Yasannas û siyasetmedar Evîn Tahir Îbrahîm, naskirî bi Evîn Herûrî, sala 1990 peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 2010 di Kongreya Sêzdahêm de bi endamê encûmena serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û hatiye kirin alîkarê berpirsê mekteba navendî ya rêkxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Jînenîgarî

Evîn Herûrî sala 1974 li Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bakaloryosa yasayê di beşa yasa û ramyarî li zanîngeha Dihokê wergirtiye. Şarezayê zimanên kurdî û farisî ye.

Xebatname

Sala 1975 di piştî neskoya Şoreşa Eylûlê ligel malbata xwe wek penaber rûyê xwe li welatê Îranê kiriye, sala 1990 peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û sala 1998 vegeriyaye başûrê Kurdistanê û wek kadir di rêkxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê kar kiriye, sala 2007 hatiye kirin berpirsê encûmena parêzgeha Dihokê ya Yekîtiya Afretên Kurdistanê.

Sala 2010 di Kongreya Sêzdahêm de bi endamê encûmena serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û hatiye kirin alîkarê berpirsê mekteba navendî ya rêkxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Çavkanî: