Yek ji wan şerên giring ên sînorê liwaya Hewlêrê ku bandoreke rasterast li ser guhertina rêçika bûyeran û şoreşa Başûrê Kurdistanê hebû, şerê Henderên bû, diyar e armancên stratejîk ên hikûmetê ji bo dagîrkirina çiyayê Henderên, hebûna çeqê serkirdatiya şoreşa Kurd û baregeh û bingeha biryardana Barzanî li devera Balekayetiyê bû, şerê çiyayê Henderên parseng û teraziya hêz bû, di navbera leşkerê şoreşa Kurdistanê û Artêşa Iraqê de, girtin û derxistina hêza Pêşmerge ji çiyayê, metirsiya rasterast li ser baregehên Barzanî û baregehên Partiya Komunîst a Iraqê hebû, ku baregeha wan a sereke di bin binar û siya çiyayê de bû, bi sedema stratejiya çiyayê, her ji sala 1965an ve hikûmetê di hewla dest bi ser de girtina wî de bû.
Ji aliyekî din ve dagîrkirina Henderên maneya dabirîna navçeyên Soran û Badînanê digihand, ku armanceke diyarkirî ya hikûmetê tê de lêktirazandina Badînanê bû ji serkirdatiya şoreşa Kurd ku baregeha sereke li devera Balekayetiyê bû.
Hikûmetê nakokî û duberekiya nav Partî bi hel zanî, ku berê her sala 1964an ve serê xwe hildabû, piştî ciyabûna wan xwe bi navê baskê Mekteba Siyasî ya Partî nasandin û dawiyê peywendî bi hikûmetê re kirin û bûn çekdar û alîgirên hikûmetê dijî şoreşa Kurd bi serokatiya Barzanî sekinîn. Ev jî handerekî din bû ji bo wê yekê ku hikûmet bi vîneke bilindtir û planeke tekûz hewla dawîanîna şoreşê bidin, ew bû her ji destpêka sala 1966an amadekarî kiribûn ji bo wê yekê ku êrîşeke çir û berbelav bo ser Kurdistanê bikin, heta rojên 15 heta 16ê nîsana 1966an bo cîbicîkirinê hatibû diyarkirin.
Cihê amajeyê ye darêjerê planê wezîrê berevaniyê lîwa Ebdullezîz Uqeylî bû, plana leşkerî jî navê (Tewekeltu 'ela Ellah) lê hatibû kirin, şayanê behsê ye hikûmet di serkeftina vê planê de temam piştrast bû ti gumanek di encama nexşeyê de nebû, heta balyozê Iraqê li Tehranê di roja (J) de ku roja destpêkirina êrîşê bû, yadnameyek dabû hikûmeta Îranî, tê de daxwaz dike ku rê bi paşmayên hêzên serhildayî nede piştî têkşikandina wan bên nav axa welatê wan, bi şêweyekî taybetî jî daxwaz kiribû ku mafê penaberiyê bi Mela Mistefa Barzanî neyê dayîn.
Ev jî wê digihîne ku hikûmet bi sedema plana xwe ji xwe bawer bûbû, çimkî ew nexşe kesên pispor bi darêtina wê rabibûn û bi wê pera hûrgiliyê heta digihêje biçûktirîn xal rêk xistibûn, ev êrîşa ku hat ser çiyayê Henderên heta wê satê hikûmetê êrîşên wiha berbelav bo ser navçeyên azadkirî pêk neanîbû.
Plana leşkerî bi şêweyekî darêjtbûn rola giring bidin baskê Mekteba Siyasî ya ciyabûyî, herwiha artêş êrîş dike ser herdu çiyayên Zozik û Henderên li navçeya Rewandizê, bi wê re navçeyên Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê ji navçeyên Mûsil, Zaxo û Dihokê dadibirrîne. Di heman demê de lêdana hêzên şoreşê li paş ve dibe ji aliyê baskê Mekteba Siyasî ya ciyabûyî û axayên ser bi hikûmeta navçeyê û pêşrewiya wan ber bi baregehên Barzanî, hewkat serokatiya û artêşsalariya Iraqê di nav du firqeyan de şeş lîwayên hilbijartî bo wê mebestê amade kiribû.
