Lidarxistina Kongreyê:

Piştî kongreya şeşem, yek ji biryarên kongreyê ew bû ku her sal kongreya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bê lidarxistin. Li gorî vê biryarê, salek şûnde kar ji bo lidarxistina kongreyeke nû hat kirin. Ji 30ê Adarê heta 2ê Nîsana 1972an, Kongreya Heftem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li hola konferansê ya Zanîngeha Silêmaniyê bi beşdariya 450 nûnerên heft lîjneyan hat lidarxistin1.

Di kongreyê de Taha Ebdulkerîm, endamê serkirdayetiya Partiya Sosyalîst a Ereban a Beisî û wazîrê petrolê amade bû. Nûnerê serokkomarê Îraqê axavtina serokkomar pêşkêş kir2. Herwiha, Elî Ebdullah, parêzgarê Silêmaniyê, Samî Ebdulrehman, Wazîrê Karûbarên Bakur û nûnerê serok Mistefa Barzanî, Biyanko, nûnerê Yekîtiya Rêxistinên Xwendekaran ên Romanyayê, endazyar Tariq Akreyî, serokê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê, wekî mêvan di vê konferansê de beşdar bûn3.

Roja yekem a kongreyê ji bo xwendina axavtinan û merasîma vekirinê hat terxankirin. Ji bo roja duyem, komîsyona amadekar hat destnîşankirin û kongreyê bi awayekî fermî di rojên li pey de dest bi karê xwe kir. Girîngtirîn biryarên kongreyê ev bûn: Avakirina Encûmena Cîbicîkar a Giştî ji bo cîgirtina Komîteya Cîbicîkar û vekirina lîjneyên encûmenê li seranserê Îraqê. Zêdekirina navenda jinavbirina nexwendewariyê. Veguhastina Beşa Kurdî ya Koleja Wêjeyê ya Zanîngeha Bexdayê bo koleja wê ya taybet. Alîkarîkirina xwendekarên ji beşên din ên Kurdistanê. Bihêzkirina peywendiyan ligel rêxistinên xwendekaran ên girseyî li cîhanê û nûkirina piştgiriya Yekîtiya Xwendekaran ji bo şoreşê û serok Mistefa Barzanî4.

 

 Di vê kongreyê de, pileya cîgirê serok hat rakirin û sekreterya ji aliyê nûneran ve bi vî awayî hat hilbijartin:

 

1- Adil Murad - Serok

 

2- Renc Nûrî Şawês - Sekreter

 

3- Azad Mihemed Xefaf - Endamê Buroya Sekreterya

 

4- Çiya Abas - Endamê Buroya Sekreterya

 

5- Yûsif Mewlûd Qesab - Endamê Buroya Sekreterya

 

6- Azad Mihemed Necîb - Endamê Buroya Sekreterya

 

7- Mihemed Qeranî Qeredaxî - Endamê Buroya Sekreterya

 

8- Osman Salih Xoşnaw - Endamê Buroya Sekreterya

 

9- Celal Selîm Xoşnaw - Endamê Buroya Sekreterya

 

10- Husên Taha Şingalî - Endamê Buroya Sekreterya

 

11- Necmedîn Omer Kerîm - Endamê Buroya Sekreterya

 

Endamên yedek ên Sekreteryayê bi vî awayî hatin hilbijartin:

 

1- Xesrew Gul Mihemed

 

2- Ezîz Mehmûd

 

3- Sîrwan Ebdullah

 

4- Necmedîn Ezîz

 

5- Cebar Sabir5.

 

Li gorî bernameya navxweyî, avahiya rêxistinî ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ev bû:

 

Lîjne, Komîteya Dibistanê an Komîteya Zanîngeh û Enstîtuyê, Lîjneya Navçeyê, Komîteya Lîjneyê, Komîteya Cîbicîkar, Ofîsa Sekreteryayê û Sekreterê Giştî6.

Çavkanî:

1. Arşîva Ensîklopediya KDPê.