Enwer Heme Emîn Mewlûd di sala 1964an de li qezaya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve hatiye dinê. Ji niştecihên Seyîdsadiq bû û li nava bazarên qezayê dikaneke wî ya bazirganiyê hebû. Qonaxa seretayî qedand, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê penaberî Îranê bû û li bajarê Seryazê bi cih bû.
Di sala 1978an de tevlî refên Pêşmerge bû di beşa rêxistinên hêzên Sûrên de di nava Komîsyona xwecihî ya Derbendîxanê ya ser bi Şaxa Çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve. Paşê bo fujê Şehîd Ebûbekir Banî Benokî hat veguhestin û bû nivîskarê fujê, paşê vegeriya baregeha hêzan û pileya rêberê siyasî yê hêzên Sûrên û çavdêrê şaneyên veşartî yên nava qezaya Seyîdsadiq jê re hat dayîn.
Beşdarî şerê stasyona sotemeniyê ya Seyîdsadiq, şerê çiyayê Seyîdsadiq, şerê Siyamêwe, şerê Dalanî û Mele Xurd, çalakiyên şerê çeteyî li deşta Şarezûrê bû.
Enwer Heme Emîn Mewlûd di 30ê çiriya pêşîn a sala 1981ê de dema ku dixwest biçe nava qezaya Seyîdsadiq ji bo cîbicîkirina erka rêxistinî ya partîtiyê, lê di dema vegerê de ket nav kemînekê ku ji aliyê hêzeke Yekîtiya Niştimanî ve hatibû danîn.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


