Wate an peyva erebkirinê ji aliyê pênasê ve, guhertina demografî û rûyê herêmeke niştecihbûna gel û neteweyên din e bo herêmeke erebnîşîn, ev jî bi sedema zêdekirina rêjeya niştecihên ereb û sepandina zimanê axaftinê bi erebî û guhertina berdewam a rûyê folklor, dab û nerîtên herêmê di çarçoveya siyaseteke dûr-dirêj û li ser bingeha nijadperestiyê,[1] niştecihkirina xelkê ereb li axa Herêma Kurdistanê ya Îraqê û çêkirina civakên niştecihkirina erebî, guhertina navê bajar, gund, taxên niştecihbûnê, nivîsgeh û dezgehên fermî û nîv-fermî ji Kurdî bo erebî, bi mebesta guhertina demografiyê di berjewendiya ereban [2] herwiha neçar-kirina takekesên neteweya ne-ereb bi guhertina nasnameya xwe ya neteweyî.
Dîroka erebkirinêDi hezarsala yekem a berî zayînê de, ti nîşanek li ser hebûna ereban li herêmê nîne, tenê di nivîsên aşûrî yên hezarsala heştem an nehem de ew nav hatiye. Di destpêka dîroka zayînî de, hatina eşîrên ereb bo kenarên çemê Feratê li rojavayê Îraqê û eşîrên ereb ên Quda'e, Tenûx, Eyad, Rebî'e, Bekir û Teẍleb ku di pêşrewiyê de bûn ber bi rojhilat ber bi çemê Dîcle li Îraqê de derketin. Di salên 224- 637yên zayînî de ereb ji girava erebî ji lîwarên rojavayê çemê Feratê li herêma Îraqa îro niştecih bûn û herêma Hîreyê wek paytexta xwe nasandin, di hezarsala sêyem a zayînî de dewlet-bajarê Hezer li lîwara çemê Dîcle û Feratê, li çiyayên Şingalê li bakur û nêzîkî bajarê Medayînê li başûr derket.[3].
Girtirîn bûyera dîroka Îraqê, hatina Îslamê bû ku bandoreke mezin li ser çêbûna nijada niştecihan hebû û pêla hatina ereban bo Îraqê bi xwe re anî [4]. Ji aliyekî din ve eşîrên ereb ên niştecihên rojavayê çemê Feratê ku hevkariya artêşa Îslamê dikirin di serkeftinên xwe de berdewam bûn û ber bi aliyê rojhilatê çemê Dîcle derbas bûn, herwiha çûn kenarên aliyê çepê yê çem ku bû sînorê wan li gel gelên din.[5]
Pêla erebkirina Îraqê di serdema Abasî de bi hêz berdewam bû, heta radeyekê Hemewî di pirtûka Mucem el-Buldan de dibêje: Piraniya xelkê Hewlêrê hatin erebkirin,[6] ku nîşaneke zelal a serxistina nijada ereb û zimanê erebî ye li wê herêmê û di pirtûka Dîroka Cîhannûma de hatiye, xelkê bajarê Mûsilê Kurd in û bi Kurdî diaxivin û zimanên din ên wek erebî, tirkî û farisî jî dizanin.[7]
Piştî dagirkeriya mexolan jî koça biyaban-nişînên ereb bo Cezîreyê (navbera çemê Dîcle û Feratê) pêşket û eşîra mezin a ereb karî herêmeke fireh ji erd û çêrgehan dagir bike, di nav wan de eşîrên Tey, Cibûr, Dilêm, Ebid, Hedîdî, Şemer û Enze [8].
