Bi damezrandina Komara Kurdistanê di sala 1946an de em dibînin ku ew komara kurdî rûbirûyê komek pirsgirêk û astengiyan dibe ku ji aliyê Îranê û hevalbendên wê yên wekî Îngîlîz û Amerîkayê ve ku wê demê ji ber Şerê Cîhanî yê Duyem li Îranê bûn, ji bo wê hatibû amadekirin. Nimûneya wan pirsgirêkan em dikarin di wan şerên ku li navçeyên kurdî yên di bin kontrola Komara Kurdistanê de di navbera Hêzên Pêşmergeyên Komara Kurdistanê û hêzên artêşa Îranê de diqewimîn de bibînin. Yek ji girîngtirîn wan şeran ku di navbera wan her du hêzan de qewimî, Şerê Qerawê bû ku ji ber ku Hêzên Pêşmergeyên Barzanî di wî şerî de beşdar bûbûn û roleke çalak dîtibûn wekî hêzeke kurdî ku dikare serkeftinê li hember artêşa Îranê bi dest bixe. Lewma em dixwazin li vir behsa wî şerî bikin ku tê de Hêzên Pêşmergeyên Barzanî ji karakterên sereke bûn.
Piştî damezrandina Hêzên Pêşmergeyên Komara Kurdistanê û dabeşkirina wê li ser çend batalyonan ku tê de Hêzên Pêşmergeyên Barzanî yek ji bihêztirîn û bi ezmûntirîn hêzên Kurdistanê bûn ji bo berevaniyê, di şer û pevçûnan de tên şandin bo bereya Seqizê, ku herî zêde metirsî ji aliyê hêza Îranê ve li ser hebû. Dema ku hêzên kurdî bajarên Mîanduaw, Serdeşt û Seqizê kontrol kirin, yekem şerê ku Barzaniyan di Komara Kurdistanê de tê de beşdar bûn Şerê Qerawê bû. Di 30ê nîsana 1946an de batalyonek ji Hêzên Barzanî ku fermandarê wê Eqîd Bekir Ebdulkerîm Hewêzî bû, bi hejmareke din ji efserên Hêzên Barzanî wekî Hememîn Mîrxan, Mamend Mesîh, Faris Kanîbotî, Hesen Silêman Kekşar û Umer Axa Xelaneyî ku hemû fermandarên siryeya wî batalyonî bûn, ligel beşek ji hêzên Qadirxanî û Feyzulla Begî ku fermandarê wan Heme Reşîd Xanê Bane bû, li bilindahiyên gundê Qerawê yê nêzîkî bajarê Seqizê rûbirûyê hêzên artêşa Îranê û hêza çekdar a eşîra Dîbekrî ya ji alîgirên artêşa Îranê bûn ku gihîştibûn Altûna Jêrîn û ber bi Qerawê û Serayê ve pêşve diçûn û xwediyê hêza siwarî, peya û çekên giran bûn. Sedema hatina wan hêzan bo Qerawê û wî sînorî vedigeriya ser wê yekê ku artêşa Îranê dixwest alîkariya xurek, çek û teqemeniyan bigihîne her du serbazxaneyên Serdeşt û Bane yên ku ji aliyê hêzên Komara Kurdistanê ve hatibûn dorpêçkirin, lê ji ber ku rêya Seqiz-Bane û Seqiz-Serdeştê di bin kontrola Pêşmergeyên Komara Kurdistanê de bû û hêza artêşa Îranê jî wê demê ji aliyê hêza esmanî ve ne ewqas bihêz bû ku bi rêya esmanî xurek û teqemeniyan bigihîne destê hêzên xwe, lewma penah bir bo hêza peya ya xwe û stûnek ji 600 kesan bi fermandariya Serheng Kesra, fermandarê hêza Îranê li Seqizê, şand bo wê navçeyê. Hêza Îranê û Dîbekriyan wiha li hev kiribûn ku artêş ji başûr û rojhilatê Serayê êrîşî Hêzên Pêşmerge bike û Dîbekrî jî ji bakur û rojavayê Serayê êrîşî Hêzên Pêşmerge bikin.
