Haşim Meho Ferxo, sala 1954an li gundê Stûnî ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin, qezaya Mêrgesor, parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Zewicî bûye û xwediyê 5 zarokan bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li kampa Zêwe niştecî bûye.
Sala 1986an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li gel baqî Mêrgesorî bûye Pêşmerge û beşdarî çendîn çalakiyên partîzanî û şer kiriye.
Sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û beşdarî raperînê bûye û li Beşîqeyê şehîd bûne û li goristana Xazirê bi axê hatine spartin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




