Jînenîgarî

Husên Mîrxan Xezalî, naskirî bi Hiso Mîrxan Jajokî, sala 1932 li gundê Jajokî ser bi nahiya Gorretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, Mîrxan Xezalî bavê wî sala 1932 beşdarî şoreşa yekem a Barzanî bûye. Hiso Mîrxan li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û sala 1959 karî bawernameya dîplom li beşa çandinî werbigire û heman sal piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê wek fermanber li fermangeha çandiniya Mûsilê hatiye damezrandin, zimanê Kurdî, farisî, erebî û rûsî zaniye.

Xebatname

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan ligel malbata xwe berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de li hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bûye û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê beşdarî kiriye, piştî nesko ya komarê ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakûrk û deşta Bezarê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizoûrî.

Piştî vegera wan, Jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya Jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek Serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên Serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa Serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa Serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa Serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbeجê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser Barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Sala 1958an Komara Îraq bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di kanûna pêşîn a wî salî de hatiye kirin Fermandeyê mihwerê Serê Sirk û Tenîrka, di salên 1961 û 1962an de beşdarî piraniya şerên navçeya Badînanê bûye, di 21ê çiriya pêşîn a 1961ê hevaltiya Mela Mistefa Barzanî kiriye bo rêkxistina hêzên Pêşmerge li gundê Sîna navçeya Nêrwe, di 7 heta 12ê kanûna pêşîn a heman salê beşdarî şerê Geliyê Zawîteyê bûye li mihwerê sêyem bûye. Sala 1963an Fermandeyê hêz bûye li navçeya Mizoûrîyan, di 14 li ser 15ê hezîranê beşdarî şerê Serê Akrê bûye û serqol bûye û di wî şerî de birîndar bûye. Di 4ê çiriya pêşîn a 1964an bo rêkxistina hêzên Pêşmerge hatiye kirin Fermandeyê hêza Kawe li navçeya Pêşder ku ser bi leşkerê du yê Hewlêrê bû, sala 1969an beşdarî şerê Dola Şehîdan bûye.

 Di 3ê çiriya paşîn a 1971ê bi fermana Ehmed Hesen Bekir Serokê Encûmena Serkirdatiya Şoreşê pileya Neqîbê polîsê demkî hatiye dayîn û bûye Fermandeyê fewca dozdehan a pasewanên sînor li Qeladizê, sala 1974an vegeriya ser berpirsyariya berê ya xwe ku Fermandeyê hêza Kawe bû li Qeladizê.

 Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê bi penaberî berê xwe dide Şahnişîna Îranê li komelgeha Rebet li navçeya Serdeştê nîştecih dibe, dûre bo dema du mehan diçe komelgeha Zêwe û mehekê li komelgeha Cehrûm û çar salan li bajarê Yezd nîştecih dibe, lê piştî serketina şoreşa gelên Îranê di Sala 1979an de vedigere Rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Neẍede nîştecih dibe, heman sal beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û Fermandeyê hêz bûye.

 Di 11ê çiriya paşîn a 1980an de beşdarî şerê Hacî Omeran bûye û di vî şerî de birîndar bûye, dûre çû bo navçeya Pêşder û Bîtwên, sala 1983an beşdarî şerê Dola Şehîdan bûye, di 1ê îlon a heman salê beşdarî şerê Qendîlê bûye û di wî şerî de li navçeya Qirnaqa û Pişt Aşan şehîd hatiye kirin.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Tahir Xorkî, Dastana Geliyê Zawîte li Şoreşa Eylûla Mezin bi serkêşî û beşdariya (Barzanî yê nemir) di kanûna yekê li Sala 1961ê, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Giştî ya Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 127, çiriya pêşîn a 2008an.
  3. Celal Xidir Îsmaîl, ew Pêşmergeyê ku bi 100 dînar û 6 tivingan ji aliyê (Barzani yê nemir) ve hat xelatkirin, Kovara Peyama Îlonê, organa Komeleya Mamosteyên Şoreşa Îlonê, hejmar 6, Hewlêr, çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, Çiriya Pêşîn a 2008an.
  4. Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  5. Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  6. Raîd Xidir Ebdullah Debax, Bîranînên min û topxaneya Şoreşa Îlona Mezin-Kurdistana Îraqê, berga duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 2003).
  7. Sefer Yûsif Mîrxan, Binyatnerên îro yên Kurdistanê, (Hewlêr - Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Giştî - 2010).
  8. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga duyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013).
  9. Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
  10. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991an de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001).
  11. Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkirinên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  12. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
  13. Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistanê, în, 15ê Nîsana 1959an.
  14. Di bîranîna Fermandeyê Şehîd Hesoyê Mîrxanê Zhazhokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997).
  15. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  16. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza kurd 1961-1975, berga sêyem, beşa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  17. Yûsif Sebrî û Dilovan Mistefa, Bo azadiya welatî, beşa yekê, (Duhok - Çapxaneya Xanî - 2012).
  18. Yûsif Ebdulqadir, Bo Şehîdê serkirde Hesoyê Mîrxanê Zhazhokî, Kovara Dengê Pêşmerge, hejmar 154, Çileya 2011an.