Parêzgeha Kurdnişîn a Kerkûkê ku rasterast piştî proseya xwemalîkirina petrola Îraqê di 1ê hezîrana 1972an de navê wê bo (Et-Te'mîm) hat guhertin, wekî parêzgeha herî girîng tê hejmartin ku welatê Îraqê piştî bidawîhatina şerê cîhanî yê yekem (1914- 1918) li ser hatiye avakirin, ji ber cîhê erdnîgarî û hebûna petrolê xwedî girîngiyeke taybet e û berhemanîna petrolê vedigere bo bîra yekem a petrolê ya sala 1927an û şandina wê bo Derwe di sala 1934an de, hebûna çend neteweyan, girîngiyeke zêdetir daye vê parêzgeha Kurdistanê ku ji aliyê etnografî ve ji piraniya Kurd û neteweyên din wekî Ereb, Asûrî û Tirkmen pêk hatiye. Zêdebûna rêjeya Kurdan, bûye sedema nîgeranî û kabûsa desthilatdarên Îraqê ji dema avakirinê heta niha, lewma her tim di planê de bûne bo guhertina demografiya vê parêzgehê di berjewendiya neteweya Ereb de.
Siyaseta erebkirinê ku desthilatdarên Îraqê piştî avakirina dewleta Îraqê di sala 1921an de tora wê hûniştibûn, piştî hatina ser desthilatê ya Partî ya Be's di salên şêstî yên sedsala borî de, çarçoveyeke berfireh, mezin û metirsîdartir girt ber xwe. Ji ber ku di madeya heftem (7) ya destûra navxweyî ya Partî (pêrewê navxweyî) ya sala 1947an de, cîhê erdnîgariya neteweya Ereb di navbera çiyayên Toros û sînorê Îraq-Tirkiyeyê heta bilindahiyên Piştkû li sînorê Îran-Îraqê, heta digihîje okyanûsa Atlantîk û Başûrê Kurdistanê (Kurdistana Îraqê) beşek ji vê hevkêşeyê hatibû hejmartin, ew jî tê wateya înkarkirina hebûna gelê Kurd wekî neteweya xwedî ax, çand, dîrok û şaristanî. Kongreya Sêyem a Partî ya Be's di sala 1979an de tekezî li ser vê yekê dike ku ew neteweyên ku ziman û taybetmendiyên xwe hene û li welatê Erebî dijîn, ew jî beşek in ji neteweya Ereb.
Li gorî vê û li ser vê rijdûna serokên Îraqê û li ser bingeha destûra dewleta Îraqê ya sala 1970an, Îraq beşek e ji welatê Erebî û gelê Îraqê beşek e ji neteweya Ereb. Erebkirina Kerkûkê şêwazên cuda û cîbicîkirina wê li gorî qonax û xwezaya Barûdoxên navxweyî û Derwe yên Îraqê bi vî rengî bûye:
1- Niştecihkirina eşîrên Ereb.
2- Kêmkirina rêjeya niştecihên Kurd (terqîq el-wucûd el-kurdî) hemleyên koçberkirin û derxistinê.
3- Guhertin di teşkilatên (saziyên) rêveberiyê de.
4- Erebkirina saziyên fermî û nîv-fermî.
5- Guhertina nasname û neteweyê (et-teshîh el-qewmî lil-sukkan).
1- Niştecihkirina eşîrên Ereb:
Projeya avê ya Hewîce:
Mebest ji cîbicîkirin û bidawîhatina projeya avdêriyê ya Hewîce (1936- 1952) û niştecihkirina Ereban li navçeya Hewîce bû, karên kolandina vê projeyê di sala 1936an de bi dirêjahiya 55 kîlometreyan û gihandina ava avdêriyê bo 139000 donim erdê çandiniyê ji Zêyê Biçûk bo bicihkirina (niştecihkirina) bîst hezar (20,000) kesan, ji eşîrên Ereb ên koçer [1] navçeyê ku piraniya wan ji eşîra Ubeyd û Tey bûn, hatiye kirin û amadekarî bo eşîrên Leheyb û Kirwiyê hat kirin bo niştecihbûna wan li deştên Qeretepê, eşîra Cebûr û beşek ji eşîra Tey li deştên Qerecî yên bakurê Hewîce, her di vê pêxemê de hikûmeta Îraqê bîrên avê li wê navçeyê bo wan kolan û teşwîqî niştecihbûna herî zêde ya wan koçeran li navçeya Hewîce kir, ku di encamê de bû palnera hikûmetê bo biryardana bo qezakirina Hewîce di sala 1962an de.