Li hember wî planê leşkerî yê artêşa Îranê, hêza lîwaya çaran a Barzaniyan bi fermandariya Bekir Axayê Hewêzî, Barzaniyan li sê cihan bi cih dike. Yek ji wan hêzan bi fermandariya Mamend Mesîh li aliyê rojhilatê Qerawê bi cih dike û beşa duyem bi serperiştiya Hemede Mîn Mîrxan li ser bilindahiyên hember girêkeke xwarû ya Qerawê ber bi Seqizê ve bi cih dike, xwe bi xwe Bekir Axa jî ligel çar çekdaran di navbera wan her du hêzên ku me behs kirin li ser girêkeke hember Qerawê bi cih dibe. Li gor gotina Necfeqlî Pesyan hejmara hêzên Pêşmerge di wî şerî de nêzîkî 500 kes bûye! Sê roj beriya destpêkirina wî şerî jî hêza Dîbekriyan ku ligel artêşa Îranê bûn, radibin bi şewitandina pira Mîrawaya Bokanê, bi wî karî dikarin xeta hatûçûnê ya di navbera Mehabad û Bokanê de bibirin. Herwiha di dema qewimîna Şerê Qerawê de Mistefa Xoşnav ku li geliyê Balûqayê yê Ehmed Awa bû, dixwest biçe bo alîkariya hêza Eqîd Bekir Axayê Hewêzî, lê Heme Reşîd Xanê Bane rêgiriyê lê dike, ji bo ku biçe Qerawê, Mingořî ji bo berevaniyê li wî helwestê Heme Reşîd Xanê Bane behane tîne û dibêje: ((eger Mistefa Xoşnav wî çiyayî vala bikira, bi hêsanî Dîbekriyan dikaribûn bên nav Serayê)). Bekir Axayê Hewêzî jî behsa wê dike ku piştî destpêkirina şer û di germiya şer de Heme Reşîd Xan dema guhê wî li dengê top û firokeyan dibe, hewl dide ku gundê Serayê bicîh bihêle û ber bi paş ve vekişe, lê Mîrhac çûbû cem wî û nehiştibû lez bike û cihê xwe vala bike!. Piştî sê saetan şerkirinê, her yek ji Mamend Mesîh, Hemede Mîn Mîrxan û Eqîd Bekir Axayê Hewêzî li aliyê xwe li wan girên ku li ser bûn, êrîş dikin ser gundê Qerawê ku di navbera wî gundî û Barzaniyan de deştek hebû û çend Pêşmerge bi lez dikarin bi bez xwe di wê deştê de bigihînin nav gund û wan reşeşên ku li dijî Pêşmergeyan dihatin bikaranîn ji kar bixin û piştî wê piraniya Pêşmergeyan êrîş dikin ser Qerawê û li ser yek ji girên wî gundî ku hêza Îranê lê bû, 16 serbazên Îranê dikujin. Piştî wê Ebdulla Xoşnav û du Pêşmergeyên Barzanî êrîş dikin ser du topên ku li wî aliyê çemê Altûnê bûn, lê Îraniyan wan topan vediguhêzin çiyayê Melqerenê. Di êvara heman rojê de Hêza Barzanî dikare dorpêça gundê Altûna Xwarû bide û dest bi ser mexfereke polîsên wî gundî de bigire ku tijî xurek û du hesp bûn. Ji bilî wê, destkeftiyên Hêza Barzanî di wî şerî de pêk dihatin ji 42 dîlan, 160 tifengên Brno, 14 sindoq fîşek, telefon û amûreke bêtêlê û çar reşeşên Brno, genim û ceheke zêde ku di mexfera Altûna Xwarû de bû, ligel du hesp, betanî û kelûpelên zêde, zêdetir ji 100 serbaz ji artêşa Îranê tên kuştin. Di encama şerekî giran de hêza Barzanî dikare serkeftinê tomar bike, wan karî hêzeke ku bi texmînî 800 kes bûn têk bibin. Di wî şerî de dikarin hejmarek leşkerên îranî dîl bigirin û wan bişînin Mehabadê, li hemberî hemû wan destkeftiyan hêzên Pêşmerge di wî şerî de ti ziyanek nedît.
