Heme Salih Ebdulkerîm Mihemed sala 1947an li gundê Girêze yê ser bi qezaya Seyîdsadiq ji dayik bûye, gundî bû û bi çandiniyê re mijûl dibû, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê çû Îranê û li komelgeha Derbendê Dezlê bi cih bû. Piştî vegera wan bo Kurdistanê, ji aliyê rejîma Be's ve bo başûrê Îraqê hat dûrxistin û li bajarê Dîwaniyê bi cih bûn. Heme Salih Ebdulkerîm bi Xurşîde Seîd re zewicî bû û bavê sê kur û keçekê bû (Qadir, Serdar, Selah, Serwe).  

Sala 1969an tevlî refên Pêşmerge bû di seriya duyem a ser bi fujê nehem ê Şehîd Dilşad di nava Hêzên Xebat ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, fermandarê seriyê wê demê Şêx Mihemed Basakî bû û fermandarê fujê jî Fettah Axa bû. Sala 1974an di çiyayê Hesen Beg li devera Soran piştî ku rastî gulebaranê hat, lingê wî yê rastê birîndar bû. Sala 1979an cara duyem tevlî refên Pêşmerge bû li cem Ebdullah Axa di nava Hêzên Hewraman ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de. 

Di 4ê Eylûla sala 1981ê de piştî encamdana çalakiyekê li deşta Şarezûrê, dema ku diçûn gundê Girêze bo bêhnvedanê û veguhastina hin pêdiviyan bo çiyê, berî bigihîjin gund ketin kemîna hêzeke Yekîtiya Niştimanî. Piştî pevçûna di navbera her du aliyan de, Heme Salih Ebdulkerîm û birayê wî Mihemed Ebdulkerîm (Heme Girêzeyî) şehîd bûne.   

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.