Sedemên encamdana konferansê:

Aramiya barûdox li Başûrê Kurdistanê, wekî ku di 11ê adara sala 1970yî de li ser hatibû rêkeftin, demekê dirêj nexayand û heta dihat hikûmeta Bexdayê ji sozên xwe paşve vedikişiya û serkirdatiya şoreşê jî hîvîbirîtir ji caran ji hikûmetê dûr diket, heta wisa lê hat sala 1974an şer di navbera her du aliyan de hilgirsiya. Ev barûdox bi dilniyayî bandoreke zêde li ser karê rêkxistin û rêxistinên cemawerî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hebû, bi taybet rêxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bi wê pîvanê ku kar û rêkxistinên wê piraniya navçeyên Îraqê digirtin.

Piştî encamdana kongreya heftem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, ji ber nehemberiya barûdox, wekî ku biryara bestina salane ya kongreyê hatibû dayîn, nehat karîn armanc bê pêkanîn. Ev barûdox piştî rêkeftinnameya Cezayîrê ya 6ê adara 1975an û nesko ya şoreşa neteweyî ya Îlonê zêdetir aloztir bû, bi wê pîvanê ku rêkxistinên partî yên navxweyî bi yekcarî li Başûrê Kurdistanê pakiya wan ket û hejmareke zêde ya Kurdên Îraqê awareyî welatên cîran û bi taybet welatê Îranê bûn.

Sererayî rêkeftinnameya Cezayîrê û nesko ya şoreşê, hewldanên ji bo dubare serpê xistina rêkxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê nesekinîn, di rêkefta 16ê kanûna yekem a 1975an de yekemîn rêkxistina nihênî ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ji aliyê Rêber Mela Husên Avdel ve li bajarê Zaxo hat damezrandin. Ev rêkxistina nihênî di demekê kêm de karî kar û çalakiyên xwe pêş bixe û bibe sekoyek ji bo gihandina dengê şoreşê bi xelkê Başûrê Kurdistanê, ev rêkxistina nihênî piştî eşkerebûn û sêdaredana Rêber Mela Îsmaîl di rêkefta 23ê nîsana 1976an de dawî pê hat1.

Kar û çalakiyên rêkxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, ji ber wê çavdêriya tund a li Îranê li ser awareyan hatibû kirin gelek sînor bû, heta wê demê ku rejîma paşayetî sala 1979an li Îranê rûxiya û Komara Îslamî ya Îranê cihê wê girt, ev guhertin di desthilata Îranê de, heta astekê azadiya karî da awareyan, rêkxistinên Yekîtiya Xwendekaran jî ketin xwe û di rêkefta 17ê gulana 1979an de bi navê "Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê" li bajarê Kerecê yê Îranê, kombûneke fireh saz kirin, di wê kombûnê de sekreteriyeke nû ji bo rêxistina Îranî ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hat çêkirin ku pêk hatibûn ji: Dilşad Barzanî, Heval Zekeriya Akreyî, Şêrko Burhan Dizeyî, Helmet Elî Ebdullah, Seyfedîn Reşîd Sindî, Teha Ebdulrehman Berwarî û Hacî Ebdulrehman Derwêş2.

Piştî encamdana vê kombûna fireh, her di sala 1979an de, ji aliyê rêxistina Îranî ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ve kovara (Dengê Xwendekar) bi zimanê Kurdî û kovara (Sedayê Daniş Amûz) bi zimanê Farisî hatin derxistin3.

Ev kombûn rêxweşker bû ji bo wê yekê sala 1981ê konferansa Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bê encamdan. Konferans li bajarê Kerecê bi amadebûna 67 endaman hat encamdan û liqa aware ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hat çêkirin, belavoka (Dengê Xwendekaran) organa rêxistina Îranî ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hat kirin organa liqa aware4 û berpirs û kargêrên liqê bi dengdanê hatin hilbijartin ku ev bûn:

1- Hacî Ebdulrehman Derwêş- Berpirsê liq

2- Teha Ebdulrehman Berwarî- Kargêrê liq

3- Zenûn Yûnis Rojbeyanî- Kargêrê liq

4- Hacî Remezan Akreyî- Kargêrê liq5.