Ew mêrxasî û qehremaniya ku Barzaniyan di wî şerî de tomar kirin, di raporekê de Heme Reşîd Xanê Bane fermandarê bereya Bokanê ji bo Qazî Mihemed dinivîse û behsa mêrxasiya Barzanî û efser û serkirdeyên wan dike, Heme Reşîd Xanê Bane bi vî awayî behsa Barzanî û hêza Barzanî di şerê Qerawê de dike.
Bo/ Pêşewayê bilind ê Komara Kurdistanê muazzam
Mijar/ Teqdîrkirina kiryara mêrxasiya Barzanî û efser û serkirdeyên wan
1- Bi kemala rûsûrî û serbestî û serbilindî kiryara xareqeyî ya Barzanî û efser û serkirdeyên te bi erz digihînim, her çend bi nivîsandina hejmar (126) û roja 12/2/325 muxteserek ji van me'rûzatên xwe pêşkêşî şadîkel kiribû, lê ji bo ku Pêşewayê bilind jî ji reşawetiya vî birayê xwe bi qîmetanim agahdar bikim, ew nimûneyeke qabil e yan li jêr erz tê kirin.
2. Di roja 9/2/325 saet 11/15 deqîqe pêş nîvro Mosko dijmin ji bo cîbeha Sera ji nişka ve êrîş kir ser istîqametên Mel Qerenî ku di bin çavdêriya axayê Bekir Axayê Huwêzî de bû, ji cîheta Sera êrîş kir ser istîqametên Kelî Sera ku di bin çavdêrî û mesûliyeta axayê Mîrhac de bû û cîhetên din jî rûyê xwe kiribûn ew şaneya.
3. ku cînahê rastê yê çiyayê Balûqanî jê re dibêjin û di bin çavdêriya axayê Mistefa Xoşnav de bû, di wextê ku dijmin ji hemû aliyan ve mijûlî pêşveçûn û agirbaranê bû, pêşmergeyên hêza Barzanî yek bi yek bi nihayeta hemaset û bêşelêjan guh didan emrên fermandar û qiyadeya xwe, bi wêneya nizamiya muderreb a dewletî û hirfî tatbîqî ew bernameya wan dikir, li teref qiyade û serkirde û efseran pê dihat dîtin ku di aqwamên fûnûnên şer û şangirtin û êrîşbirinê de şareza bûn ku qelem ji terîfa wê aciz e.
4. Serkirdeyê desteya Barzanî axayê Mîrhac û axayê Bekir Axayê Huwêzî û Mistefa Xoşnav û Wehab Axa, feq'ul'ade serbilindî kirin, heqîqeten xizmeta ew çar zabitên gencan bi hemû maneyekê teqdîr tê kirin, ew di şertên esasî de ye ku ev zatê xwedan hisiyat û adabên eskerî zanane bê xistin ber nêrîna baregeha bilind a Komara Kurdistanê û her tim li hemberî qabiliyet û şucaretiya xwe dilxwazî û teltîf bên kirin.
Ca bi vê munasebetê tikaye ku li gel wê yekê ku asarên xizmeta wan bên xistin nav deftera xizmeta wan, bi pêwîst dizanim ku resman teqdîra emeliyat û mukafata xaneyan teblîx bifermûyî.
5. Û muawinên zabitên navbirî (axayan Mihemed Emîr Mîrxan û Mamend Mesîh û Sakore û Xoşewî Xelîl) feq'ul'ade nîşaneya qehremaniyet û meslekê nîştimanperweriya xwe bi xerc dan, heqîqeten ji bo leşkerekî tazetemen ê Kurdistanê pêwîst e her tim bi van zatan ehtîramat û teznatên xwe bidin, ca tikaye ev zatane muqabil bi emeliyat û hemaseta mêranetiya xwe bi derecên laîqe mesrûr û teşwîq bifermûyî, êdî îcabî muteqifî îradeya baregeha bilind a Pêşewayê me ye.
6. Nêrîna ze'îmê muhtarem (Mela Mistefa) jî her li ser vê teqdîrê ye û tefsîlat her ew e ku erzê we hatiye kirin.
Îmze
Fermandarê hêza Bokan û mentiqa li Sera)).
