Jînenîgarî

Dara Tofîq Fethulla ji dayikbûyê Silêmaniyê ye, di sedsala nozdehem de Hacî Ewla Axa yê bapîrê mezin ji bajarê Hemedanê yê Rojhilatê Kurdistanê ve rû li bajarê Silêmaniyê kiriye, birayê Xesrew Tofîq Fethulla (1930-2004) endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê bûye, sala 1958 wek sekreterê Komeleya Xwendekarên Kurd bi boneya moletdana Komara Îraqê bi vegerandina general Mistefa Barzanî (1903-1979) û hevalên wî bo nîştiman nameya bixêrhatinê bo nîştiman arasteyê serok Mistefa Barzanî dike ku hêşta li tarawgehê li bajarê Moskowê dijîya, sala 1959 sekreterê nivîsgeha cîbicîkar (El-Mekteb El-Tenfîzî) ya Yekîtiya Gencên Dêmokrata Îraqî ya ser bi Partiya Şîûî ya Îraqê bûye, rojên 22 heta 26ê tebaxa 1960 nûnerê kongreya pêncem a Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê (K.S.S.E) li bajarê Berlînê yê Rojava bûye, sala 1960 wek sekreterê Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Cîhanê destnîşan kiriye, rojên 21 heta 25ê tebaxa 1961 nûnerê kongreya şeşem a Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê li bajarê Munsterê yê Almanyaya Rojava kiriye,

Xebatname

Dara Tofîq Fethulla piştî kodetaya 8ê sibata 1963yê ya Partiya Be'sa Erebî ya Sosyalîst li ser rejîma Ebdulkerîm Qasim (1914-1963) peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, sala 1963 berpirsê komkirina genimê hevkariya cotyarên parêzgeha Silêmaniyê bo Hêzên Pêşmerge bûye, sala 1967 di rojnameya Erebîziman (El-Te'axî) de kar kiriye, di serê sala 1970yê de li ser fermana general Mistefa Barzanî li bajarê Beyrûtê (Libnan) çavê wî bi Mîşêl Efeleq (1912-1989) rêberê Partiya Be'sa Erebî ya Sosyalîst ketiye û derbarê danpêdana hikûmeta Îraqê bi otonomî bo Kurdistanê gihîştine rêkeftinê, di 7ê kanûna paşîn a 1970yê endamê şanda Kurdî bûye bo ligel hikûmeta Îraqê li bajarê Bexdayê bo diyarkirina sînorê navçeya otonomiya Kurdistanê.

Di 11ê adara 1970yê endamê şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li bajarê Bexdayê bo daxuyandina rêkeftinnameya 11ê Adarê ligel hikûmeta Îraqê, sala 1970 endamê lijneya amadekar a kongreya heştem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1970 li Kongreya Heştem ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, roja çarşemê 24ê hezîrana 1970yê bi nûneratiya serok Mistefa Barzanî beşdarî kongreya nivîskarên Kurd li bajarê Bexdayê kiriye, di 10ê kanûna paşîn a 1970yê endamê şanda neh kesî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bo danûstandin li ser otonomî bo başûrê Kurdistanê ligel karbidestên hikûmeta Îraqê li bajarê Bexdayê bûye, di 11ê îlona 1971ê sernivîserê rojnameya Brayetî bûye, di dîroka 1ê kanûna paşîn a 1974an sernivîserê rojnameya Brayetî bûye, di meha adara sala 1974an ji aliyê serkirdatiya Şoreşa Eylûlê ve wek emîndarê emîndarîtiya perwerde û fêrkirin û dûre rewşenbîrî û ragihandin û lawan destnîşan kiriye.

Di 28ê nîsana 1974an piştî destbiserdagirtina mala wî, malbata wî ji aliyê desthilatdarên Îraqê ve bê ti pêdivîyek ber bi navçeyên azadkirî ve hatine derxistin, sala 1974 hevkariya nivîskarên îstgeha Dengê Kurdistanê di serdema Şoreşa Eylûlê kiriye, di navêra sala 1974an heta serê sala 1975an emîndarê giştî yê perwerdeya Şoreşa Eylûlê bûye, dûre bi derçûna yasaya encûmena yasadanînê û encûmena cîbicîkar a Herêma Kurdistanê bi pileya wezîrê ragihandin û rewşenbîrî û lawan û wezîrê zanîyari (perwerde) bi wekalet destnîşan kiriye, sala 1974 ji damezrênerên beşa guhdarîkirinê (El-Ensat) û beşê, di meha kanûna yekem a 1974an piştgiriya çapkirina yekemîn salnameya rengîn a Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1975 di kovara Dengê Kurdistanê organa emanetî giştî ya rewşenbîrî û ragihandin û lawên Şoreşa Eylûlê gotar dinivîsî, di serê sala 1975an wek wezîrê zanîyari yê Herêma Kurdistanê ji aliyê serok Mistefa Barzanî û Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê sipas û pêzanîn pê hatiye bexşîn, di 5ê çiriya pêşîn a 1980yê de di rêya çûna wî ji malê bo ser kar ji aliyê Dezgeha Hewalgiriya Îraqê ve tê girtin û wî wenda dikin û heta îro bi fermî çarenivîsa wî ne diyar e. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bûye.

Çavkanî:

1. Desteya Ensîklopîdyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.