Jiyanname

Hesen Qadir Mehmûd di sala 1920an de li gundê Melikanî, girêdayî nahiyeya Xelîfanê, ji dayik bû. Bi karê cotkariyê mijûl bû. Navê jina wî Amîne Hemed Emîn bû û xwediyê kurekî bi navê Enwer û keçekê bi navê Aîşe bû. Di sala 1969an de şehîd bû.

Xebatname

Hesen Qadir Mehmûd di sala 1961an de, bi destpêka Şoreşa Eylûlê, tevlî rêzên Şoreşa Eylûlê dibe û li hêza Sefînê dibe Pêşmerge. Di sala 1969an de, ji ber bombebarankirina sengeranên hêzên Pêşmerge ji aliyê artêşa Iraqê ve li gundê Gerewanê, Hesen Qadir şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva beşa Ensklopediyayê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.