Şaxolan gundek e dikeve bakurê bajarê Hewlêrê bi dûriya 25 km li navenda deşta Beranetî, piraniya niştecihên gund bi çandinî û ajaldariyê ve mijûl in, her ji destpêka Şoreşa Eylûlê ve xelkê gund piştevan û piştgirên girîng ên şoreşê bûn, di hemû demên xweş û nexweş de xizmeta Pêşmerge kirine û gund bûye penageh û cihê mayîn û veşartina Pêşmerge, herwiha di derbirîna rêz û hest û hezkirina Pêşmerge de kêm nekirine.

Gundê Şaxolanê xwediyê destaneke lehengî ya Pêşmerge ye ku di Şoreşa Eylûlê de li ser destê du Pêşmerge bi navên Xelîl û Seyîd Fethî li hember bi sedan hêzên artêşê û çekdarên kirêgirtî (caş) rûpelên dîrokê tomar kirine.

 Rûdawên vê destanê vedigerin bo dawiya meha sibata 1969an dema ku her du Pêşmergeyên navborî bi erka şoreşê û Pêşmergatiyê li wî gundî mêvan dibin, di wê demê de hêzeke mezin a artêş û caşan di manoreke serbazî de li nêzîkî Bestorê bi rêya gundê Şaxolanê re derbas dibin ber bi Îfrazê, diyar e di wê demê de keçikeke 5 heta 6 salî ku hêzê dibîne bi lez û bez ber bi malê direve da ku Pêşmergeyan ji wê hêza hikûmetê agahdar bike, di vê kêliyê de ew difikirin ku cihê xwe biguherin ji wê mala ku lê mêvan bûn bo maleke din neba da ku eşkere bibin, lê di wê navberê de çekdar wan dibînin û guleyan li wan dibarînin.  

 Êdî şer û pevçûn dest pê dike, hêza hikûmetê derdora gund dorpêç dike, lê newêrin nêzîkî cih û sengerên her du Pêşmergeyan bibin, yek ji caşan diçe mizgefta gund dibîne di hûcreya feqiyan de nêzîkî bîst ciwan kom bûne û mijûlî xwendina pirtûkan in, caş bi lûtbilindî gotinên nebaş ji melayê mizgeftê û feqiyan re dibêje ku ew mijûlî komcivînê ne, paşê ji wan dipirse ew du Pêşmerge çima li vir in û çima we rê daye xelkê wisa bên gundê we? Paşê bi hêrs mizgeftê cî dihêle û ber bi cihê Pêşmergeyan dikeve rê da ku bi wan re şer bike lê bi yekem gule caş tê kuştin.

Şer hêdî hêdî germtir dibe, serbaz û caş derdora gund û wê mala ku Pêşmergeyan senger lê girtibûn dorpêç dikin, Pêşmerge jî soz didin ku xwe radest nekin belkî heta nefesa dawî şer bikin, hêza hikûmetê bi wê hemû şiyana serbazî û çek û teqemeniyê nikarîbûn bi ser du Pêşmergeyan de zal bibin û nêzîkî wan bibin belkî difikirîn ku xaniyê ku Pêşmerge tê de bûn bişewitînin, ji xezebê berê xwe dan xelkê gund, hejmareke mezin ji ciwan û xortan girtin û destên wan girêdan heta sibeha din li derveyê gund destbiser kirin, di sermaya zivistanê de debabek û çendîn serbaz û caş li ber wan nobedarî dikirin.

Hêza hikûmetê wê şevê heta sibeha din bi tank û topan li derdora gund rawestiyabûn, çendîn caran peyam dan wan ku xwe radest bikin, lê Pêşmergeyan barê daxwazên serbaz û caşan qebûl nekirin belkî biryara şerê man û nemanê ji bo hev dubare kirin, roja din hêzeke serbazî ya mezin bi tank û top û zirîpoş û firokeyan ji Hewlêrê bo piştgiriya hêza yekem gihîştin gund û êrîş bo ser her du Pêşmergeyan berdewam bû, hejmarek xaniyên gund bi sedema bordûman û topbaran û êrîşa hikûmetê şewitîn û wêran bûn, Pêşmergeyan jî di bergiriyê de berdewam bûn, heta nêzîkî nîvro Seyîd Fethî şehîd dibe, paşê Xelîl bi dûman û toz û dûmana debaban û rûxana dar û dîwarên xaniyê tê derve û rûbirûyê debabê dibe û ew jî şehîd dibe.

 Bi vî awayî piştî du rojan di şer û pevçûnên artêş û caşekî zêde û bi temamiya şiyana şerî di tank û top û zirîpoş û firokeyan de li hember du Pêşmergeyan, bi şehîdbûna her du Pêşmergeyan şer bi dawî hat, lê ziyaneke zêde gihîşt çendîn xaniyên gund û bi doşkeyan gule li şivan û pezên gund dibarandin, welatiyeke sivîl ku jin bû birîndar bû, ziyanên hêza hikûmetê jî pêk hatibû ji 12 kuştî û hejmarek birîndar ku bi helîkopteran veguhastin. 

 Bi sedema vê şoreşê bi tundî dest bi lêdana çekdarên kirêgirtî (caş) kir, Faris Bawe fermandeyê hêza deşta Hewlêrê hêzek pêk anî û şand ser nahiya Quştepe bo lêdana çekdarên kirêgirtî (caşan) û encamdana çend çalakiyên Pêşmerge, ji bo ku nîşanî xelkê Hewlêrê bide ku hêza Pêşmerge bi hêz e û di çalakiyên xwe de berdewam e, ji bilî wê jî serkirdatiya şoreşê hêza Pêşmerge zêdetir destvekirî kir bo lêdana cihên hestiyar û girîng ên hikûmetê wek lêdana petrola Babagurgur, ji bo ku şoreş bi hêza xwe ji hikûmetê re biselmîne ku di şiyana wê de ye destê wan bigihîje kûrahiya navçeyên Îraqê û lêdana berjewendiyên wan.                                     

        

Çavkanî:

1- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, Çapxaneya Xebat, Dihok 1999.

2- Seyîd Kake, Bîranîna Pêşmergeyekî, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê, Çapa yekem, 1997.

3- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, Ç: yekem 2004.

4- Xurşîd Şêre, Xebat û xwîn, bîranînên salên xebata Pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.

5- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizava rizgarîxwaziya Kurd de, Çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.