Ebdullah Seîd Ehmed sala 1920 li gundê Xelanê yê ser bi nahyeya Mezinê ya qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1989 li Mergewera Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiriye.
XebatnameEbdullah Seîd Ehmed di 23ê gulana 1947an de hevaltiya cenêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Qetûr û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê ji bo maweya çil rojan li komelgehekî vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û di rûyê xurek, cilûberg û hatûçûnê de wekî dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekî li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane ji bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê ve were veguhestin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û tîm bi şemendeferê li ser gundên herewêziyên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewlek mezin û şandina çendîn nameyan ji aliyê cenêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihêje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de hikûmeta Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, lewma navborî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1962 beşdarî Şoreşa Eylûlêyê bûye û di şeran de beşdar bûye. Sala 1983 wekî penaber rû kiriye welatê Îranê û heman sal beşdarî Şoreşa Gulanêyê bûye û bi pileya serpel di şeran de beşdar bûye.
Çavkanî:1. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z).
2. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
3. Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - belavokên Akademiya Kurdî - çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
4. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxanê Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
5. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî kurd 1931 - 1958, (Duhok - çapxaneya Xebat - 1998z).
6. Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.





