîkov û du cîhazên bêtêlê, ligel tivingeke reşeşî ya Dektyarev desteser kirin.

Yek ji Pêşmergeyan bi navê (Muslih Nîmet Xazî) yê ku ser bi rêxistina Şehîd Şaban Xefar bû di êrîşa Pêşmerge ya li ser baregeh û cihên hêzên çekdar ên ser bi hikûmeta Beis ve Şehîd bû, û Pêşmergeyekî din birîndar bû, tê gotin ku rojnamevanek bi navê (Gîn Rûbert) mil bi milê Pêşmerge beşdar bû û dîmenên şer bi kamerayeke vîdyoyê ya sînemayî tomar kir.

Serkeftina Hêzên Pêşmerge di vê êrîşê de dengvedan û bandoreke mezin li ser tengavkirina hêzên hikûmetê çêkir, heta ku serkirdayetiya şoreşê ket nav xetê û nameyeke pîrozbahiyê ji Hêzên Pêşmerge re şand.

Çavkanî:
  1. https://ckb.wikipedia.org/wiki/%D8%A6%D8%A7%D9%85%DB%8E%D8%AF%DB%8C
  2. Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
  3. Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Îlonê li devera Behdînanê 1061- 1975, çapa yekem, 2018.

[1] https://ckb.wikipedia.org/wiki/%D8%A6%D8%A7%D9%85%DB%8E%D8%AF%DB%8C

[2] Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Îlonê li devera Behdînanê 1061- 1975, çapa yekem, 2018, r.118, 172.

[3] Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, r.62.