Ew plan karê bo hat kirin û roja 15ê nîsana 1966an hat diyarkirin bo pêkanîna helmet û êrîşa berbelav, lê plan hat paşxistin piştî wê yekê ku du roj berî dema cîbicîkirina planê di 13ê nîsana 1966an de Ebdulselam Arif di kopterê xwe de ket xwarê, merga navbirî bû sedema paşxistina planê, herçend serokkomarê nû Ebdulrehman Arif ku piştî merga birayê xwe hikûmdariya Iraqê girt dest, hewla danûstandin û rêkeftinê da, lê nekarî bi ser mezinên efserên artêşê de zal bibe, ew sor bûn li ser cîbicîkirina plana darêjrayî ku bi helwasrayî mabû, di encama guşaran de serokkomar bi cîbicîkirina planê razî bû.
Hikûmeta Iraqî bo êrîşkirina ser navçeya Rewandizê du firqeyên leşkerî amade kiribûn, firqeya yek pêkhatibû ji lîwayên (1, 14, 15) û bi fermandariya Zekî Huseyn Hilmî bû êrîşên xwe bo çiyayê Zozik birin, firqeya du ku hilbijartî bû baregeha wê li Kerkûkê bû, pêkhatibû ji lîwayên (3, 4, 5) bi fermandariya lîwa rukn Îbrahîm Feysel Ensarî bû di destpêka meha gulanê û di şeva 2 li ser 3yê de, êrîşa xwe ya berbelav bi alîkariya hejmareke zêde ya caşan û palpiştiya topxane û balafirên şer destpêkir artêşa Iraqê li her yek ji bereyên Korêk, Dola Akoyan, Zozik û Henderên pêşrewî kirin, di wan êrîşan de karîn çiyayê Henderên dagîr bikin, hingê erka parastina navçeyê hemû li ser leşkerê şoreşgerê Kurdistanê bû, lê çiyayê Henderên zêdetir di stûyê Pêşmergeyên Partiya Komunîst a Iraqê de bû, li hember de çiyayê Zozik di stûyê Partî de bû, hêzên Xoşnawetî û Deşta Hewlêrê û hêza Barzan û Pêşmergeyên navçeyê bi xwîn Zozik parastin piştî wê yekê ku şerekî giran û berevaniyeke zehmet li çiyayê kirin, artêşê nekarî Zozik dagîr bike, bi sedema berevanîkirina çend fermandeyên Pêşmerge di nav wan de Hacî Bêroxî û Ezîz Xanê Muhacir li Gerûyê Umer Axa û binarê Zozikê ve, herwiha topxaneya şoreşê ku her yek ji Halî Dolemerî û Umer Osman palpiştiya hêzên Pêşmerge bûn.
Her derbarê vî şerî de, di nameyeke Îdrîs Barzanî de ku di şeva 11 li ser 12ê gulana 1966an de ji Mesûd Barzanî re şandiye, amaje bi wê dike ku yek ji wan kesên ku roleke mezin di parastina çiyayê Zozikê de lîst, hêza Mam Usû Dizeyî û fermandeyê batalyona hêza Sefîn Mistefa Hacî Emîn bû, ku karîn tevî êrîşa mezin a Artêşa Iraqê bi tundî berevaniyê bikin. Di heman demê de ji bo bersivdana êrîşê, her du fermandeyên batalyona hêza Deşta Hewlêrê, her yek ji Erîf Osman Yûsif û Hesen Elî, herwiha hêzek ji leşkerê yek bi serkirdatiya Faris Kuremarkî beşdar bûn û roleke diyar lîstin. Bi vî awayî karîn berevaniya çiyayê Zozikê bikin, lê bêyî berevaniyeke wiha, artêşê karî çend cihên stratejîk ên leşkerî li çiyayê Hendrênê dagir bike. Di vê serkeftina destpêkê ya ku hikûmetê li Hendrênê bi dest xistibû, fermandeyê lîwayê Seîd Hemo gotibû: "Rîşa xwe bernadim û nayêşim heta digihêm Gelale."
