Hesen Mihemed Ebdullah, nasnavê wî Hasko Çîço Ebdullah, sala 1916an li gundê Barzan ser bi nahiyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û hevjîna wî bi navê Esmê Şerîf Mela Hesen bû, kurekî wan hebû bi navê Adil Hesen ku sala 1947an ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1953an de li nexweşxaneya Taşmî ya Taşkenda paytexta Ozbekistanê li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kir, di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepeyê kurekî wî ku navê wî Adil Hesen bû, hat windakirin.
XebatnameDi 23ê gulana 1947an de hevaltiya Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyanekê zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hat kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîna 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewêziyên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lîjneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lîjneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di çiriya paşîna 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Ebdullah Xefûr, Ferhengê Cografyayê Hewlêrê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Umer Hemze Salih, Jînosayd û tawankarên rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975-1991 li zimanê şayîdhal û belgenameyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Memo Şivan Şanederî, Yadgarî yek ligel Barzanî nemirda wefadariya Barzanî nemir, Govara Dengê Afret, hejmar 11, Dihok, Çapxaneya Xebat, havîna 1996z.





