Elî Baba Îsmaîl Heqî Elî Resûl, nasraw bi Doktor Elî Baba, Doktor Elî û Xalê Doktor, sala 1940ê li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, kurê rewşenbîr û şoreşgêr Îsmaîl Heqî Şawês (1898-1976) endamê çalak ê partiya Xoybûn a kurd e, bavê wî ji damezrênerên çendîn komeleyên siyasî yên kurd bûye li Başûrê Kurdistanê, sala 1968ê mastera teleraziyê (mîmarî) ji înstîtûya Moskowê wergirtiye, sala 1969ê wek endazyar li rêveberiya xwecihî ya Silêmaniyê hatiye damezrandin, sala 1970ê li şaredariya Silêmaniyê hatiye damezrandin, sala 1975ê piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê dibe û piştre li ser fermana serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye şandin bo derveyî welat, sala 1977ê doktoraya teleraziyê ji înstîtûya Moskowê wergirtiye, salên (1977-1981) li Yekîtiya Sovyetê wek penaber jiyaye û venegeriya ye Başûrê Kurdistanê, salên (1981-1984) li Belçîkayê wek penaber niştecih bûye, sala 1985ê li ser daxwaza serok Mesûd Barzanî vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, salên (1985-1990) li welatê Îranê bi penaberî jiyaye, di 6ê kanûna yekem a 1990ê de li Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiriye û seretayê li goristana bajarokê Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye veşartin, piştî raperîna Başûrê Kurdistanê li goristana Girê Seywan a bajarê Silêmaniyê hatiye spartin bi axê. Şarezayê zimanên kurdî, erebî, rûsî, farisî û fransî bûye.
XebatnameSala 1957ê peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê kiriye, sala 1957ê peywendî bi rêzên partiyê kiriye, sala 1959ê peywendî bi rêzên Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1959ê peywendî bi Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê kiriye, sala 1959ê endamê lijneya rêxistina lawan bûye, sala 1970ê endamê lijneya navçeya Silêmaniyê ser bi lijneya lqa çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1974ê peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmergeyên kiriye, sala 1984ê hatiye kirin kargêrê lijneya lqa şeş a Ewropayê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sernivîserê kovara Ezmer bûye ku ji aliyê lijneya lqa çar ve hatiye çapkirin, sala 1988ê beşdarî di dastana Xwakurkê de li sînorê parêzgeha Hewlêrê dijî hêza artêşa Îraqê kiriye, sala 1989ê ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya dehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê) hatiye hilbijartin, sala 1989ê berpirsê duyem ê lijneya lqa çar bûye.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
-
Îbrahîm Mehmûd, Dewleta Haco Axa ya Kurdî, (Şam - Dar El-Zeman lil-Tibaa wel-Neşr wel-Tewzî' - 2018z), r. 648.
-
Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx El-Hizb El-Dîmqratî El-Kûrdîstanî - El-Îraq (fî Mehetat Reîsîye) 1946 - 1993, (Dihok - Metbe'eya Xebat - 1998z), r. r. 174, 488.
-
Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z), r. 121.
-
Ebdulxalid Sabir (Mamosta Xalid), Şecerêya malbatên kevnar ên Silêmaniyê di navbera salên 1784 - 1914, çapa duyem, (Beyrût - Çapxaneya Grîn Glûrî - 2010z), r. r. 569 - 572.
-
Osman Sengeserî, Beşek ji jiyana serkirdeyên nemir ên Kurdistanê, (Silêmaniyê - Çapxaneya Sîma - 2014z), r. 71.




