Jînenîgarî

Bêjan Cindo Elî, sala 1926 li gundê Hoder li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî li gel xatûn Roza Elîksander ku xelka Ûkraynayê ye pêk aniye, xwediyê du keçan bûne bi navên Îrke û Asya, karî bawernameya bakaloryos li Zanîngeha Taşkent-Akademiya Polîtîkî ya Yekîtiya Sovyetê werbigire, mamostayê zimanê rûsî bûye li Zanîngeha Bexdayê, herwiha li Zanîngeha Mustenseriye û Eskenderiye û li Koleja Eskerî li Bexdayê ders didan efserên Îraqî. Malbata wî jî bûye fermanber, Roza ya hevjîna wî di sala 1963an de ji aliyê rejîma Beis, bi tometa ku hevjînê wê hevalbendê Mistefa Barzanî û Pêşmerge bûye, berdewam azar dane, heta bi neçarî vegeriyaye bo Yekîtiya Sovyetê, sala 1970 ji bo cara duyem jiyana hevjînî li gel xatûn Seidiye Huseyn Kerîm ku xelka Hewlêrê ye pêk aniye. Sala 1974 vedigere bo Îranê û li Neẍede niştecî dibe, Bêjan nifûs û nasname bo xwe û hevjîn û zarokên xwe derxist, her li gundê xwe çandinî li ser erdê axa dikir, çimkî bi xwe erdê wî tunebû û heta Şehîd bû ew karê wî bû.

Xebatname

Bêjan, di 3yê hezîrana 1947an de li gundê Simayîl Axa li Rojhilatê Kurdistanê bûye hevalbendê Barzanî û beşdarî rêwîtiya ber bi Yekîtiya Sovyetê kiriye û di şerên rêwîtiyê de beşdar bûye, piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Ceifer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew erdên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Di tebaxa sala 1962an de beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serqol bûye, sala 1974, li dû Seyid Asî Seyid Mihemed, bo dema çend mehan bûye fermandeyê batalyona 6ê ya Hêza Balek, beşdarî şerên Zargelî û Gorêzê bûye, beşdarî xûla topxaneyê bûye û di Şoreşa Eylûlê resed dadinê, beşdarî şerên Deşta Hewlêr, Koye, Raniye û Qeladizê û şerên navçeya Badînanê jî bûye.

Sala 1979 ji aliyê doktor Qasimlo nameyek jê re tê û daxwazê jê dike, ji ber pêwîstiya wan bi wî, peywendî bi Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê bike. Dûre navbirî vedigere bo gundê Hoderê bo dîtina zarokên xwe û hikûmeta Îranê zaniye ku Bêjan hatiye Hoderê, şer di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê û Komara Îslamî ya Îranê de rû dide û Bêjan Şehîd dibe û her li gundê xwe bi xakê tê spartin.

Çavkanî:

-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.