Hikûmeta Beisî wisa difikirîn ku wan şoreşa herî mezin têk biriye û herwiha Kurdistan ji holê rakiriye û hewl dan fermandeyên Kurdistanê sûîqest bikin, di nav wan de Mesûd Barzanî kurê Mistefa Barzanî fermandeyê tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd. Piştî nexweşiya bavê wî, bi Îdrîs Barzanî re karûbarên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê birêve birin.
Mesûd Barzanî di sala 1978an de li gel bavê xwe serok Mistefa Barzanî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû. Kar û barên şoreşê dixwestin bi fermandeyên şoreşê re bicivin da ku barûdoxê gotûbêj bikin, ji bo vê yekê serdana Ewropayê kir. Di dema vê serdanê de, şandeke hikûmeta Iraqê bi serokatiya Barzan Tikrîtî li Viyanayê bû. Her çend ne diyar be jî, armanca wan ji serdanê sûîqesta serok Mesûd Barzanî bû an jî hinek karûbarên hikûmetê wek hincet bikar anîn an jî zanibûn ku Mesûd Barzanî li wir e û biryar dan derfetê bikar bînin û hewl dan wî sûîqest bikin. Serok Mesûd Barzanî di pirtûka xwe "Barzanî û tevgera rizgarîxwaz a Kurdî" de dibêje ku Barzan û çend kesên din bi taybetî ji bo hewla kuştina min hatibûn, ji ber ku hikûmeta Iraqê dixwest di wan salan de ji min xilas bibe.
Ji ber vê yekê çavkaniya herî baş a ku mirov dikare pişta xwe pê girê bide di vî warî de pirtûka "Barzanî û tevgera rizgarîxwaz a Kurdî" ye, ji ber ku ev bûyer rasterast kesê nivîskar bi xwe kiriye armanc.
Vegotina bûyerê bi pênûsa serok Mesûd Barzanî bûyerên wê wiha ne:
Di meha kanûna pêşîn a sala 1978an de min serdana Viyanayê kir ku ji Londûnê dihatim û me li baregeha şaxê bi cih bû. Piştî wê, min biryar da ku di 8ê kanûna pêşîn a sala 1979an de serdana Parîsê bikim ji bo hevdîtina bi Îmam Xomeynî re, û min dixwest Faris Bawe bibînim. Piştî nîvroya 8ê kanûna paşîn a sala 1979an min ji Hemê Riza û Azad Berwarî re got ku pêwîst e em biçin mala Bêrût Ehmed. Di rê de min ji wan re got ku dixwazim Faris Bawe bibînim lê wan gelek israr kir ku em vegerin, lê min guh neda wan. Bêrût di odeyekê de li nav apartmanekê rûdinişt û heta ku em gihîştin ber derî, nizanibû ku em tên.
Serok Mesûd Barzanî ji kak Bêrût xwest ku ji Faris Bawe re bêje were cem wî û ji Faris Bawe re nebêje ku serok Mesûd Barzanî li wir e û dixwaze wî bibîne, belkî jê re bêje ku peyameke wî ji hevalekî heye û li ser vê yekê hat mala wî.
Barzanî di bûyera hewla sûîqesta xwe de dibêje:Piştî bidawîbûna hevdîtina me, min xwe ji bo çûnê amade kir û ji Faris Bawe re got ku divê em biçin, lê wî sond xwar ku em bimînin û got bila hevalên me li derve binêrin, paşê em ê biçin. Dema hevalên me çûn xwarê, otomobîleke ser bi balyozxaneya Iraqê li benda wan bû. Du kes ji otomobîlê daketin û çek (demançe) danîn serê Azad Berwarî, ji ber ku wisa difikirîn ku ew ez im, lê bi bextewarî çekê gule neteqand. Parêzvanên serok karîn ji destê terorîstan rizgar bibin û yek ji parêzvanan demançeyeke dengî pê re bû, piştî ku gule berda, terorîst ji tirsan reviyan û ji cihê bûyerê dûr ketin û nizanibûn ku serok Mesûd Barzanî hîn li jor e, eger na dê teslîm bûbana û çûbana.
Piştî bûyerê, polîs hatin û Barzanî li ser hikûmeta Iraqê gilî kir û hikûmeta Awisturyayê parastin ji bo wî peyda kir. Piştî wê li salona benda ya Atînayê di benda balafirê de Barzan Tikrîtî dibîne ku bi deh-donzdeh kesên din re bû û dixwestin vegerin Îraqê.
Serok Mesûd Barzanî dibêje di sala 1991ê de di dema danûstandinên bi hikûmeta Iraqê re di şîveke êvarê de, behsa vê bûyerê kir û Barzan beşdariya xwe ya di vê operasyona terorîstî de înkar nekir.
Çavkanî:Mesûd Barzanî, pirtûka Barzanî û tevgera rizgarîxwaz a Kurdî, beşa çarem, bergî yekem, 1975-1990 şoreşa Gulanê - Hewlêr - çapxaney Roksana, 2021