Hêjayî gotinê ye ku Îdrîs Barzanî piştî ku ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve hat serpişk kirin û bû serperiştiyarê giştî yê bereya şer, ev yek di çend nameyên taybet ên ku di navbera wî û fermandeyên Pêşmergeyên li bereyên şer de hatine guhertin de derdikeve holê. Wekî di nameyeke Izet Silêman Begê Dergelê de ku arasteyî Îdrîs Barzanî kiriye, nameyê dîroka (5ê gulana 1966an) li ser e, tê de wî ji Barûdoxê nebaş ê Pêşmergeyan agahdar dike, daxwaza hin pêdiviyan dike ku ji bo wan cîbicî bike. Her roja din Îdrîs Barzanî bersiva wî dide û hemû daxwazên ku kiribûn ji bo wan cîbicî dike. Di nameyeke din de Îdrîs Barzanî ku digihêje her yek ji Reîs Kemal, Mlazim Rehman, Seîd Ehmed Axa Mêrgesorî, Erîf Yûnis, Mam Elyas, Mam Sedîq û Izet Silêman Beg, tê de ji wan daxwaz dike: "Her çi di şiyanê de be û bi xwînê jî be, divê Hendrên were wergirtin, çimkî ti rêyeke din li ber dest nîne." Ji aliyekî din ve, Îdrîs Barzanî ji ber wê Barûdoxê nişkave û kûtûpir ê ku bi sedema dest bi ser de girtina çiyayê Hendrênê hatibû pêş, Faxir Hemed Axa Mêrgesorî wek berpirsê giştî yê hêza Pêşmerge li çiyayê Hendrênê destnîşan dike û daxwaz ji hemû fermandeyan dike ku bi hemû îmkanan ve pabendî temamiya rênmayiyên wî bin.
Piştî çend civînan di navbera fermandeyên leşkerê şoreşger ê Kurdistanê de, biryar tê dayîn ku bereya şer bi vî awayî were dabeşkirin: Pela Ismet Dîno Zaxoyî ji bo bereya pişt gundê Bêşûk, leqa çaran a Partiya Komunîst ji bo bereya şikefta Şehîdan, pelek ji Pêşmergeyan bi serkirdatiya Mlazim Rehman ji bo bereya Qelatge û Çeqelê Mîr Birahîm, bereya dawî leqa yazdehan a Partiya Komunîst ligel batalyona çaran ku ya yekem ji aliyê Mam Sedîq û ya duyem ji aliyê Izet Silêman Begê Dergelê ve dihatin serperiştiyarkirin, ligel wan desteyek bi serperiştiya Salih Akoyî alîkarî dikirin.
Di dawiyê de di 11ê gulanê de Mela Mistefa Barzanî ligel fermandeyên bereya şer civînek kir. Piştî piştrastbûna ji serkeftinê, saet çarê piştî nîvroya roja din, saeta sifir bû. Her yek ji Faxir Hemed Axa Mêrgesorî û Kemal Nûman û Nûman Elwanê bi navê Mlazim Xidir û Izetê Silêman Beg fermandariya êrîşê kirin. Piştî topbarankirina tund a molgeyên Artêşa Iraqê, êrîş dest pê kir. Pêşmerge serkeftineke mezin tomar kir û ziyanên artêşê bi giştî derdora 400 kuştî û 600 birîndar bû, ligel dest bi ser de girtina rêjeyeke mezin a çek û teqemeniyan. Ji ber zêdebûna hejmara birîndarên artêşê, nexweşxaneyên medenî yên Hewlêr, Mûsil, Kerkûk û Silêmaniyê bi term û birîndarên şer tijî bûbûn û hinek ji dibistanan jî bi mebesta razandina birîndaran hatibûn valakirin. Şayîê amajeyê ye ku tevî ku Pêşmerge serkeftineke mezin tomar kir, lê ji ber wê hejmara zêde ya ku di refên Artêşa Iraqê de hatin kuştin û bûn qurbaniyên siyaseta hikûmeta Bexdayê, Barzanî pê dilxweş nebû, çimkî daxwaza wê nedikir ku xwîna zêde birijê, herwiha di wê baweriyê de bû ku çareseriya pirsa Kurd ligel hikûmeta Iraqê bi rêya danûstandin û gotûbêjan dibe.
