Damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê di 16ê tebaxa 1946an de, dîrokek e di dîrok û edebiyata partiyê de û beşek e ji bîranînên wê, salane tevahiya endam û alîgir û Pêşmergeyên wê bi coş û xiroş ve di salvegera damezrandina wê de ahengê digêrin, gelek caran jî wisa hebû ku ew boneye bi şêwazeke din dihat bîranîn, ku Pêşmerge radibû bi encamdana çalakiyên partîzanî û êrîş dikir ser binke û molge û saziyên leşkerî yên Artêşa Iraqê û ziyaneke mezin pê digihand. 

     Yek ji wan çalakiyên Pêşmerge di salvegera wê boneyê de Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rabû bi danîna nexşeyekê ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî, ew jî lêdana derbeyekê bû li dezgeh û saziyên leşkerî yên Beisê, ew çalakî ya Pêşmerge êrîşkirin bû ser rebayên Artêşa Iraqê li ser rêya Seyîd Sadiq - Şanderê, piştî ku Pêşmergeyên êrîş birin ser molgeyên wan û şerekî mezin bi wan re kirin, tiştê ku mebesta wan bû encam dan û ziyaneke mezin gihandin wan, Pêşmergeyan jî ti ziyan nedîtin, lê piştî vegerê li rê ketin kemîneke artêşê, piştî bergirî û şerekî germ çar Pêşmerge Şehîd bûne bi navên (Fermandey Ebûbekir Hacî Osman û Elî Resûl cîgirê berpirsê navçeyê û Celal Mihemed Dolêsûrî û Şehab San Ehmed).

      Hêjayî gotinê ye Pêşmerge ji bo berdewamkirina xebat û têkoşînê, ji bo bidestxistina mafê xelkê Kurdistanê her tim bi planeke kamil û nexşeya hatî danîn şer kiriye û çalakiyên leşkerî encam daye, karîbûye ziyaneke mezin bi dijminê xwe bigihîne bi rêya êrîşkirina ser molge û dezgeh û saziyên leşkerî yên hikûmeta Iraqê, heta di bone û bîranînan de jî nehiştiye rewşa siyasî ya dijminê xwe aram be, belkî derbeyên mezin û ziyan pê gihandiye, diyar e ew jî peyamek bûye ji bo serên hikûmetê ku şoreş berdewam e û bi şêwaza partîzanî li vir û li wir berdewamî bi çalakiyan hatiye dayîn û ziyan bi berjewendiyên hikûmet û rejîma Beisê gihandiye. 

Çavkanî:       
  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.

  2. Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê: Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê- Kongre û konferans (Bername û rêziknameya navxweyî) çapa yekem, 2021.