Şer û pevçûnên berdewam ên di navbera eşîra Ubeyd û Eza li deştên başûrê Hewîce û piştî bidawîanîna projeya avdêriyê ya Hewîce, bû amûrek bi destê hikûmetê ve bo niştecihkirina her du eşîrên Ubeyd û Cebûr û çend eşîrên din li vê navçeyê, lê ji ber ku eşîrên Ereb ên ku berê girîngî bi karê çandiniyê nedabûn, tenê karê wan koçerî û şivantî bû (pez, manga, gamêş, hêştir), lewma bi neçarî û bo bicihkirinê, fêrkirina şêwaz û çawaniya karê çandiniyê û bikaranîna erdê çandiniyê û şêwazên çandiniyê, hikûmetê çend kes wekî pisporên karê çandiniyê şandin navçeyê, bi vî rengî li vê navçeyê erd li ser Ereban hat dabeşkirin, bi vî awayî ew eşîrên Ereb ên ku di bingeh de karê wan cotkarî nebû û hikûmetê erdê çandiniyê li ser wan dabeş kir û gundên nû bo wan ava kirin, li vê navçeyê niştecih bûn, ev yekem gava destpêkirina proseya erebkirina parêzgeha Kerkûkê bû ku plan bo hatibû danîn û ji aliyê hikûmetên li pey hev ên serdema padîşahiyê li Îraqê ve hatibû birêvebirin.
Eşîra Ubeyd deh sal piştî mayîna wan li deştên Hewîce li gorî amara serjimêriya sala 1957ê ya Îraqê, wê demê eşîra Ubeyd ku bi yazdeh hezar (11,000) kes dihat texmînkirin, li başûrê beşa rojavayê projeya avdêriyê ya Hewîce bo Kerkûkê li rûberekî 1000 kîlometre çargoşe erd hatin niştecihkirin, eşîra Cebûr 12595 kes li navçeya navbera Zêyê Biçûk û Zêyê Mezin li aliyê rojavayê projeya avdêriyê û li ser erdê çandiniyê bi rûberê 900 kîlometre çargoşe hatin niştecihkirin, 2140 kesên eşîra Elbûcem'edan li navçeya navbera Zêyê Biçûk û rêya sereke ya navbera Hewîce-Kerkûkê û li ser erdê 100 kîlometreyî û li 14 gundên nû hatin avakirin niştecih bûn, hinek ji zarokên eşîra Tikrîtî û Dûrî jî li wê navçeyê û bi qasî 100 kîlometre erd cîh bo wan hat vekirin û niştecih bûn, ku li gorî daneyên serjimêriya sala 1957an û bi giştî rêjeya wan niştecihkiriyan li Hewîce, 27705 kes bûn û hikûmetê saziyeke rêveberiyê bi navê nahiyeya Hewîce ya ser bi qezaya Kerkûkê ve vekir, paşê di serdema rejîma Be's de hat berfirehkirin û kirin qezaya Hewîce û nahiyeya Riyazê xistin ser, mixabin piraniya niştecihkiriyên axa Kurd li deştên Hewîce di çilên sedsala borî de hevkariya artêşa Îraqê dikirin bo êrîşên li ser gundên Kurdî, bi taybetî di sala 1963an de û paşê di bin siya (sîwana) hikûmetê de bûn mîlîsiyayên siwarên Xalid bin Welîd û şêweyê nîv-fermî ji hikûmetê wergirtin û beşdar bûn di şerê li gel Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê [2].
