Kanî Masî yek ji şaredariyên devera Berwarî Bala ye li qeza Amêdiyê, ser bi parêzgeha Dihokê ve. dikeve ser rêya Zaxo - Serzêrê - niştecihên şaredariyê ji misilman û xiristiyanan pêk hatine([1]). Diyare ji aliyê şoreş û berxwedanê ve jî wekî hemû navçeyên din ên Kurdistanê Kanî Masî beşdariya çalak û rola berçav hebûye di nîşandana çalakî û tomarkirina destanên dîrokî ji bo parastina azadî û dêmokrasiyê.
Yek ji wan destanên ku li wê navçeyê li ser destê Hêzên Pêşmerge hatine tomarkirin û em dixwazin derbarê wê de biaxivin Destana Kanî Masî ye, ku bi serpereştiya rasterast a serok Mesûd Barzanî û bi fermandariya doktor Roj Nûrî Şawês birêveçû, sedema rûdana destanê jî ji bo wê vedigere dema ku hikûmeta Îraqê yan jî bêjin serên Partiya Be's ku bi zorê hêz desthilatên xwe bi ser rêveberiya wî welatî de girtibûn, bangewaziya lawaziya şoreşa kurdî di nav xelkê Kurdistanê de belav kirin bi taybetî li devera Badînan, wisa nîşanî niştecihan didan ku şoreş ew hêz û şiyana wê nemaye rûbirûyê hêzên leşkerî yên Be's bibe û çalakiyên pêşmergatiyê dirêjê pê bide.
Helbet ji bo redkirina wê helwesta hikûmeta Be's serkirdatiya şoreşê biryar da ku rabe bi encamdana çalakiyeke mezin a leşkerî, daku ji bo hikûmeta Be's biselmîne ku Hêzên Pêşmerge her gava mebesta wê be û li her cihî be destanên mezin tomar dike û ziyana zêde bi dam û dezgeh û hêzên leşkerî û ewlehiyên Be's digihîne, herwiha ji bo raya giştî jî dupat bike ku şoreş berdewam e û ya hikûmeta Îraqê pê rabûye tenê propagande û gotinên bê bingeh in([2]).
Ew destana Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li devera Badînan a sînorê lîqa (1) ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji aliyê lîjne navçeyên Amêdiyê û Zaxo û Şêxan û Hêza Bergiriya Millî ve hat encamdan, êrîş birin ser bingeh û baregehên hêzên leşkerî yên hikûmetê li çend mihwerên navçeya Kanî Masî([3]), di şeva 13 li ser 14ê îlona 1987an de bi pêy bername û planeke leşkerî ya mukim û pêşketî, piştî şerekî germê xwînî karîn di maweyekî kurt de dest deynin ser hemû xalên leşkerî yên ku helmeta xwe biribûn ser.
Di wê helmetê de Hêzên Pêşmerge karîn dest deynin ser zêdetir ji pênc baregehên fewc û heftê kîlometre rûberê çargoşe de, di encamê de ziyaneke mezin gihîşt hêzên Îraqê di kuştî û birîndaran de ku bi serûyê sed leşkerî dihat texmînkirin, hewdem hejmarek leşkerên din jî ji aliyê Pêşmerge ve hatin dîlgirtin, tevî wê jî hejmarek otomobîlên leşkerî hatin têkşikandin û çek û teqemeniyên zêde ketin destê Hêzên Pêşmerge, di wê helmeta Pêşmerge û tomarkirina wê destanê de heft Pêşmerge û du kesên bergiriya millî şehîd bûn([4]).
Destana Kanî Masî bi yek ji serweriyên Şoreşa Gulanê tê hejmartin, çimkî destanek bû di asta şerê navbera du welatan de û ji aliyê qebare û hêz û çek û teknolojiya leşkerî ya serdemê ve, ku bi ti awayî hevsengî di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşê de nebû, lê ya ku hevsengiya hêzê guhert hêza bawerî û xebat di pêxema azadî û parastina mafên neteweyekê de bû, piştî serketina Pêşmerge di wê destanê de ji aliyê Mesûd Barzanî ve pîrozbahî û destxweşî arasteyî gişt Pêşmerge û beşdarbûyên destanê hat kirin([5]).
Di dawiya wê destanê de derket ku Hêzên Pêşmerge di encamdana çalakî û tomarkirina destanên dîrokî de li her dem û cihê mebesta wê be heta di kûrahiya cergê desthilata hikûmetê de jî, çalakî encam dide û gopalên mezin li dijminê xwe diweşîne û ziyana mezin pê digihîne.
Çavkanî:- Mesûd Barzanî، Barzanî û bizava rizgarîxwaza kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
- Kanî Masî https://ckb.wikipedia.org/wiki/
- Destana Kanî Masî =https://www.google.com/search?q
- https://www.facebook.com/watch/?v=2949199035158069
[1] - Kanî Masî https://ckb.wikipedia.org/wiki/
[2] - Destana Kanî Masî =https://www.google.com/search?q
[3] - https://www.facebook.com/watch/?v=2949199035158069
[4] - Mesûd Barzanî، Barzanî û bizava rizgarîxwaza kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l71.
[5] - Mesûd Barzanî، heman çavkanî, l 72





