Celal Ebdulmihemed Xan, naskirî bi Celal Laweranî, sala 1936ê li gundê Laweran li parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye û xêzandar bûye. Sala 1975ê piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li komelgeha Seryasî ya nêzîkî bajarê Pawe niştecî bûye û paşê hatiye veguhastin bo bajarê Mugan li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat û demekê jî hatiye veguhastin bo Bîle Siwarê li ser sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyeta berê. Sala 1992ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê niştecî bûye.

Sala 1958ê piştî vegerandina Barzanî peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge, sala 1962ê hatiye kirin serpel li batalyona 6an a Bemoyê ku Fazil Talebanî fermandeyê wê bûye, sala 1963ê di şerê Çwar Kilawê de beşdarî kiriye. Sala 1964ê beşdarî çendîn şerên navdar kiriye wek şerê Benarîk û Perwêzxan û Mehmûd Qecer û şerê Xaneqînê.

Dawiyên sala 1964ê hatiye kirin serleqê Serawê Şemşêr Kul, sala 1965ê Artêşa Iraqê êrîş kiriye ser Pêncwênê, di bin fermana Ebdulwehab Etruşî de bi pelek Pêşmerge beşdarî şerê Homerêne ya li Milekewê ya Pêncwênê ya nêzîkî Nalparêz kiriye, di wê êrîşê de mînek bi lingê wî de teqiyaye û lingê çepê ji dest daye.

Sala 1965ê ji bo çareseriya lingê wî hatiye şandin bo nexweşxaneyeke bajarê Sine, ji wir jî hatiye veguhastin bo bajarê Tehranê, li wê nexweşxaneyê neştergerî jê re hatiye kirin û di bin çokê wî de lingê wî hatiye jêkirin, di bin rêberiya doktor de demekê bêhnvedan wergirtiye.

Sala 1967ê vegeriyaye bo Hêzên Xebatê li Sosêkan li nêzîkî Tewêleyê ku Ebdulwehab Etruşî fermandeyê hêzê bûye, heman sal hatiye kirin serleqê erkana hêzê û li binkeya hêzê de erk dîtine. Sala 1968ê hatiye kirin serleqê Newrolî li nêzîkî Helebceyê û beşdarî şerên wê kiriye. Sala 1970ê piştî rêkevtinnameya 11ê Adarê bi pileya serleq li mala xwe maye û karê rêxistinî kiriye. Sala 1974ê piştî ku hikûmeta Iraqê şerê dijî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê destpêkir, dubare peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên şoreşê kiriye û batalyona pêncan a Helebceyê pêk anîne û bûye cîgirê fermandeyê batalyonê, beşdarî şerê Sertîz û Gerûyê Umeraxa ya li nahiyeya Diyana kiriye.

Sala 1979ê vegeriyaye kampê Zêwe û pileya berpirsiyarê lijneya navçeya Çemçemalê li Lqa Azadî wergirtiye. Di 4ê Çiriya Pêşîn a sala 1979ê de beşdarî Kongreya nehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye. Sala 1980ê piştî hilgirsandina şerê navbera Iraq û Îranê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li sînorê Hewraman ligel 40 Pêşmerge, Hêzên Sîrwanê pêk anîne û li navçeya Şemîranê ya parêzgeha Helebceyê erk dîtine, paşê çûne Derbendîxanê û ji wir jî binkeya xwe veguhastine bo gundê Laweran.

Sala 1991ê ligel 60 Pêşmerge beşdarî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê û azadkirina bajarê Kerkûkê kiriye, sala 1992ê hatiye kirin endamê Lqa Çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê. Sala 2000î pileya endamê Dezgeha Eylûlê li bajarê Silêmaniyê wergirtiye. 

Di 16ê Tebaxa 1996ê de di Yûbîla Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, bi sedema wan xizmetên ku pêşkêş kirine, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve Medalya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.