Avakirina dewleta Îraqê (1921):Yekem qonaxa erebkirina Kerkûkê di sala 1921an de piştî ragihandina welatê nû bi navê Îraq ku beşa Başûrê Kurdistanê pê ve hatibû girêdan, dest pê kir û dawiya sedsala borî (2000) pir bi çirî û dijwarî berdewam û li gorî planê hat cîbicîkirin.
Qonaxa duyem a erebkirina Kerkûkê piştî dabeşkirina zeviyên nû yên çandiniyê li ser erebên hatî bû, piştî duyemîn projeya avdêriyê di sala 1972ê ya Kerkûkê de ku bi projeya avdêriya Kerkûkê yan avdêriya Sedam tê naskirin, li bendava (skrî) Dûbsê li başûrê qezaya Pirdê (Altun Koprî) bi dirêjahiya heşt kîlometreyan avê ji bendava Dûkanê bo başûr û başûrê rojavayê bajarê Kerkûkê vediguhêze, ev yek bû sedema kişandin û niştecîkirina hejmareke zêdetir a ereban li wê navçeyê û çêkirina gund, komelgeh û cihên niştecîbûnê yên zêdetir ji wan re ku bi erebên hatî tên naskirin.
Bi milkkirina gund û zeviyên çandiniyê:
Berî damezrandina dewleta Îraqê li parêzgeha Kerkûkê, destbiserdagirtina (bi milk kirin - istimlak) gund û zeviyan tunebû, lê desthilatdarên Îraqê û bi taybetî di nîvê duyem ê sedsala borî de bi behaneya parastina dezgehên petrolê û çêkirina serbazgehan bi sedema ewlehî û stratejîk, ev diyarde derket holê, bi taybetî biryarên Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Beis, fermanên serokatiya Komara Îraqê yan lijneya bakur û ji bo çêkirina pişta ewlehiyê ya bajarê Kerkûkê û nahiyeyên Pirdê, Şwan, Qerehesen, Teze Xurmatû û Dûbsê, di vê hemleyê de sêzdeh gundên Sunegolî, Yarewkî, Pencaelî, Welî Paşa, Qizilqaye, Çîmenê Mezin û Biçûk, Cewêl Bûr, Hencîre, Qutan, Qutan Qûşqaye, Şûraw û Bacwan hatin valakirin.
Navçeya pişta ewlehiyê bi vî awayî hat dabeşkirin:
- Zeviyên girêdayî dezgehên petrolê, li gorî nivîsara Encûmena Bilind a Şoreşê di 19ê Nîsana 1979an de û wergirtin (al-istîla) û hilweşandina mafê bikarhêner.
- Zeviyên girêdayî dezgehên serbazî di sala 1988an de û li gorî nivîsara Dîwana Serokatiya Komarê hejmar 1999 di 27ê Gulana 1988an de, biryar hat dayîn tenê radestî ereban bê kirin [3].
Rûbera wan zeviyên ku bi sedema serbazî dest bi ser de hatibû girtin, di berfirehbûnê de bû, bi dehan senger û bingehên serbazî li ser bilindahî û girên navçeyê hatin çêkirin û piraniya wan bi têlên dirî û mînan û bi navê navçeya parastî ya serbazî dest bi ser de hat girtin, Kurd û Tirkmen jî di kirîn û bi nav kirina xanî û zeviyan de bêpar hatin hiştin, heta mafê çêkirin û nûjenkirina xaniyên xwe jî nebûn ji bo ku neçar bi firotina wan bibin bo erebên hatî, ev yek bi piştevanî û handana rejîma Beis û hikûmeta Îraqê, bi rêya hêsankariya veguhastina hatîyan û damezrandina wan di fermangehên hikûmî û dezgehên petrolê yên bajêr de, heman ew proseya ku serkirdatiya Kurd (Şoreşa Eylûlê) bi erebkirina Kerkûkê nav kir û daxwaza rawestandina wê kir [4].
