Barûdox û encamdana kongreyê:

Wek nerîta rêxistinê û nûkirinê, di meha nîsana sala 2001ê de piştî hatina pêş a helûmercên guncaw, biryara lidarxistina kongreya nû ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hat dayîn û ji bo vê mebestê lijneyeke amadekar a kongreyê li Mekteba Sekreteriyetê bi serokatiya sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hat pêkanîn. Ev lijne di heyama navbera dîroka 5 heta 20ê nîsana 2001ê de, tevahiya amadekariyên kongreyê encam dan û endamên kongreyê bi şêweyê hilbijartinê li liq û lijneyên navçeyan ji bo kongreyê ketin1.

Piştî amadekariyan, di rojên 28 heta 31ê tîrmeha 2001ê de, kongre li bajarê Hewlêrê, bi dirûşma (Zanist - Aşitî - Nûkirin) û bi amadebûna serok Mesûd Barzanî, dest bi karên xwe kir. Serê pêşîn serok Mesûd Barzanî gotara xwe pêşkêş kir, piştre nameya Celal Talebanî yekemîn sekreterê vê yekîtiyê û sekreterê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, gotara doktor Roj Nûrî Şawês serokê Encûmena Nîştimaniya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokê Encûmena Wezîran a hikûmeta Kurdistanê, wezîrê perwerdeyê û parêzgarê Hewlêrê û nûnerê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê hat xwendin2. Di vê kongreyê de, 427 nûner ji tevahiya rêxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê beşdar bûn3. Di encamê de

 

,nûneran desteyeke nû ji bo lijneya rêveberiyê bi vî şêweyê jêrîn hilbijart:

1- Mûsa Ehmed Axa

2- Îsa Ehmed Axa

3- Leyla Emîr As

4- Ferset Sofî

5- Şîlan Ceifer Elî

6- Rojgar Hemede Emîn, nasraw bi Rojgar Şêxanî

7- Elî Teter Tofîq

8- Mezher Ewla

9- Sakar Xazî Mihemed Elî

10- Newzad Ebdullah

11- Nizar Şêx Tahir

12- Feysel Sadiq Tofîq

13- Yasîn Salih Heme

14- Zubêr Ebdullah

15- Barzan Ziyad

16- Hejar Kako Ehmed

17- Umêd Kamil

18- Azar Heso Mîrxan

19- Muzefer Faxir

20- Zêrevan Huseyn Hesen

21- Merdan Xidir

 

Endamên yedek ên lijneya rêveberiyê:

1- Berevan Hemdî Huseyn

2- Lawend Osman

3- Cotyar Elî

4- Kawa Resûl

5- Awat Karox4.

Di dîroka 14ê tebaxa 2001ê de û li baregeha mekteba sekreteriyeta Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, di nava endamên lijneya rêveberiyê de, endamên mekteba sekreteriyetê bi vî şêweyî hatin hilbijartin:

1- Mûsa Ehmed- Sekreter

2- Îsa Ehmed- Endamê mekteba sekreteriyetê

3- Yasîn Salih Heme- Endamê mekteba sekreteriyetê

4- Leyla Emîr As- Endamê mekteba sekreteriyetê

5- Ferset Sofî- Endamê mekteba sekreteriyetê

6- Hejar Kako- Endamê mekteba sekreteriyetê

7- Şîlan Şêx Ceifer- Endamê mekteba sekreteriyetê5.

 

 

 

Çavkanî û pêrawez

 

1- Erfan Ezîz Ezîz, Kongre û konferansên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, çapa yekem, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhilat-2012), r. 154.

2- Aşitî, Al-Reîs Al-Barzanî yer'î Al-Mu'temer Al-Aşir lîtihad Teletet Kurdistan, Mecellet Golan Al-Erebî, Mîkî Golan lîl-Seqafet wel-Î'lam, Al-Eded 63, Al-Senet Al-Sadîse Erbîl, Metbe'et Wezaret Al-Terbiyet, 31 Ab 2001m, s 4; Ferset Sofî, Panoramaya kongreya dehem a yekîtiya me di bin dirûşma zanist, aşitî, nûkirin, Kovara Xebata Xwendekaran, organa Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, hejmar 49, Hewlêr, Îlon 2001z, r. r. 15 - 16.

3- Kongreya (10)em a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê dawî bi karên xwe tîne, Rojnameya Brayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3449, çarşem, 1ê tebaxa 2001z, r. 3 ; Ferset Sofî, çavkaniya pêşû, r. 17.

4- Sîrwan Osman, Dîrokeke geş û karwaneke nebirî, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2014), r. r. 48-49.

5- Erfan Ezîz Ezîz, çavkaniya pêşû, r. r. 158-159.