Ne veşartî ye ku dîroka axa ereban, dîroka pêlên hatina ereban e ji kûrahiya girava erebî ber bi Îraqê û herêmên din ên ku niha erebnîşîn in. Beşeke mezin a eşîrên ereb di sala 1650yê zayînî de ji Necdê ber bi bakur koç kirin û bi rê de daxwaza bac û mal ji wan eşîr û komên niştecih ên nêzîkî çemê Feratê dikirin, bajarê Tedmurê wêran kirin, eşîrên biçûk bi hêsanî teslîmî wan bûn û piştre ji bo heyama 20 salan şer li gel eşîrên mezin ên din kirin, heta erdên bi bereket dagir kirin.[9] Beşek ji wan li çiyayê Şemerê yê niha û beşeke din a wan, bi taybet eşîra Dilêm, konên xwe di navbera Ane û Felûceyê de hildan, eşîra Zibêd li lîwara çemê Dîcle heta Hîleyê niştecih bûn, eşîrên Şemer û Toke çûn navbera Diyale û Kûtê, beşeke din a wan hinek herêmên Şamê kirin cihê mayîna xwe, eşîra Zobe' li rexê çepê yê çemê Feratê ber bi Bexdayê ketin rê.[10]
Digel vê, van eşîran koçên din ên nû jî ber bi bakurê cihê niştecihbûna xwe hebûn, bo nimûne di navbera salên 1869- 1872yên zayînî de Medhet Paşayê waliyê Bexdayê hewleke mezin da bo niştecihkirina eşîrên ereb ên koçer ku ji girava erebî ber bi Îraqê di rê de bûn. Girîngtirîn van eşîran Şemer û Enze ne ku koça wan heta piştî Şerê Cîhanî yê Duyem bo herêmê berdewam bû.
Herwiha piştî derketina yasaya îslaha çandinî di sala 1958yê de, erdên çandinî li ser gelek ji eşîrên koçer ên ereb hatin dabeşkirin, ku bû sedema niştecihbûna wan û di vê çarçoveyê de 16 civakên niştecihkirinê li herêma Rebî'e di sala 1960yê de hatin avakirin, 12 civak li Tele'ferê û 15 li Şingalê û 8 li nahiyeya Etbe û nahiyeyên din.[11]
Bi heman awayî di navbera salên 1951- 1965yê de li herêma Hezer- Şingal 400 civakên niştecihkirinê, 326 civakên din li bakur û bakurê rojhilatê çiyayê Şingalê û di nav wan de 152 civak li nava qezaya Tele'ferê û 174 ji wan li nahiyeya Şingalê hatin çêkirin û hejmara niştecihkiriyan 59،676 kes bûn. Van guhertinan bûn sedema çêkirina qezayên Şergat, Hemdaniye, Hezer û Be'ac û di dû re damezrandina çend nahiyeyan bi xwe re anî û hikûmeta Îraqê çend guhertin di yekeyên îdarî de kirin, di nav wan de qezaya Zêbar ji aliyê îdarî ve ji ser Mûsilê hat rakirin û xistin ser parêzgeha Hewlêrê, qutkirina yekeyên Dihok, Zaxo, Amêdî û Akrê û komkirina wan di parêzgeheke nû de bi navê Dihok û rakirina wê ji ser parêzgeha Mûsilê, karek ku bû sedema zêdebûna rêjeya ereban li parêzgeha Mûsilê (erebkirina Mûsilê).[12] Herwiha di nîvê duyem ê sedsala borî de qonaxeke nû ya bicihkirina eşîrên ereb li Mûsilê rû da û ji bo her malbatekê 150 donim erdê çandinî pê hat dayîn [13].