Di heftiyên sedsala borî de hemleya erebkirinê li navenda bajarê Kerkûkê pêş ket û çendîn taxên nû hatin çêkirin, di nav wan de Zûbat, Beis, El-Wista, El-Îştirakiyê, Girnata, Hecac, Erobe, Şurte, Dûr-el-Emîn, Qetîbe, El-Wehde û El-Hûriyê, bi her yek ji erebên hatî 10, 000 dînar û taybetmendiyên fermanberan û pileya partiya Beis hatin dayîn, lijneya taybetî ji bo anîn û niştecîkirinê li parêzgehên Îraqê ji bo niştecîkirina ereban li parêzgeha Kerkûkê bi şertê veguhastina tomara nasnameyê bo Kerkûkê hatin çêkirin [5].
2- Kêmkirina rêjeya nişteciyên Kurd (terqîq el-wucûd el-kurdî) Hemleyên raguhastin û koçpêkirinê: (hemalat el-terhîl we el-tehcîr)Ev hemle bi mebesta derxistina welatiyên Kurd ên resen ên Kerkûkê ji navçeyên wan, bo cihên din bêyî razîbûn û daxwaza wan û cîgirkirina erebên hatî li cihên wan, di heftî û heştiyên sedsala borî de bi taybetî piştî serneketina rêkeftina 11ê Adara 1970an di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û hikûmeta Beis de di sala 1974an de, bi sedan gund û komelgehên niştecî yên Kurdan ketin ber hemleya êrîşa serbazî ya artêşa Îraqê, piştî xapûrkirin û şewitandina gundan, nişteciyên wan ên ku bi zindî mane bo navçeyên derveyî parêzgeha Kerkûkê raguhastin, hemleya sirîna hebûna Kurd li wî bajarî di dema şerê heşt salî yê navbera Îran-Îraqê (22ê Îlona 1980an - 8ê Tebaxa 1988an) gihîşt lûtkeyê:
- Raguhastina hemû wan kesên (malbat) ku piştî rêkeftina Elcezayîrê (6ê Adara 1975an) di navbera Îran û Îraqê de vegeriyabûn bo bajarên navîn û başûrê Îraqê, ji bilî parêzgeha Kerkûkê.
- Çêkirina komelgehên niştecîbûnê ji bo wan kesên gundên wan xapûr kiribûn, li cihên din ji bilî parêzgeha Kerkûkê.
- Hilweşandina hemû girêbest û tapoyên zeviyên çandiniyê, destbiserdagirtin û radestkirina wan bi erebên hatî bêyî razîbûn û qerebûkirina Kurdan.
Sala 1998an hikûmetê biryara desteser-kirina yek kesî ji her malbateke Kurd ku bo bakur (Dihok-Hewlêr-Silêmanî) hatiye derxistin, destgirtin bi ser xaniyê derxistiyan û karta xurekê (biryara 586ê Neteweyên Yekbûyî- petrol li hember xurek) û pelên fermî de derxist.
3- Guhertin di teşkîlata (dezgeh) rêveberiyê de:Di berdewamiya proseya erebkirinê de, yek ji qonaxên guhertinê di teşkîlata rêveberiya hikûmî de bû. Biryar û raspardeyên zêde ji aliyê karbidestên Îraqî ve di vê derbarê de derketin û ketin warê cîbicîkirinê, di nav wan de paqijkirina hemû dezgehên ser bi wezareta petrolê, rêya hesinî, projeyên karebayê û kompaniya Kûprît (gogirt- (Sulfur ji fermanber, karmend û karkerên Kurd û Tirkmen di berjewendiya ereban de. Di berdewamiya vê rêçik û şêwazê de û li gorî rêbernameyên Dîwana Serokatiya Komarê û nivîsara sekreterê partiya Beis hejmar 8107 di 5ê Tîrmeha 1999an de, nivîsareke giştandinê ji aliyê wezareta navxweyî ya Îraqê bo parêzgarê Kerkûkê (El-Temîm) bi hejmar 9407 di 17ê Tîrmeha 1999an de hatiye, ku nabe ji bilî ereban kesekî din ji neteweyeke din di dezgehên dewletê (hikûmî) de wek fermanber bê wergirtin û, yên hene ji Kurd û Tirkmenan bo cihekî din bên veguhastin yan pileya fermanberiya wan bê kêmkirin bi taybetî di warê (sekterê) petrol û gazê de, di warê xwendinê de hatiye bi ti awayî bawernameya xwendinê neyê dayîn heta dema ku paqijiya partîtiyê (Beis) bînin yan xwe dikin neteweya ereb. Di derbarê bazirganiyê de nabe Kurd li Kerkûkê karê bazirganiyê bike, yan beşdar bibe di proseyên li ser hev kêmkirin û zêdekirinên (mizaîde) projeyên dewletê.