Ziyanên Pêşmerge di dastana Hendrên û Zozikê de, can ji dest dana hejmarek fermande û Pêşmerge bû, di nav wan de Nacî Bêroxî, Ehmed Hacî Mihemed, Mîxaîl..., Erîf Yûnisê Hewlêrî (Serleq), Xidir Ewla Begê Dergelêyî (Serleq) û Salih Mam Elyasê Rewandizî (Serpel) bûn. Ligel birîndarbûna 8 Pêşmergeyan ku ew jî Elî Heynî Dergelêyî, Mistefa Qadir Çawreş, Ismaîl Nesrûlla yê bi navê Mehmûd Dîktaryof, Hesene Şil Qereçetanî, Husên Mehmûd Kelêtêyî, Umer Qereçetanî, Seîd Ebdulrezaq Dergelêyî û Seîd Hemeda Axa Mêrgesorî... û gelekên din bûn.
Dûbare girtina navçeyan di êrîşa Pêşmerge de bi awayekî sosret û bi wê ziyana mezin a madî û canî ya ku hikûmeta Iraqê di şerê Hendrênê de dît, ku kiryareke leşkerî ya awarte bû. Tew nivîskarê fransî Rênîe Morîs ku bi xwe di nav kûrahiya şer de jiyabû, beşeke taybet a pirtûka xwe ji bo roja serkeftina Pêşmerge terxan kiriye û wek (Roja Qiyametê) bi nav kiriye.
Piştî temambûna şerê Hendrênê bi mebesta rêdan bi veşartin û veguhastina termê kuştiyên Artêşa Iraqê, Barzanî pêşniyar kir ku ji bo maweya 24 saetan agirbest were ragihandin, heta Xaça Sor a Navneteweyî wê erkê cîbicî bike. Ev banga Barzanî rûyê rastîn ê şoreşa Kurdistanê derdixe holê ku şoreş pabendî yasaya şer û peymanên navneteweyî dibe, ev bang jî xweştirîn bertek li Cenevreyê bi xwe re anî.
Ev serkeftin bû sedem ku fermandarên payebilind ên artêşê mikur bên, bo nimûne Ebdullezîz Uqeylî, wezîrê berevaniyê yê berê, di kabîneya yekem a Ebdulrehman Bezzaz de, dema ku di 21 li ser 22ê çiriya pêşîn a 1966an de di civînên Koşka Komarî de gotarek dirêj pêşkêş kir, tevî ku Barzanî û tevgera rizgarîxwaz a Kurd û pêvajoyên dîrokî yên şoreşa Kurdî bi çendîn awayan tohmetbar kir, di beşek ji gotara xwe de got: "Dema ku me plana êrîşa (Bihar)ê danî bi armanca pêşveçûnê ber bi navçeya Barzan ve, serkeftin di heyama sê mehan de misoger bû, eger rewş berdewam bûya û ez di berpirsyariyê de mabûm, di 13ê nîsana 1966an de operasyona pêşveçûnê ber bi navçeya Barzan ve serketî bû, lê mirina serkomar Ebdulselam Arif rewş berevajî kir, me berpirsyarî radestî kesên din kir, artêşê şerê Hendrênê bi awayekî gelek xerîb û neçaverêkirî têk bir. Ew têkçûna rûreşker kir ku serokwezîrê berê daxuyaniya dozdeh xalan a 29ê hezîrana 1966an ragihîne, di rastiyê de daxuyanî xwe-radestkirina temam a aliyê hikûmetê bû bêyî ku serhildêr pê ve girêdayî bin."
