Hecî Şêxomer Bêroxî di zivistana 1916 de li gundê Bêroxî ser bi parêzgeha Şemzînan - Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, di hucreyê de xwendiye, sala 1945 piştî nesko ya Şoreşa duyem a Barzan 4 salan ji aliyê hikûmeta Îraqê ve tê zindanîkirin, piştî azadkirinê berê xwe dide zêdê xwe û li wir niştecî dibe, sala 1959 piştî vegerandina Mela Mistefa Barzanî careke din vedigere Başûrê Kurdistanê, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê dibe, li gundê Celdyanê ser bi şaredariya Şino niştecî dibin, paşê ji aliyê hikûmeta wê demê ya Îranê ve tê dûrxistin bo bajarê Yezdê, di meha tîrmeha 1976 de malbata wî jî diçin cem wî li bajarê navborî û bi hev şad dibin, sala 1989 koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1943 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa duyem a Barzan dike û dibe serqol, di 20ê çiriya pêşîn a sala 1943 de dema Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê vedigere bo devera Barzan, di bin fermana Barzanî de hêza şoreşgeran çend çalakiyan encam dide, yek ji çalakiyan lêdana qişleya gundê Zêtê ya devera Gerdiyan e, di wê çalakiyê de Hecî Bêroxî serkeftinê bi dest dixe. Di 28ê çiriya pêşîn a 1943 de Artêşa Iraqê ji çend aliyan ve ji bo şikandina hêza şoreşgerên Barzanî ji Rewandizê êrîş bo ser navçeya Goretû dest pê dikin, Hecî Bêroxî wek fermandeyek beşdarî wê bergiriyê dibe. Beşdarî destana Meznê di 10ê çiriya paşîn a 1943, şerê Badliyan-Kewnegund di 28ê tebaxa 1945, destana Meydan Morik di 5ê îlona 1945 dike û di destana Meydan Morik de bi giranî birîndar dibe.
Sala 1945 piştî nesko ya Şoreşa duyem a Barzan, Hecî Bêroxî ji ber giraniya birîna xwe şiyanê wê yekê nabe ligel Mela Mistefa Barzanî bo Rojhilatê Kurdistanê biçe, lewma ji aliyê hikûmeta Îraqê ve tê girtin û piştî çar salan zindanîkirinê hewl tê dayîn radestî cendirmeyên hikûmeta Tirkiyeyê bê kirin. Sala 1959 piştî vegerandina Mela Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê Hecî Bêroxî ji bo dîtina Mela Mistefa Barzanî diçe cem wî, ew destpêka peywendîkirina Hecî Bêroxî dibe.
Sala 1961 Hecî Bêroxî û çend kesên ji eşîra xwe peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kirin. Di 16ê îlona 1961 de di şerê çiyayê Pîrsê li Akrê dijî êrîşa artêşê bo ser navçeyên hêza şoreşê beşdarî kir. Heman sal beşdarî destana Lomanayê li devera Badînan kiribû. Sala 1962 di şerên navçeya Baedrê û Etruş de beşdarî kiriye.
Di 28ê gulana 1962 de ligel Mela Mistefa Barzanî vedigere bo devera Rewandiz û Balekayetî, di 4ê nîsana 1962 de ligel çend fermandeyên din ên Pêşmerge dorpêça qişleya Rayatê li nahyeya Hacî Omeran dan, di meha tebaxa 1962 de piştî ku ligel Mela Mistefa Barzanî gihîşt navçeya Xoşnawetî, beşdarî azadkirina qişleya Hîran û Nazenînê bûye, baregeh li Hîran û Nazenînê danabû. Di 25ê îlona 1962 serkirdatiya Hêzên Pêşmerge kiriye ji bo azadkirina devera Xwakurkê li nahyeya Sîdekan.
4ê sibata 1963 yawerê Mela Mistefa Barzanî kiriye bo devera Raniye û Qeladizê, ji bo lêdana xwefiroşan, di 29ê hezîrana 1963 wek fermande beşdarî şerê Derbendê Korê bûye, di 13ê tîrmeha 1963 beşdarî şerê Spîlkê li nêzîkî gundê Kelekin bûye, di 24ê tebaxa 1963 beşdarî şerê Kuranê bûye û wek fermande roleke sereke di wî şerî de hebûye, di 30ê tebaxa 1963 li Kolanaderê li çiyayê Pîranê berpirçê êrîşeke mezin a Artêşa Iraqê daye, di 17ê îlona 1963 di bin fermandariya Luqman Mistefa Barzanî de xeta bergiriyê li Şiwê gundê danaye û çendîn şer di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşê de rû dane.
Meha kanûna duyem a 1964 yawerê Mela Mistefa Barzanî dike bo devera Pişder û Raniye, sala 1965 heta 1970 Hecî Bêroxî di tevahiya şer û pelamara Artêşa Iraqê bo çiyayê Zozik û Gerûyê Umeraxa û Sertîz û Gerûyê Bêşê roleke fermandeyekî azad û dana dibîne ji bo rêkxistina Hêzên Pêşmerge û bergirîkirinê.
Di 6ê nîsana 1966 fermandariya Hêzên Pêşmerge ji bo berpirçdaneweya êrîşa Artêşa Iraqê bo ser Gerûyê Umeraxa kir, sala 1967 piştî damezrandina hêza Balek Hecî Bêroxî bû fermandeyê batalyona yek a wê hêzê, sala 1968 her ji rûbarê Musekayê heta Gerûyê Umeraxa û çiyayê Zozik û Gerûyê Bêşê û çiyayê Sertîz heta şeqama Hamîlton xistin bin serperiştiya Hecî Bêroxî.
Sala 1974 piştî destpêkirina şerê di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê, berpirsiyariya mihwerên çiyayê Zozik û Deşta Diyana û Gerûyê Umeraxa û çiyayê Sertîz li ser milê wî bûye, piraniya êrîşên Artêşa Iraqê berpirç daye, heta sala 1975 Pêşmergeyên wî li wan cihan bûn ji bo rêgirtin li pêşrewiyên Artêşa Iraqê.
Sala 1980 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê dike, hêzek ji 90 Pêşmergeyan pêk tîne, ji bo encamdana çalakiyan li navçeya Xanê ber bi navçeya Kewper û li wir ve bo Dola Tuyê birêdikevin, li Hacî Omeran çendîn gurz li Artêşa Iraqê diweşînin, heta nexweşketina wî berdewam dibe li ser xebat û têkoşînê.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