Erebkirin tenê li vir nema, xwendin û dibistanên jî girtin bi veguhestina piraniya mamoste û rêveberên perwerdeyî yên Kurd û Tirkmen bo derveyî navenda bajêr û zêdekirina mamosteyên Ereb li şûna wan, axaftin û xwendin bi zimanê zikmakî ket bin astengiyan û zimanê Erebî hat cîgirkirin, navê hemû cih û cihên firotin û bazirganiyê, dibistan, mizgeft, park û hemû cih û cihan guherî bo Erebî, her çend di çarçoveya rêkeftinnameya 11ê Adara 1970 û li gor nivîsara 288 û 204 a Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Partîya Beis bi fermî rê bi ziman û xwendina Kurdî hatibû dayîn, lê piştî şikestina rêkeftina 11ê Adarê di sala 1974 de ji aliyê navendê ve û destpêkirina şer û pêkanîna siyaseta axa şewitandî li ser Kurdistanê, bi nivîsara 309 di 26ê Adara 1974 de biryara berê ya xwe bo tengkirina zimanê Kurdî betal kirin û hinek ji navendên xwendinê xistin ser Bexdayê [6].
4- Teerîbkirina dezgehên (müessesat) fermî û nîv-fermî:Bajarê Kerkûkê di serdema desthilata Osmanî û heta sala 1879 navenda lîwaya (parêzgeha) Şarezor bû, piştî damezrandina wilayeta Mûsilê wek sêyem qeza (sencaq- sencûq) xistin ser Mûsilê (Kerkûk, Silêmanî, Mûsil) heta damezrandina dewleta (welatê) Îraqê di sala 1921 de, sala 1925 Kerkûk kirin lîwa (parêzgeh) û qezayên Kerkûkê (navend, Pirdê, Qerehesen, Şiwan, Elmilihe, Daqûq) û qezaya Selahiyê yan Kifrî (navend, Qeretepê, Şêrwanê, Bîbaz, Tûz), qezaya Çemçemal (navend, Axceler), qezaya Kîl (navend, Sengaw) pêk dihat.
Serdema padîşahiyê li Kerkûkê tenê guhertin di heykeliya rêveberiyê de hat kirin, li şûna Kîl Tûzxurmatû bi pêkhateya Daqûq û Qadirkerem kirin qeza, herî zêde guhertin di nîvê duyem ê sedsala bîstem û bi taybetî piştî biencamgihandina projeya avdêriya Hewîce û biqezakirinê bi mebesta niştecîkirina Erebên hatî di sala 1962 de, pêkvebestina nahiyeyên Riyaz û Abasî û xistina ser nahiyeya Zab a ser bi parêzgeha Mûsilê bo ser qezaya nû di sala 1984 de.
Ev guhertina ku bi ser heykeliya rêveberiya Kerkûkê de hat:
- Cuda kirina qezayên Kelar û Çemçemal û bestina wan bi parêzgeha Silêmaniyê, qezaya Kifrî bi parêzgeha Diyala bi fermana hejmar 608 di 6ê Çiriya Paşîn a 1975 de.
- Bestina qezaya Tûzxurmatû bi parêzgeha Selahadîn bi fermana komarî ya 41 di 29ê Kanûna Duyem a 1976 de. Li gor fermana komarî ya 41 ya 29ê Kanûna Duyem a 1976 tenê qezaya navendî û Hewîce wek qeza û navenda rêveberiyê man.
- Damezrandina qezaya Dûbs û pêkhatî ji navend û qezaya Pirdê bi fermana komarî ya hejmar 72 di 15ê Sibata 1976 de.