Li hemberî wê serkeftinê Qazî Mihemed wek diyariyek 9000 tûmen û xencereke kolt ji bo wê batalyonê dişîne û Mistefa Barzanî jî ji aliyê xwe ve wek sipasî demançeyek û birnoyek pêşkêşî eqîd Bekir Ebdulkerîm Huwêzî dike. Bi vî awayî ji bo me zelal dibe ew şarezayiya ku hêza Barzanî di warê şerkirinê de hebûn û ew efserên kurd ên ku di nav hêza wî de bûn, piraniya wan xwedan bawernameya akademîk bûn, herdem mayeya serfirazî û serbilindiya Mistefa Barzanî bi taybetî û hêzên Pêşmergeyên Komara Kurdistanê bi giştî bûn, her ew hêz û çekdarên ku di bin fermana Mistefa Barzanî de çek hildabûn xaleke pir bi hêz bûn ji bo wê yekê ku peywendiya navbera Barzanî û serkirdeyên din ên eskerî yên Komarê û serok eşîrên kurd ên navçeyê her dem pirtir be û kurdên navçeyê hesabeke cuda ji bo hêza Barzanî bikin. Ji aliyeke din ve hebûna wê hêzê li gel Barzanî dibe sedema wê yekê ku berevajî wê dema ku tazê rûyê xwe kiribûn Komarê û di gelek barûdoxên nebar de xwe gihandibûn Komara Kurdistanê, heta radeyekê ji rûyê aborî ve jî barûdoxê wan baştir be.
Piştî ku şer bi serkeftina Hêzên Pêşmerge bi dawî dibe, ew leşkerên artêşa Îranê yên ku dîl hatibûn girtin, pêşî dişînin bajarê Mehabadê û li wir jî ji aliyê rêberên Komara Kurdistanê ve tên azadkirin û dişînin wan bo Tehranê. Eagleton derbarê şerê Qerawê de bi vî awayî nêrîna xwe tîne ziman û dibêje: ((Mijara Qerawê zêdetir şêweyê kemînekê kevn û ji modê ketî ya şerên kurdî hebû heta şerek ku bi şêweyê nû û modernê serdemane be, lê tevî hemû wan tiştan jî nîşan dida ku hêza leşkerî û berevaniyê li navçeyê heye, hêza îranî li wê cihê bi temamî hat têkbirin. Bi her awayekî be, ew serkeftina kurdan ji bo komara nû dilgermî û şahiyeke mezin çêkir)). Bi hûrîbûna li wî şerî ji bo me zelal dibe ku şerê Qerawê ji çend aliyan ve ji bo hêza Barzanî girîng bûye, yekem ew hêz tevî hemû wan pirsgirêkên ku hebûn û dijayetiya ku ji aliyê beşek ji hêza eşîretên Komara Kurdistanê ve li dijî wan dihat kirin, karîn vê yekê biselmînin ku ew tiştên ku derbarê şarezayiya wan di warê şer de hebûn, ne tenê behsek e ku teorî be, belku bi şêweyeke kirdeyî, bilindbûna ast û şarezayiya xwe di warê şerkirinê de nîşanî artêşa Komara Kurdistanê dan. Ji aliyekî din ve jî hikûmeta Tehranê ev yek jê re zelal bû ku barzaniyan ew hêz nîne ku di wî barûdoxê wê dema Îranê de bên perawêzkirin û girîngiyeke zêde nedin wan, çimkî em dibînin piştî wî şerî hêza Îranê di wê pevçûna ku ligel barzaniyan pêk tîne, bi hêzeke zêdetir û planeke hûrtir tê qada şer, ji bo ku bikaribe serkeftinê li ser barzaniyan bi dest bixe. Xaleke din a şerê Qerawê ku têkiliya wê bi barzaniyan re heye, ew e ku piraniya Pêşmergeyên hêza Barzanî ku beşdarî wî şerî bûbûn, ji aliyê tenduristiyê ve di barûdoxeke xirab de bûn û tûşî nexweşiya tîfûs û malaryayê bûbûn û beşek ji wan jî nû ji nexweşxaneyê derketibûn û xwe gihandibûn qada şer, sedema wê jî vedigere ser vê yekê ku ji bilî ku barzaniyan di wê demê de xwarineke baş nebûye ku bixwin, ji aliyekî din ve jî ji aliyê berpirsên Komara Kurdistanê ve li hinek navçeyan wek Sera û Qerawê tên niştecîkirin ku herçend ji aliyê berevanîkirina ji komarê ve xaleke gelekî bandordar bûn, lê ew navçe di wan salan de yek ji wan cihên ku nexweşiya malaryayê tê de belav bûye û metirsî li ser tenduristiya niştecihên navçeyê çêkiribû.
