Jiyanname

Haşim Elyas Silo yê berniyas bi Mehmûd Êzdî, sala 1944ê li nahiya Baedrê hatiye ser dunyayê, piştî neskoiya Şoreşa Eylûlê digel xêzana xwe awareyê Îranê dibit, piştî çend heyva xêzan û birayê xwe Husên û zarokên xwe şandine Îraqê anku teslîmî rejîma Îraqê dibin, li şeva 18 li ser 19 tebaxa 1979ê li gundê Redniya li berê Garê bi destekê xiyanetkarî dihête şehîd kirin.

Li sala 1985 di Şoreşa Gulanê da cenazeyê şehîdî hate veguhastin bo derêgelî Kanî Mazî devera Berwariya, li 18ê tebaxa 2001 hate veguhastin bo Lalişê bi merasîmek serbazî bi amadebûna nûnerê cenabê serok Mesûd Barzanî, li sala 2011ê li çwar riyana Şêxan peykerê şehîd nemir Mehmûd Êzdî hate vekirin ji layê wezareta rewşenbîrî ya hikûmeta herêma Kurdistanê.

 

Xebatname

Şehîd Haşim Elyas Silo yê berniyas bi Mehmûd Êzdî, piştî jiyaneka sext di leşkerê Îraqê da û fêrbûneka baş di erkê serbazî da, li sala 1963 destpêka Şoreşa Eylûlê hatiye di nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê da û bûye pêşmerge û berdewam bû li ser xebatê ta sala 1975ê, şehîd Mehmûd çendîn çavpêkeftina dikit û biryarê didit digel çend hevala sinûrê Îran û Îraq û Tirkiyê têperînit berev Sûriyê û beşdarî çend xûlên meşq û rahênanê li Sûriyê bikit, her li wî demî nearamî bo şehîd Mehmûd û hevalên wî peyda dibit û mecbûr dibin derbazî Tirkiyê bibin û diçin nav gundên Gûyî û Qûşuriya. 

Şehîd Mehmûd digel Adil Mizûrî û çend hevala derbazî Kurdistana Îraqê dibin û li ser lêva Xabûrî li Kumatê li kombûneka fireh bi beşdarbûna Samî Ebdulrehman û Cewher Namîq û Ze'îm Elî û Kerîm Şingalî, peyama şoreşê û biryara serkirdatiya demkî û çendîn belavoka hildigirin û li 3ê adara 1976 dest bi karê rêkxistinê dikin û çendîn pêşmergeyên Eylûlê dibînin û peyama Barzanî digehînit wan û çendîn rêkxirawên nehênî dadimezrînin.

 Yekem guleya Şoreşa Gulana pêşkeftinxwaz li devera li ser destê şehîdî serkirde û çendîn hevalçeperên xwe hatiye havêtin, baregehên eskerî yên rejîma Be'sî dikin armanc û her li wê rojê Şoreşa Gulanê hate helgirsandin, piştî tora wan dihête aşkerakirin ji ber çalakiyên berfireh, zor hevalên wan xwe digehînin di nav rêzên şoreşê da û dibine pêşmerge û berdewam dibin û çalakiyên xwe yên leşkerî encam didin bo ser rebî'ên dijminî yek li dûv yekê dikine armanc.

Şehîdê fermandey Mehmûd Êzdî li çendîn şer û dastan û çalakiyan da beşdar bûye û rolekê berçav hebûye li şerê Pêlkêfê ku dû caran birîndar dibit, şerê Etruş, Şemkanî, Geliyê Kurtkê, Berkecikî, Elqûş, Sersinkê, Geliyê Kurtkê di vî şerî da birîndar dibit, dastana Sersinkê, dastana Çeman, Dosteka û Kanî, Nisrê, Banî, Dêrelûk, Dekan, Blan, şerê Metînî û Garê û hwd...

Çendîn hunermend û helbestvanan li ser qaremanetî û efsaneya şehîdê nemir Mehmûd Êzdî helbest nivîsîne û gotine wekî Qadir Qaçax, Ce'fer Êmînkî, Mehmûd, Mueyîd Teyib, Ebdulrehman Mizûrî, Qadir Hesen Mesûze û Mecîd Hiso, Arif Hîtû, Hişyar Rêkanî, Husên Baedrî, Jarû Dehokî, Hebîb Keleş, hêjayî gotinê ye Qadir Hesen û D. Se'îd Xudêda pertûkek li ser jiyana şehîd Mehmûd Êzdî çap kiriye.

Çavkanî:

- Arşîvî desteya însîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.