Deşî Ziya, sala 1969 peywendî bi Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê dike û dibe endam di wê yekîtiyê de, sala 1971 beşdar bûye di Kongreya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li Silêmaniyê, sala 1974 ligel Mihemed Hesen Rekanî, xelk han dane ku piştî vegera artêş û caşan bo navçeyên xwe xwe amade bikin bo bergiriyê, piştî nesko ya şoreşê di sala 1975an de ligel bavê xwe li gundê xwe man, Deşî Ziya di sala 1976an de peywendî bi Şoreşa Gulanê re kiriye, sala 1982 hatiye kirin berpirsiyarê nihênî yê rêxistina Şehîd Mihemed Huseyn ku paşê navê wê hatiye guhertin bo rêxistina Gewerr li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê û di heman demê de berpirsiyarê hêza bergirî ya millî ya devera Nihêlê bûye, di meha gulanê ya 1983an de bi sedema avêtina narincokekê ji aliyê zilamên rejîma Beis bo nava malbata wî, bav û hevjîna wî Şehîd bûne û xwişk û birayekî wî birîndar bûne.

Sala 1984 li lqa yekê ya Dihokê ku Remzî Şeiban berpirsiyarê lqê bû erkê nivîsandina nameyên nihênî yên wî jê re hatiye spartin, sala 1988 piştî şalaweya bednav a Enfalê û kîmyabarankirina devera Badînan, Deşî Ziya awareyê welatê Îranê dibe û rû dike Rojhilatê Kurdistanê, sala 1991 di raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê de beşdarî kiriye, sala 1992 hatiye kirin endamê lijneya navçeya Amêdiyê ser bi lqa 1ê, sala 1994 hatiye kirin serokê şaredariya Sersengê li qezaya Amêdiyê, sala 2001 hatiye kirin endamê lijneya navçeya Mangêşkê li sînorê lqa yekê, sala 2005 di dema damezrandina lqa 18an a partiyê li qezaya Amêdiyê, navborî hatiye kirin kargêrê lqê, sala 2013 hatiye kirin rawêjkar li lqa yekê, navborî endamê kongreyên 9, 10, 11an ên partiyê bûye, di Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê sala 2010 bi sedema wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistanê û rêbaza Barzanî kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî ya nemir jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî:

1-Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.