Piştî damezrandina liqa aware ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê rêkxistinên wê fireh bûn û gelek çalakane ketin kar, paşê liqê sala 1982an konferansa duyem û sala 1983an konferansa sêyem a xwe best6.

Piştî encamdana vê konferansê heta sala 1986an, guhertineke wisa bi ser barûdoxa rêkxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de nehat.

Herçend di wê demê de rêkxistinên liqa aware ya Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê û heta liqên Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê jî piştî sala 1983an çalakane ketibûn kar û roleke bandor li gel rêkxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê digêran, bi wê sedemê û ji ber nêzîkbûna xebata wan ji hev, ji aliyê serkirdatiya partî û sekreteriya her du rêxistinan sala 1986an biryara yekgirtin û konferansa hevbeş a her du rêxistinan hat dayîn7.

Rêveçûna konferansê:     

Di rojên 28 heta 30ê tebaxa 1986an de, li gundê Xnêrê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê, bi dirûşma (Ber bi yekgirtinê ji bo rûxandina rejîmê û dawîanîna bi şer heta bikaribin bi aştiyê û dêmokrasiyê bixwînin), konferansa hevbeş a Yekîtiya Xwendekar û Lawên Dêmokrata Kurdistanê, bi amadebûna 77 nûneran dest bi karên xwe kir. Mebesta vê konferansê jî yekxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê bû di yek rêkxistinê de8.

Di destpêkê de, gotara lijneya serperiştiya konferansê hat xwendin û paşê brûskeya serok Mesûd Barzanî, peyva mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, nameya Rizgarixwazên Neteweyên Kurdistanê (KUK) û sekreteriya Rizgarî, hatin xwendin9.

Di vê konferansê de, desteyeke 15 kesî ji bo lijneya rapêrandinê ya Yekîtiya Xwendekar û Lawên Dêmokrata Kurdistanê bi awayê jêr hatin hilbijartin:

1- Kristof Yelda Torxan, nasraw bi Rêbwar Yelda, sekreter.

2- Kurdistan Pîrdaûd Qadir

3- Hacî Ebdulrehman

4- Îbrahîm Mistefa

5- Ebdullah Xelo Elî

6- Îsmaîl Îbrahîm Fettah, nasraw bi Simko Amêdî

7- Feryad Şefî' Mihemed, nasraw bi Feryad Barzanî

8- Teyar Selîm

9- Ehmed Mela Qasim

10- Adil Elî

11- Azad Fayeq Xefûr, Dijwar Fayeq

12- Newzad Mihemed Necîb

13- Ref'et Se'îd Mihemedemîn

14- Îhsan Ebdullah Qasim nasraw bi Îhsan Amêdî

15- Rizgar Kemekî, nasraw bi Rizgar Kurdistanî10.

Endamên yedek ên lijneya rapêrandinê

1- Ehmed Dizgerî

2- Nebî Ehmed

3- Hesen Mihemed Hesen, nasraw bi Hesen Şebîbe11.

Di yekemîn kombûna lijneya rapêrandinê de ku di rêkefta 20ê îlona 1986an de li baregeha mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bi amadebûna hevalan Îdrîs Barzanî û Fazil Mîranî endamên mekteba siyasî, mekteba sekreteriya Yekîtiya Xwendekar û Lawên Dêmokrata Kurdistanê bi awayê jêr hatin hilbijartin:

1- Rêbwar Yelda- sekreter.

2- Hacî Ebdulrehman- endamê mekteba sekreteriyê.

3- Îbrahîm Mistefa Mihemed- endamê mekteba sekreteriyê.

4- Feryad Barzanî- endamê mekteba sekreteriyetê.

5- Ebdullah Xelo- endamê mekteba sekreteriyetê.