Ji aliyê siyasî ve jî ew şer ji bo hemû aliyan girîngiya xwe ya taybet hebû, çimkî ji aliyê siyasî ve hemaheng bûna şerê Qerawê ligel berdewambûna gotûbêjên di navbera hikûmet û nûnerên kurd û azeran de xizmeta du meseleyan kir:
1. Ger serkeftin ji bo wê êrîşê misoger bûya, wê demê hêza artêşa Îranê dikaribû derfetekê bi kar bîne û ber bi kûrahiya herêma Azerbaycana Rojava ve biçe û bi hêsanî bajarê Mehabadê û navçeya Mukriyan dagîr bike. Ew yek ji aliyê siyasî û leşkerî ve dibû karteke bihêz di destê berpirsên Tehranê de û çi bixwestana li Tehranê bi ser nûnerên kurd û azeran de disepandin û Qewam el-Seltene serokwezîrê Îranê li beramberî Yekîtiya Sovyetê tûşî şermezariyê nedibû, çimkî pirsgirêka kurd û Komara Kurdistanê navê wê jî di nav rêkeftina Qewam û Sadçîkov de nehatibû. Ji aliyekî din ve jî hikûmeta Îraqê agahdarî wê êrîşa artêşa Îranê bû, çimkî her wê demê ku artêşa Îranê êrîşa xwe dest pê kir, hêzên artêşa Îraqê jî li ser sînorê Kurdistana Îraqê û Îranê amadehiya xwe ya temam wergirtin.
2. Ger hatiba û ew êrîş bi şikestê bi dawî hatiba (ku di rastiyê de jî wisa bû), wê demê hikûmeta Îranê dikaribû wek faktoreke xwe dûrxistinê ji rêkeftinê, ligel faktorên din sûdê jê werbigire ji bo dirêjkirina danûstandina çareseriya aştiyane ya qeyrana Azerbaycanê bi kar bîne. Bi wê yekê hem hikûmeta Îranê bi temamî ji şikestina artêşa sor û bi dawî hatina meseleyê di Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî de dilniya dibû, hem Yekîtiya Sovyetê jî dikete xaneya çaverêbûnê derbarê sozên Qewam ên li ser damezrandina kompaniyeke hevbeş a petrola Sovyet û Îranê, ji bo ku Moskow bandora xwe wek zextekê li ser azeriyan bi kar bîne ji bo ku nermtir bin li beramberî desthilata navendî di her xuleke din a gotûbêjan de.
Piştî bi dawî hatina şerê Qerawê, hikûmeta Tehranê bi navê lêkolînkirina li ser şerê Qerawê, lijneyeke leşkerî bi serperiştiya serleşker Şeqaqî ji Tehranê şand Seqizê û ligel şandeyeke Komara Kurdistanê bi serperiştiya Îzet Ebdullezîz rûniştin. Şandina wê lijneyê di 7ê gulana 1946an de gihîşte Sera, ji bilî ku ji bo çavbestinê bû, bi armanca dîtina rêyekê bû ji bo feryadketina pasgehên dorpêçkirî yên artêşa Îranê li wê navçeyê û vekirina cadeya Seqiz-Bane û Bane-Serdeştê ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve dorpêçkirî bû. Ji bilî wê, ew lijne piştî bi serkirina leşkergehên navçeyê, raporek pêşkêşî Wezareta Cengê kir û tê de bi hûrî helûmercên leşkerî yên navçeyê û çawaniya bihêzkirina cebheyên Îranê wek pêwîstiyekê ji bo her manoreke leşkerî ya pêşerojê li navçeyê xiste berçav û pêşniyarên xwe li ser pêşkêş kir.
Encam:
1- Şerê Qerawê ji bo hêza Barzanî bi şêweyeke taybet girîng bûye, çimkî bi wî şerî selmandin ku di warê şerkirina li beramberî dijminên Komara Kurdistanê de heta radeyeke zêde ji hêzên çekdar ên din ên nav Komara Kurdistanê şarezatir û dilsoztir in.
