Goran Îsa Goran, sala 1924an li gundê Mêrozî yê nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye, sala 1993an vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Sala 2006an koça dawî kiriye.
Xebatname22ê Gulanê 1947an yaweriya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê ji bo heyama çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgeheke li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane ji bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebû, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di Adara 1949an de li gel hevalên xwe bi awayê deste û taxim bi şemendiferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide ji bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma Goran Îsa di meha Mijdara 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Goran Îsa di 16ê Nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge û pileya serpelî wergirtiye, sala 1980an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge.
Çavkanî:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- çapxaneya Hacî Haşim- 2015an).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknameyê, çapa yekem, (Hewlêr- dezgeha çap û belavkirina Aras- çapxaneya wezareta perwerdeyê- 2004an).
3- Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- çapxaneya Rojhilat- 2013an).
4- Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- çapxaneya wezareta perwerdeyê- 2002an).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991an, çapa yekem, (Hewlêr- çapxaneya wezareta rewşenbîriyê- 2001an).
6- Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- belavkiriyên akademiyaya Kurdî- çapxaneya Hacî Haşim - 2015an).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- çapxaneya Peywend- 2011an).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- çapxaneya rewşenbîriyê- 1997an).
9- Lîs Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- dar El-Reşîd lil-neşr- 1979an).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931- 1958an, (Dihok- çapxaneya Xebat- 1998an).
11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996an).
12- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