Berpirsên lîqan jî bi awayê jêrîn di navbera endamên lijneya rêvebirinê de hatin destnîşankirin:

1- Adil Elî- berpirsê lîqa Hewlêrê.

2- Dijwar Fayeq- berpirsê lîqa Kerkûkê.

3- Newzad Mihemed Necîb- berpirsê lîqa Silêmaniyê.

4- Refet Seîd Mihemedemîn- berpirsê lîqa awareyan.

5- Simko Amêdî- berpirsê lîqa Dihok-Neynewa12.

Vê konferansê komek biryar derxistin, ji wan:

Belavkirina kovara Pêşketin, ku hejmara wê ya yekem di kanûna duyem a sala 1987an de, di nav 16 rûpelan de hat belavkirin, hejmara dawî ya qonaxa xebata çiyê jî, ku hejmara bîst û du ye, di meha çiriya paşîn a sala 1990î de hatiye çapkirin13. Zemîne xweşkirin ji bo yekgirtina rêxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê. Weşandina babet û çalakiyan di Radyoya Dengê Kurdistanê de. Piştgirîkirina Şoreşa Gulanê û bereya cud û dijayetîkirina siyaseta erebkirinê li başûrê Kurdistanê14.

Ji çalakiyên girîng ên vê qonaxê jî ji aliyê siyasî ve, derçûna daxuyaniyekê ya piştgiriya Yekîtiya Xwendekar û Lawên Cîhanî (I.U.S) di kongreya Havanayê de di sala 1987an de ji bo doza Kurd û Yekîtiya Xwendekar û Lawên Dêmokrata Kurdistanê bû. Ev yekîtî li 127 welatan û navçeyan çalakiyên xwe nîşan didan. Herwiha di meha tîrmeha sala 1989an de, beşdariya wan di kongreya Pyeongyangê de kir ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekar û Lawên Cîhanî ve hatibû sazkirin15.

Di warê perwerde û fêrkirinê de jî, li navçeyên azadkirî yên Kurdistanê ji bo cara yekem di dîroka Kurd de xwendin û damezrandina dibistanan û dabînkirina mamoste û kelûpelên xwendinê bû erkê wan16.

Çavkanî û pêrawez

1- Sasan Ewnî, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê çend aliyên têkoşîn û dîrokê, (Hewlêr- çapxaneya wezareta perwerdeyê- 1998), r. 70.

2- Luqman Xerîb, şehîd Hacî Ebdulrehman qonaxeke tijî bexşîn di dîroka bizava xwendekar û lawên Kurdistanê, (Hewlêr- çapxaneya rewşenbîriyê- 2003z), r. 68.

3- Mûsa Ehmed, rojnamegeriya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, (Hewlêr- çapxaneya wezareta perwerdeyê- 1998), r. r. 31-32.

4- Sasan Ewnî, çavkaniya pêşû, r. 75.

5- Luqman Xerîb, çavkaniya pêşû, 68.

6- Sasan Ewnî, çavkaniya pêşû, r. 78.

7- Erfan Ezîz Ezîz, kongre û konferansên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, çapa yekem, (Hewlêr-çapxaneya Rojhilat-2012), r. 87.

8- Silav li heştemîn bîranîna konferansa Tebax 28-30ê tebaxa 1986an, rojnameya Brayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 2030, (Hewlêr, duşem, 29ê tebaxa 1994an), r. 8.

9- Sîrwan Osman, dîrokeke geş û karwaneke nebirî, (Hewlêr- çapxaneya wezareta rewşenbîriyê- 2014), r. 15.

10- Erfan Ezîz, çavkaniya pêşû, r. r. 89-90.

11- Heman çavkanî, r. 90.

12- Sasan Ewnî, çavkaniya pêşû, r. 118.

13- Mûsa Ehmed, r. r. 4-6.

14- Erfan Ezîz, çavkaniya pêşû, r. r. 91-92.

15- Sasan Ewnî, çavkaniya pêşû, r. 122.

16- Heman çavkanî, r. r. 26,29.