Belgeyên fermî yên taybet bi biryar, yasayên û raspardeyên desthilatdarên hikûmeta Îraqê, nîşanderê girîngîdana taybetî ya bi erebkirina navçeyên parêzgeha Mûsilê ne li sê aliyan: ew jî bereyên Mûsil-Şêxan, Mûsil-Fayde û Mûsil-Mexmûr in. Bereya Mûsil-Şêxan di van salên dawî de girîngiyeke taybet hebû û ew jî di nivîsara parêzgarê Neynewa hejmar 2868 ya 7 ya gulanê 1994 de bi zelalî bi piştrastbûna bi rêkarên lijneya bakur, bi wê yekê ku bereya Mûsil-Şêxan bereya bingehîn û sereke ya erebkirinê ye, divê ereb herdem li vê navçeyê bimînin. Di bin ronahiya vê biryarê de; lijneyek li parêzgeha Mûsilê dest bi lêkolîna li ser wan eşîr û cihan kirin ku lê tên niştecîkirin. Herwiha bi îmzeya Teha Yasin Remezanî serokê lijne û cîgirê serokkomar bi nivîsara hejmar 21/1992 di dîroka 7 ya gulanê 1994 razî bûn bi dabeşkirina 1100 perçe erd û çêkirina xaniyan ji bo neteweya ereb li navenda qezaya Şêxan, bi şertê veguhastina tomara nasnameya kesî bo Şêxan û bi navkirina wan erdan bi navê wan piştî 15 salan ji niştecîbûna wan li wî bajarî ji bo eşîrên Ezzawî, Hedîdî û Tey û fermanber û malinşînên Serbazî. Parêzgarê Neynewa di nivîsara hejmar 22/2334 di dîroka 24 ya kanûna pêşîn 1994 daxwaz ji qaimqamên qezayên Şêxan, Mexmûr, Tilkêf û nahyeya Fayde dike ku lezê li şandina navên sînorên xwe bikin. Herwiha nivîsara rêveberiya çandiniyê ya Mûsilê hejmar 17/16/1122 di dîroka 26 ya kanûna paşîn 1995 daxwaza bi milkkirina hemû navçeyên qezaya Şêxan dike li gorî biryara encûmena serkirdatiya şoreşa Partî ya Beis li Îraqê bi hejmara 358 ya 16 ya adarê 1978 ji bo ereban.
Hikûmet li parêzgeha Mûsilê bi van çend rêyan hewl dida axa Kurd ereb bike:
1- Çêkirina komelgehên niştecîkirinê ji bo ereban.
2- Bi navkirina erd û zeviyên çandiniyê.
3- Hemleyên raguhastin û koçpêkirinê.
4- Guhertina nasname û neteweyê.
5- Guhertin di rêveberin û pêkanîna rêveberiyan de.
Çavkanî:- Welîd Şerîke, Huqûq el-Însan û Siyaseta Tehcîr el-Teerîb fî Îqlîm Kurdistan el-Îraq- el-Turkman nemûzecen, el-Behs muqeddîm ila el-Konferans hewl siyaseta el-Teerîb el-Muzmin uqde fî Kurdistan el-Îraq, el-Menşûre.
- Ehmed Sûse, Tarîx Hezaret Wadî el-Rafideyn, c2, Dar el-Hurriye lîl-Tibae, Bexdad- 1983.
- Xelîl Îsmaîl Mihemed, Îqlîm Kurdistan el-Îraq, Metbeet el-Camie, Erbîl- 1339 h.q.
- Nûrî Xelîl el-Berazî, el-Bedawet we el-Îstîqrar fî el-Îraq, Mehed el-Buhûs we el-Dirasat el-Erebîye, el-Qahîre, 1969.
- Nafe el-Qessab, Melamih Cuxrafîye hewl îstîtani el-Qebaîl el-Bedewîye el-Muteneqile, Meclet el-Cemîye el-Cuxrafîye el-Iraqîye, m5 lî-senet 1969, Metbeet Esed, Bexdad.
- Mihemed Emîn Zekî, Xulaset Tarîx el-Kurd we Kurdistan, Mihemed Elî Ewnî, Metbeet Selahaddîn, Bexdad, 1961.
- Yaqût el-Hemewî, Mucem el-Buldan, c1, Dar el-Sadir, Beyrût- 1977m, s138
- Estîfen Hîmslî Longrîk, Erbea Qurun mîn Tarîx el-Îraq el-Hedîs, Cefer Teyar, Tebet6, 1985.





