Şehîd Mihemed Hemekerîm naskirî bi Heme Xorşe, di sala 1969an de li gundê Zêrônî yê binarê çiyayê Surên ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê ajeldariyê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye. Mihemed Hemekerîm zewicî bûye û navê hevjîna wî Kejal Layeq bûye û xwediyê kurek û keçekê bi navên Azad û Kewser bûye.

Şehîd Mihemed Hemekerîm di sala 1983yê de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û di batalyona Enwerê Hacî Osman a ser bi Hêza Surên a Lîjneya Navçeyê ya Derbendîxanê ya Liqa Çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge, herwiha di karê rêxistinê de bûye berpirsiyarê şaneyên nihênî yên sînorê koma Şanêrî û beşek ji qezaya Seyîdsadiq, ku ser bi Lîjneya Navçeyê ya Derbendîxanê ya Liqa Çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di sala 1984an de li Çemê Mencerî yê nêzîkî bajarê Helebceyê bi sedema bombebarana firokeyên rejîma Beis bi giranî birîndar bûye.  

Piştî encamdana çalakiyeke giring li nêzîkî qezaya Seyîdsadiq di sala 1988an de, Mihemed Hemekerîm hatiye eşkerekirin û ji aliyê emniya rejîma Beis li gundê Barîkeyê yê Deşta Şarezûrê hatiye girtin, di heman demê de di dema girtinê de çekeke cureya (Ar-Pî-Cî) pê hatiye girtin, lewma zû hatiye veguhastin bo girtîgeha Ebû Xerîb û cezayê sêdarekirinê ji bo wî derketiye, di 19ê çiriya paşîn a 1989an de hatiye sêdarekirin û Şehîd bûne. 

Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.