- Betalkirina qezaya Dûbs û bestina nahiyeya Pirdê (Altun Koprî) li Kerkûkê û bestina wê bi parêzgeha Hewlêrê li gor fermana komarî ya 434 ya sala 1989 de, bestina hinek ji navçeyên wê bi nahiyeya Dûbs û çend navçeyên Dûbs ji aliyê rêveberiyê ve xistin ser qezaya Hewîce.
- Cuda kirina nahiyeya Daqûq ji qezaya Tûzxurmatû ya ser bi parêzgeha Selahadîn û bestina wê bi qezaya navendî ya Kerkûkê bi fermana komarî ya 256 di 18ê Gulan a 1976 de.
- Damezrandina qezaya Daqûq bi fermana komarî ya 434 di sala 1989 de.
Bi vê guhertinê û ew hemû ferman û biryarên ku tenê armanca wan teerîbkirina Kerkûkê bû, rûbera parêzgeha Kerkûkê ji 20335 kîlometreyên çargoşe yên sala 1957 bo 9639 kîlometreyan û ji 22 navendên rêveberiyê bo 11 navendan di sala 1993 de kêm bû.
5- Yasaya guhertina nasname û neteweyê (qanûn Et-Tesîh el-Qewmiye):
Her rêgeçareyeke bo kêmkirina rêjeya Kurd li Kerkûkê û zêdekirina rêjeya Erebî û ziman û çanda Erebî bi hişê karbidestan de hat, hat ceribandin, yek ji van rêgeçareyên bilez ên teerîbkirina Kerkûkê yasaya guhertina nasname û neteweyê bû, li gor vê yasayê li ser neteweya Kurd û Tirkmenan e ku neteweya xwe bo Ereb biguherînin, eger na rastî pestan û rêkarên tund ên aborî, kargêrî û ewlehiyê tên, di nivîsara hejmar 199 ya 6ê Îlona 2001 a Encûmena Serkirdatiya Şoreşê, berevajî yasaya serdema desthilata Osmanî, biryar hat dayîn her welatiyekî Îraqê mafê guhertina neteweya xwe heye bo Ereb, di naveroka xwe de bi zelalî Ereb hatiye pênasekirin, her takek li welatê Erebî û bi Erebî diaxive û xwe bi neteweya Ereb dizane, Ereb e. Takekî Ereb mafê wî nîne neteweya xwe biguherîne bo neteweyeke din û di vê rewşê de rastî bendkirina yek salê tê. Piraniya wan kesên ku amade nebûn neteweya xwe bo Ereb biguherînin, ji aliyê hikûmeta navendî ve rastî cureyên pestanê hatin, di nav wan de girtin û derxistina wan û malbatên wan ji Kerkûkê, tenê ji ber ku amade nebûn neteweya xwe bikin Ereb, hebûna alîgirî bo partiyên siyasî yên Kurdistanî didan pal wan û ji Kerkûkê dihatin derxistin, ev hemle bi çirî û dijwarî heta dawiya rejîma Beis di şerê duyem ê Kendavê û ketina wê di 9ê Nîsana 2003 de berdewam bû [7].