2- Hêza Barzanî di wê demê de xwe amadeyî şerkirina li Qerawê kiribû ku beşeke zêde ya hêzê ji ber tûşbûna bi nexweşiya tîfûs û malaryayê ti hêz û şiyanek di laşê wan de nemabû, lê ligel wê nexweşiyê jî karîn serkeftineke mezin û dîrokî ji bo Komara Kurdistanê tomar bikin, çimkî hêza artêşa Îranê bi hêzeke zêde hatibû ku êrîş bike ser binkeyên leşkerî yên Pêşmergeyên Komara Kurdistanê, lê nizanibû ku rûbirûyî wê berxwedan û berevaniya hêza Barzanî dibin.
3- Piştî wî şerî bû ku serkirdeyên Komara Kurdistanê zêdetir ji berê baweriya wan bi hêz û şiyana şerkirina Pêşmergeyên Barzanî hat, her bi wê boneyê jî bû ku ji aliyê Qazî Mihemed ve fermandarên Barzanî yên ku di wî şerî de beşdar bûbûn, hatin xelatkirin.
4- Şerê Qerawê ji aliyê siyasî ve jî ji bo Komara Kurdistanê gelek girîng bûye, bi awayekî em dibînin ku piştî wê serkeftinê, komîteyeke pilebilind ji Wezareta Berevaniyê ya Îranê ji bo civîn û danûstandinan ligel berpirs û fermandarên leşkerî yên Komara Kurdistanê bo navçeyê tê şandin.
5- Di wan danûstandinên ku piştî Şerê Qerawê di navbera komîteya leşkerî ya Îranê û komîteya danûstandinkar a Komara Kurdistanê de dest pê kir, ji bo careke din rola girîng û bandorker a hêza Barzanî ji me re zelaltir dibe, ji ber ku di wan danûstandinan de, bi sedema wê şarezayiya ku Izet Ebdullezîz di warê leşkerî de hebû, wek serokê komîteya danûstandinkar a Komara Kurdistanê ligel şandeya leşkerî ya Îranê tê diyarkirin.
Çavkanî:1- Huseyn Elî Rezm Ara, Ferhengê Cuxrafyayî yê Îranê (Gund) parêzgeha 3 û 4 a Azerbaycanê, (Tehran, Weşanxaneya Dayreya Cuxrafyayî ya Stada Artêşê, 1330.
2- Elaeddîn Seccadî, Şoreşên Kurd, Bexda, Çapxaneya Me'arif, 1959.
3- Dr. Fereydûn Nûrî, Bizava Barzanî, Hewlêr, Dezgeha Çap û Weşana Aras, 2007.
4- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
5- Necefqulî Pesiyan, Ji Mehabada xwînîn heta kenarên Aras, Tehran, Şirketa Sehamî ya Çapê, 1328.
6- Doktor Ebdulrehman Qasimlo, Kurte dîroka Hizba Dêmokrata Kurdistana Îranê (Çil sal xebat, di pênaw azadiyê de), Komîsyona Çapemeniyê ya Hizba Dêmokrata Kurdistana Îranê, 2003.
7- Wîliyam Îgiltûn Cûnîyor, Komara 1946 a Kurdistanê, Seyîd Mihemed Semedî, Mehabad, 1361.
8- Mîrza Mihemed Emîn Mengûrî, Beserhatî siyasî Kurd 1914 heta 1958, beşa yekem, Silêmanî, Çapxaneya Rûn, çapa duyem, 2000.
9- Eqîd Bekir Ebdulkerîm Hewêzî, Geştek bi Komara Mehabadê re, Hewlêr, Dezgeha Çap û Weşana Aras, çapa duyem, 2001.
10- Keywan Azad Enwer, Heme Reşîd Xanê Bane, Hewlêr, ji weşanên Wezareta Rewşenbîrî/Çapxaneya Bederxan, 2001.
11- D. Yasîn Serdeştî, Kurdistana Îranê lêkolîneke dîrokî li ser tevgera rizgarîxwaza neteweyî ya Kurd (1939-1979), Silêmanî, Çapxaneya Sîma, çapa duyem, 2011.





