Ceifer Mistefa Me'rûf naskirî bi (Şêx Ceiferê Camanesûr), sala 1957an li gundê Serkanê yê navçeya Siroçkê ser bi nahiyeya Berzincê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, sala 1970yî peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê kiriye, sala 1992an qeymeqamê Pêncwênê bûye, 1996an wek qeymeqamê Helebceya Şehîd hatiye destnîşankirin, salên 2003-2005an wek qeymeqamê bajarê Akrê di erkê de bûye, endamê xûla duyem (2005-2009) ya Parlamentoya Kurdistanê bûye, bi sedema wan xizmet û xebatên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kiribû, ji aliyê serok Mesûd Barzanî Medalyaya Barzanî ya Nemir jê re hatiye bexşîn.

Ceifer Mistefa Me'rûf naskirî bi (Şêx Ceiferê Camanesûr), sala 1957an li gundê Serkanê yê navçeya Siroçkê ser bi nahiyeya Berzincê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, xwendina amadeyî li bajarê Silêmaniyê temam kiriye, sala 1970yî peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê kiriye, sala 1973yî dest bi karê partayetiyê dike, sala 1974an û di destpêkirina şerê di navbera Şoreşa Eylûlê û rejîma Be's de bûye Pêşmerge, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de vegeriyaye ser xwendina xwe li bajarê Silêmaniyê û piştî temamkirina xwendina xwe di sala 1980yî de bi mal û malbat ve awareyî Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Sala 1980yî çûye rêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê li lijneya navçeya Çwartayê ser bi lîqa çar û heman salê pileya fermandeyî di hêza Pêşmerge de wergirtiye, sala 1984an pileya kargêriya lijneya navçeya Çwartayê li sînorê lijneya lîqa çar wergirtiye, 1985an bûye kargêrê lijneya navçeya Silêmaniyê, 28ê Tebaxa 1986an li gundê Xnêreyê yê parêzgeha Hewlêrê nûnerê kongreya hevbeş a Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Dêmokrata Kurdistanê bûye, dawiya 1988an kargêrê navçeya Helebceyê û heman salê bûye cîgirê berpirsiyarê heman lijneya navçeyê. 

Sala 1991ê wek cîgirê bereya (mihwerê) Sorênî-Şarezûr Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşankirin, beriya raperîna xelkê Kurdistanê li dijî rejîma Be's, nameya serok Mesûd Barzanî gihandiye kesayetî û serok eşîret û musteşarên navçeyê daku beşdarî raperînê bibin û li dijî cemawerê Kurdistanê ranewestin. Heman salê bûye berpirsiyarê bereya Xaneqîn-Kelhar û azadkirina bajarê Kelharê li navçeya Germiyanê. Piştî dawîhatina vî erkî û beriya koçberiya xelkê Kurdistanê ber bi sînoran ve, hatiye veguhastin bo lijneya navçeya Çwartayê û berpirsiyarê bereya Ezmer-Qeywanê, sala 1991ê piştî raperîna Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê. Sala 1992an bûye kargêrê lîqa çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Silêmaniyê, piştî hilbijartina yekemîn parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê di nîvê duyem ê sala 1992an de û di meha Kanûna Yekem a heman salê de posta qeymeqamê qezaya Pêncwênê wergirtiye, sala 1996an posta qeymeqamê qezaya Helebceyê wergirtiye.

Sala 2003an heta 2005an qeymeqamê qezaya Akrê bûye, sala 2005an di xûla duyem a parlamentoya Kurdistanê de bi nûneratiya xelkê Helebceya Şehîd û li ser lîsteya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye endamê parlamentoya Kurdistanê. Sala 2003an di proseya rizgariya Îraqê de endamê bereya Akrê bûye, sala 2007-2009an bawernameya zanistên siyasî ji zanîngeha San Klîment wergirtiye. Heyama 11 sal û sê mehan (2011-2023) berpirsiyarê lîqa Xaneqînê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Kongreyên dehem (1989), yazdehem (1993), dwazdehem (1999), sêzdehem (2010) bûye. Xwediyê îmtiyaza kovara Sîrwan bûye, endamê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê ye, beşdarî dadgeha tawankar Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmyayî) li Bexdayê bûye.

Sala 2014-2016an li bereya Xaneqîn-Celewla di şerê DAIŞê de wek berpirsiyarê lîqa pazdehem a Xaneqînê ya Partiyê beşdar bûye, sala 2022an li bajarê Dihokê beşdarî kongreya çardehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Sala 2023yan bûye endamê encûmena bilind a têkoşerên Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Ceifer Mistefa, di jiyana pêşmergatiyê de di wan salan û wan şeran de sê caran birîndar bûye, sala 1983yan li Çinarê ya Şarbajêr, sala 1987an li Çinarê ya Bask û Qeredax, sala 1991ê li baregeha lijneya navçeya Çwartayê û birayên wî Behçet û Aram û bavê wî her di wê rêyê de şehîd bûne. 

 16ê Kanûna Yekem a 2010an, di Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, bi sedema wan xizmetên ku ji bo Kurd û Kurdistanê kiribû, ji aliyê serok Mesûd Barzanî Medalyaya Barzanî ya Nemir jê re hatiye bexşîn.

Ji berhemên wî:

Gulbijêrek ji bîranînên min

Çavkanî: 

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. 

2- Hevpeyvîn li gel Ceifer Şêx Mistefa di 14ê Îlona 2025an de.