Şehîd Şêx Hemedemîn Osman, naskirî bi (Erîf Şêxe), di sala 1925an de li gundê Rûstê yê ser bi nahyeya Gelale ya qezaya Çoman a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa navendî li gundê Rûstê xwendiye, şarezayiyeke temam di zimanên erebî û farisî de hebûye, xêzandar bûye û xwediyê çar kur û du keçan bûye.

Erîf Şêxe, sala 1963an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di beşa topavêjiyê ya Hêza Balekî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye pêşmerge, di salên 1950yî de bi sedema serbaziya zorê bûye serbazê rêjîma wê demê ya Îraqê û beşdarî çendîn xûlên bikaranîna çekên dûrmewda bûye û şarezayiyeke temam û mukim çêkiriye, lewma ligel bûna wî bi pêşmerge hatiye kirin bikarînerê topên (25 mm retl û 122 mm meydan û 155 mm), herwiha di çendîn babetên giring û pêwîst de hevkarekî gelek baş ê beşa topavêjiya giştî ya şoreşê bûye û di du xûlên pêgihandina pêşmerge de ji bo çekên dûrmewda wek mamoste beşdarî kiriye û roleke bilind dîtiye ku xûlên wan pêk hatine ji xûla hamiyeya Rewandizê û xûla Gelale.

Erîf Şêxe beşdariya karîger hebûye di dastanên Deşta Diyana bi giştî û şerên Korêk, Sertîz, Hamiyeya Rewandizê, Geliyê Elî Beg, Korêk, Bersirîn û Bêxal. Di jiyana pêşmergatiyê de du caran bi dijwarî birîndar bûye ku her du caran bi sedema bordûmana firokeyên rêjîma wê demê ya Îraqê bûye, di sala 1969an de di şerê Deşta Diyana û sala 1974an li gundê Bersirîn û ji aliyê serkirdatiya şoreşê ve ji bo wergirtina çareseriyê şandine welatê Îranê û maweya du mehan li nexweşxaneya bajarê Mehabadê çareserî wergirtiye.

Sala 1977an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û hêzek ji gundên deverê û Deşta Diyana pêk aniye û li devera Balek dest bi tevgerên partîzanî kiriye, lewma komek ji caş û xwefiroşên dijî gel, pilana jinavbirina Erîf Şêx dadirêjin.

Di 21ê Adara 1977an de bi pilaneke rêkxistî ji aliyê neyarên Partiyê ve, ji bo çavpêketina wan pêşmergeyên peywendî bi şoreşê dikin, Erîf Şêx diçe Qirne û Pişt Aşan li binarê Çiyayê Qendîl bi arasteya bajarokê Qeladizê, her ligel gihîştina Erîf Şêxe ji aliyê neyarên Partiyê ve dor hatiye girtin û dane ber destrêja gulle û Erîf Şêxe şehîd hatiye kirin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.