Şehîd Hemed Emîn Tahir Salih Elî di sala 1940î de li gundê Çîweyê yê ser bi Dola Balîsan ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xwedî malbat bûye û navê hevjîna wî Hemîn Mehemed e, xwedî keçek û kurekî ye bi navên Xanzad û Mistefa.
Xebatnamedi sala 1971ê de peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye, di hêza Deşta Hewlêrê de ku di wê demê de Sabir Şêx Camî fermandeyê hêzê bûye, bûye Pêşmerge.
Di sala 1974an de di rûbirûbûna bi serbazên rejîma Baas re ku êrîş biribûn ser sengerên Pêşmerge li Çiyayê Şîşar, gule li Hemedemîn ketiye û Şehîd bûye, hevsengerên wî termê wî vediguhêzin gundê Çîweyê û di dema veşartinê de firokeyên rejîmê bombebaranê dikin û çend hevsengerên wî û gundiyên Çîweyê birîndar dibin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