Her çend naveroka gotarê ji aliyê berevaniya li xwe ve tê, lê ew mikurhatineke eşkere ye bi têkçûna mezin a Artêşa Iraqê di zimanê yek ji dijminên herî dijwar ên tevgera rizgarîxwaz a Kurd û çareseriya aştiyane ya doza wê ya rewa de.
Şerê Hendrênê ji wan şerên herî girîng bû, ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftineke bilind tê de bi dest xist, di dirêjahiya pênc salên şerê çekdarî de li gel rêjîmên curbicur ên Îraqê, ku ev yekê sepand ku tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd karîbûye desthilata xwe ji caran zêdetir bisepîne bi wê pîvanê ku hêzeke artêşî ye û sedemek e ku hikûmet nikare bi çavekî kêm lê binêre.
Bi vî awayî berevanî û êrîşa hevbeş a Partiya Komunîst û Partiya Dêmokrata Kurdistanê di şerê Hendrênê de nimûneyeke bedew a xebata hevbeş a niştimanî bi Kurd û Ereb ve nîşanî xelkê Kurdistanê da, ji ber ku bi kiryar sûd ji hêzên Partiya Komunîst li navçeyê hat wergirtin, wek beşek ji tevgera şoreşgerî ya Kurdistanê rola çalak lîstin, di demekê de ku berê piştî rûxandina desthilata Ebdulkerîm Qasim bink û baregehên wan ji aliyê Barzanî û serkirdatiya siyasî ya Kurd ve ji bo hatin vekirin û hatin hewandin.
Çavkanî:1. Şiwan Mihemedemîn Teha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên 1963 – 1970, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2016, r. 211.
2. Ebdulla Ehmed Resûl Pişderî, Yadêştekanim (Bîranînên min), b:3, neçapkirî, r. 200.
3. Gunter Dişner, Kurd gelê xapandî yê bindest, w: Heme Kerîm Arif, Dezgeha Aras, Hewlêr, 2004, r. 209-210; Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Îlonê, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2012, r. 195-198.
4. Ebdulfetah Elî Botanî, Rojnameya Evro, j: 51, Dihok, tîrmeha 2004.
5. Renye Morîs, Kurdistan yan neman, w: Ebûbekir Salih Îsmaîl, Çapxaneya Xanî, Dihok, ji weşanên Dezgeha Mukriyanî, Hewlêr, 2008, r. 187.
6. Mesûd Barzanî, Dastana Hendrênê serkeftineke bêwêne, Rojnameya Xebat, j: 3465, 12/5/2010.
7. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera..., bergê sêyem, beşa yekem, r. 215-217; Mehdî Hacî, Qonaxa yekem a Şoreşa Îlonê (1961-1970), Kovara Dîrok, j: 14, Hewlêr, 2010, r. 101-102.
8. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
9. Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de... Hacî Bêroxî 1916 – 1975, bergê yekem, Tirkiye, 2021, r. 363.
10. Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944 – 1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di tevgera rizgarîxwaz a Kurd de, Çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019, r. 125 – 126.
11. Şêrzad Zekeriya Mihemed, El-Hereket el-Qewmiye el-Kurdîye fî Kurdistan el-Iraq 8 Şibat 1963 – 17 Temûz 1968, Dar Spîrîz lil-Tibaa wel-Neşr, Dihok, 2006, s. 266.
12. Cefer Ebas Hemîdî, El-Mesder el-Sabiq, el-Cuz' el-Tasi, s. 172 - 173.





