Di sala 1975an de, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê vegeriya gundê Rûst û li wir ma. Piştî destpêkirina  Şoreşa Gulanê careke din vegeriya refên hêzên Pêşmerge û di nav mufrezeyên gerok de bû ku Necmedîn Koronî û Hemîd Efendî di nav de bûn, û Faris Mihemed Emîn Huseyn Qadir sala 1988an rastî çekên kîmyayî hat dema ku hikûmeta Be's gundê Şêx Wesan bi çekên kîmyayî topbaran kir, û birîndar vegeriya newala Rûst.

Di dema raperîna Başûrê Kurdistanê ya sala 1991an de li Çoman bû, paşê bû Pêşmerge di fujê yekem a Balkê de ku birayê wî fermandeyê fujê navborî bû, birayê wî Qadir Mihemed Emîn ku bi (Qadir Sûr) jî dihat naskirin sala 1995an di şerê berevanîkirina li ser serweriya Kurdistanê li gundê Koyzan de şehîd bû. Faris li şûna birayê xwe yê şehîd hat tayînkirin, fermandeyê lîwa û paşê hat veguhestin bo artêşa Balkê.

Faris Mihemed Emîn Huseyn Qadir di gelek şeran de beşdar bû, ji wan şerê Eqûban li navçeya Şeqlawa û Kosî Spî û Berserîn û di lingê xwe yê rastê de birîndar bû, û ji bilî birayê wî, yek ji kurên birayê wî jî şehîd bû, û di 28ê gulana 2013an de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve nîşana Barzanî wergirt ji bo wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistanê û rêbaza Barzanî ya nemir kirine.   

Çavkanî:

1- Arşîva Heyeta Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê