Şehîd Derwêş Hesen Şwan, di sala 1927'an de li gundê Bole yê girêdayî bajaroka Sîdekan a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bû. Gundayî bû û karê cotkariyê dikir, nexwende bû û malbatdar bû. 

Di sala 1961'an de bi Şoreşa Eylûlê re têkilî danî û li tabûra Hacî Beroxî ya girêdayî Hêza Balekê bû serpel. Beşdarî şerên Hindrîn, Zozik û Gorezê bû; di sala 1966'an de bi birayekî bi navê Hemîd Şwan Mustefa, ku ew jî Pêşmerge bû, û bi komek ji hevalên xwe re li Geliyê Omer Axa ya navçeya Diyanayê, girêdayî parêzgeha Hewlêrê, ji ber topbarana artêşa rejîma Iraqê şehîd bû.

Çavkanî:

Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.