Hîmet Pîro Husên, sala 1973an li gundê Ergoş yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa navendî xwendiye.
Sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya Kurdistanê bûye û heman salê peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1992an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û di Artêşa Barzan de bûye Pêşmerge û beşdarî şerên parastina serweriya yasayê û Herêma Kurdistanê bûye.
Roja 5ê Eylûla 1995an li devera Raniyeyê Şehîd hatiye kirin û termê wî li goristana Zulfeqar a bajarokê Herîrê hatiye veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




