Ehmed Mihemed Elî, naskirî bi Ehmed Fethullah, sala 1942an li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye, xêzandar e, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Îlonê awareyê welatê Îranê bûye û li komelgeha Sarable di navbera bajarê Kirmaşan û Kamiyaranê niştecî bûye, piştre derbasî bajarê Siltanabadê yê Erakê bûye, sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û beşdarî raperînê kiriye.
Sala 1962an peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê kiriye li kertê 3yê Qerax li binkeya Mîsmayîl, bi fermandeyiya Hacî Marif Remezan Gomezer bûye Pêşmerge, sala 1965an pileya serpelî li heman kertê wergirtiye, sala 1966an bûye serleq û heta sala 1970yî berdewam bûye. Beşdarî çendîn şeran kiriye ji wan şerê Zengene, Şîwesûr û Qadir Kerem, şerê Qadir Kerem maweyê çardeh rojan berdewam bûye û di wî şerî de hêza Pêşmerge firokeyeke Artêşa Iraqê xistine xwarê. Sala 1967an di şerê Şîwesûr de birîndar bûye.
Sala 1970yî piştî îmzekirina rêkevtinnameya 11ê Adarê, hatiye kirin parêzvanê sînorê Sengaw di fewcê 5ê parêzvanê sînor bi fermandeyiya Şewket Îsmaîl û Ezîz Qazî cîgirê fewc. Sala 1974an piştî şikandina rêkevtinnameya 11ê Adarê ji aliyê hikûmeta Îraqê û destpêkirina şer, Ehmed Fethullah hatiye kirin serleqê Sengaw û beşdarî şerê Kewele kiriye û her di wî şerî de helîkopterek xistine xwarê.
Sala 1979an peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge, heman sal beşdarî Kongreya nehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, piştî kongreyê pileya endamê lqa çaran wergirtiye û bûye berpirsiyarê lijneya navçeya Çemçemal. Heta sala 1989an û Kongreya dehem di erkê xwe de berdewam bûye. Sala 1982an di şerê Şarbajêr de bi dijwarî birîndar bûye û bi helîkopter derbasî nexweşxaneya Sineyê bûye û ji wir jî derbasî nexweşxaneya Esfehanê bûye.
Di 16ê tebaxa 1996an de di Yûbîla Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, bi sedema wan xizmetên ku pêşkêş kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî mîdalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





