Jînenîgarî

Baqî Heme Kerîm Hemeşerîf Ebdulla, sala 1939 li gundê Hêlampê ser bi nahiya Xurmalê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî kesebetiya ser sînor bûye di navbera welatê Îran û Îraqê, Baqî Heme Kerîm kurekî wî bi navê Heme Elî Baqî sala 1981 Şehîd bûne, sala 1980 awareyê welatê Îranê bûye û li nişîngeha gundê Dizlî niştecî bûye, Baqî Heme Kerîm Hemeşerîf xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Re'na Ehmed bûye û xwediyê çar kur û sê keçan bûye bi navên Heme Elî, Fereydûn, Îsa, Dana, Pakîze, Reziye û Fewziye sala 1986 Şehîd bûne. 

Xebatname

Şehîd Baqî Heme Kerîm, sala 1981 bûye Pêşmerge li Hêzên Hewramanê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Nadir Hewramî fermandeyê hêzê bûye, navbirî pileya berpirsiyarê mefrezeya ser bi Laqê çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye û erka wan pasewaniya laq bûye. 

Sala 1986 topxaneyên rejîma Be's bi çirî topbarana senger û baregeha Pêşmerge kirine li Golê ser bi qezaya Pêncwên, çend top ber baregeha Laqê çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ketine û di encama wê topbaranê de Baqî Heme Kerîm Şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.