Teerîb li Îraqa nû (2003- 2025):
Piştîvanîkirina li terorîzma cîhanî (navneteweyî) bûn û veşartina çekên komkuj bû sedema êrîşa serbazî ya Amerîka û hevalbendan bo ser Îraqê, ketina Bexdayê di 9ê Nîsana 2003 de, nemana rejîma Beis, cîgîrbûna sîstema hikûmî ya bi navê demokrasiya federal li Îraqa nû, danîna destûra nû ya demkî, dengdana gelên Îraqê di referanduma 15ê Kanûna Yekem a 2005 û pesendkirina wê wek destûra herdemî ya welat. Madeya 58 a destûra demkî û 140 a herdemî taybet bi navçeyên Kurdî yên Erebkirî (teerîb), biryar bû bi rêya hevkariya nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura (Staffan de Mistura) û komîteyên taybet bi vê erkê di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ev pirs heta dawiya sala 2007 çareser bibe, lê ne tenê çareser nebû, belkî di kabîneyên li pey hev ên hikûmeta Îraqê de di Encûmena Rêveberiya Dewletê (19ê Adara 2003- 28ê Hezîrana 2004), hikûmeta demkî di 28ê Hezîrana 2004- 3ê Gulanê 2005 bi serokatiya Eyad Elawey, Nûrî Kamil Malikî (20ê Gulanê 2006- 22ê Kanûna Yekem 2010) û (22ê Kanûna Yekem 2010- 8ê Îlonê 2014), Îbrahîm Ceferî, Heyder Elebadî (10ê Çiriya Pêşîn 2016- 11ê Tebaxê 2018), ne tenê madeya 140ê destûra Îraqê ku xwe di sê astên hilweşandina biryarên erebkirina rejîmên berê yên Îraqê de ji damezrandinê heta ketina wê di sala 2003ê de, vegerandina hemû navçeyên veqetandî yên Kerkûkê bo ser parêzgehê, serjimêriya niştecihan û di dawiyê de encamdana referandumê ku tê de niştecih bi azadî bibêjin dixwazin ser bi navend an Herêma Kurdistanê bin, payedarên Îraqê bi mebesta xwe-dizîn û cîbicînekirina wê, behaneyên cuda û ecêb û semere didîtin, berdewam bûn li ser erebkirina zêdetir a Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê, bi taybetî piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017 û xiyaneta 16ê Cotmehê (Çiriya Pêşîn) 2017 a beşek ji serkirde û pile-darên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê. Bi xwe-radestkirin û vekişîna bê rûbirûbûna hêzên êrîşkar ên Îraqê, ev bû sedem ku hêzên çekdar û ewlehiyê bi piştevanî û beşdariya rasterast û hevkariya welatên navçeyê, êrîşî Kurdistanê û di nav wan de parêzgeha Kerkûkê û navçeyên dagîrkirî yên Kurdistanê (cînakok) bikin ku berê, di 9ê Hezîrana 2014 de ji tirsa êrîşa çekdarên DAIŞê xwe vala kiribûn û hêzên xwe yên çekdar bo kûrahiya axa Îraqê vekişandibûn, ji ber hebûna valahiya ewlehiyê, metirsiyê û ji bo parastina xelkê van navçeyan û bersivdana her êrîşeke dijmin, biryara cîgîrbûna Hêzên Pêşmerge li wan navçeyan hatibû dayîn. Ev kiryar jî piştî dawîhatina efsaneya DAIŞê li ser destê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû, rêkeftina Yekîtiyê li gel desteya Heşdî Şeibî û şêwirmendên Supaya Pasdaran û beşdariya wan di şerê dijî Herêma Kurdistanê de bi hemû hêza çekdar, çek û cebilxaneya xwe karîn Kerkûkê dagîr bikin û ji bo rêkxistin-ve û damezrandin-veya bereya berevaniyê, Hêzên Pêşmerge neçarî paşekişê li ser hemû bereyên şer bûn û sengerên modê dirêjî zêdetir ji 1000 kîlometreyan bi tenê ji bo hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ma, êrîş û êrîşên dijmin di berbanga 20ê Cotmehê de bi hevkariya hêzên dij-terorê yên Yekîtiyê û rêberiya wan di bin dirûşma Qadûmûn ya Erbîl û beşdariya nêzîkî şêst hezar çekdarên Îraqî destpêkir. Zêde neçû û di saet 11ê sibehê de hatin têkbirin û şikandin, bi neçarî û piştî ji dest dan û kuştina sedan çekdaran û di bin agirê çekên Pêşmerge de paşekişe pê hat kirin. Ev êrîşên bihêz heta dawiya mehê û li bereyên din ên şer jî bi heman şêweyî berdewamî hebû, lûtkeya vê pevçûna xwînawî di 26ê Cotmeha 2017ê û bi êrîşa hêzên Heşdî Şeibî, Supa, Bersivdana Lezgîn, Altûnî, Polîsên Federal bo ser sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li navçeya Sehêleyê ya parêzgeha Mûsilê bû ku tê de zêdetir ji 1000 çekdar, pile-dar û fermandeyên wan di lîsteya kuştî û birîndaran de bûn, di nav wan de kuştina Ebû Tûrab li Zomarê û birîndarbûna Ebû Mehdî Mûhendîs û revîna Qasim Suleymanî fermandeyê giştî yê fermandeyiya Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê li bereyên şer. Piştî neserketina wan di şer de wek her carê çûn ser rêçika kevn a bav û bapîrên xwe bi paqijkirin û erebkirina wan navçeyan ên ku bi xiyanetê bi dest xistibûn. Li navenda Mûsilê Kurd nema, li deştên Şingal û Zomar û Rebîe Ereb zêdetir hatin niştecihkirin, dest danîn ser çêkirina şêwazên kevn ên karkerî û caşayetiyê di nav niştecihên mesîhî, êzdî, şebek û pere-darkirina hinek hêzên Kurdî yên ser bi PKKê.
Derbarê Kerkûkê de hanîna awareyên şerê DAIŞê wan da ku kûponên xurek û nasnameya xwe veguhezînin bo bajarê Kerkûkê û li Kerkûkê hatin niştecihkirin, li gorî dawîn amar 11 taxên nû piştî dagîrkirin-veya Kerkûkê di 16ê Cotmeha 2017ê heta dawiya sala 2024ê bo Erebên hatî çêkirine, ewên di çarçoveya madeya 140ê destûra Îraqê de qerebû hatin kirin û Kerkûk vala kiribûn, hatine vegerandin, bi hevkari, piştevanî û destwerdana rasterast a Supaya Îraqê, navendên ewlehî û serbazî dest danîn ser erd û zeviyên çandiniyê yên Kurdan, berevajî destûrê nabe ala Kurdistanê bê hildan û zimanê Kurdî di navendên bilind ên xwendinê de nema [8].
Çavkanî:
1- Xelîl Îsmaîl Mihemed, Mûeşîrat Siyaseta Te'rîb û Tehcîr fî Îqlîm Kurdistan Îraq, Metbe'e Selahedîn, Erbîl- 2001.
2- Mesûd Barzanî, El-Barzanî û Hereket El-Tehrîriye El-Kurdîye (1958- 1961).
3- Nûrî Et-Talabanî, Mentiqet Kerkûk û Mehwelat Tegyîr Waqi'eha El-Qewmî, Londûn, 1995.
4- Xelîl Îsmaîl Mihemed, El-Bu'd El-Qewmî lî-Tegyîrat El-Îdarîye fî Mûhafazet Kerkûk, Erbîl, 1997.
5- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
1- Xelîl Îsmaîl Mihemed, Mûeşîrat Siyaseta Te'rîb û Tehcîr fî Îqlîm Kurdistan Îraq, Metbe'e Selahedîn, Erbîl- 2001, r112
2- Nûrî Et-Talabanî, Mentiqet Kerkûk û Mehwelat Tegyîr Waqi'eha El-Qewmî, Londûn, 1995, r r40- 42.
[3] - Xelîl Îsmaîl Mihemed, Mûeşîrat Siyaseta Te'rîb û Tehcîr fî Îqlîm Kurdistan Îraq, Metbe'e Selahedîn, Erbîl- 2001, r113.
4 - Mesûd Barzanî, El-Barzanî û Hereket El-Tehrîriye El-Kurdîye (1958- 1961), r121.
5- Nûrî Et-Talabanî, Mentiqet Kerkûk û Mehwelat Tegyîr Waqi'eha El-Qewmî, Londûn, 1995, r65.
6- Xelîl Îsmaîl Mihemed, Mûeşîrat Siyaseta Te'rîb û Tehcîr fî Îqlîm Kurdistan Îraq, Metbe'e Selahedîn, Erbîl- 2001, r r112- 126.
7 - Xelîl Îsmaîl Mihemed, El-Bu'd El-Qewmî lî-Tegyîrat El-Îdarîye fî Mûhafazet Kerkûk, Erbîl, 1997, r 11.
8- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





