Lidarxistina kongreyê

Piştî lidarxistina Kongreya Şeşem, yek ji biryarên kongreyê ew bû ku her sal kongreyeke Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê were lidarxistin. Li gorî vê biryarê, piştî derbasbûna salekê, xebat ji bo lidarxistina kongreyeke nû hat kirin û di heyama ji 30ê Adarê heta 2ê Nîsana 1972an de, Kongreya Heftem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê di atmosfereke azad de bi dirûşma "Zanist û têkoşîn ji bo pêkanîna xweseriya Kurdistanê ya Îraqê" û bi amadebûna 450 mendûbên ji heft şaxan li hola civînan a zanîngeha Silêmaniyê hat lidarxistin.

Di kongreyê de Tayih Ebdulkerîm endamê serkirdayetiya Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst û Wazîrê Petrolê amade bû.. Nûnerê Serokê Komara Iraqê peyama serok xwend, herwiha wek mêvan her yek ji Elî Ebdullah parêzgarê Silêmaniyê, Samî Ebdulrehman Wazîrê Karûbarên Bakur wek nûnerê rêber Mistefa Barzanî, Biyanko nûnerê Yekîtiya Rêxistinên Xwendekaran li Romanyayê, endezyar Tariq Akreyî serokê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê amade bûn.

Roja yekem a kongreyê ji bo xwendina peyamên beşdaran û lidarxistina merasîma vekirinê hat terxankirin, di roja duyem de Komîsyona amadekar a kongreyê hat destnîşankirin û di rojên piştre de kongreyê karên xwe bi fermî dest pê kir, girîngtirîn biryarên kongreyê ev bûn: Damezrandina Encûmena Îdarî ya Giştî ji bo şûna Komîsyona cîbicîkar bigire û vekirina şaxên encûmenê li seranserê Îraqê. Zêdekirina navendên jinavbirina nezanînê, veguhestina beşa kurdî ya li Fakulteya Wêjeyê ya zanîngeha Bexda bo fakulteyeke taybet. Alîkariya xwendekarên ji beşên din ên Kurdistanê. Bihêzkirina peywendiyan bi rêxistinên xwendekarên girseyî yên cîhanê û tekezî li ser Piştevanî ya Yekîtiya Xwendekaran ji bo şoreşê û rêber Mistefa Barzanî.

Di kongreyê de mansibê cîgir hat betalkirin, di dawiyê de hilbijartina ofîsa sekreteriyê ji aliyê mendûban ve bi vî rengî hat kirin:

1- Adil Murad- Serok

2 -  Renc Nûrî Şawês- Sekreter

3- Azad Mihemed Xefaf- Endamê ofîsa sekreteriyê

4-  Çiya Abas- Endamê ofîsa sekreteriyê

5-  Yûsif Mewlûd Qesab- Endamê ofîsa sekreteriyê

6-  Azad Mihemed Necîb- Endamê ofîsa sekreteriyê

7-  Mihemed Qernî Qeredaxî- Endamê ofîsa sekreteriyê

8- Osman Salih Xoşnaw- Endamê ofîsa sekreteriyê

9- Celal Selîm Xoşnaw- Endamê ofîsa sekreteriyê

10- Husên Teha Şengalî- Endamê ofîsa sekreteriyê

11-  Necmedîn Umer Kerîm- Endamê ofîsa sekreteriyê

Endamên yedek ên ofîsa sekreteriyê bi vî rengî hatin hilbijartin:

1- Xesrew Gul Mihemed

2- Ezîz Mehmûd

3-  Sîrwan Ebdullah

4- Necmedîn Ezîz

5- Cebar Sabir

Li gorî rêziknameya navxweyî, pêkhateya rêxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bi vî rengî bû:

Xane, komîsyonên dibistanan an zanîngeh û peymangehan, komîsyonên herêmî, komîsyonên şaxan, desteya îdarî, ofîsa sekreteriyê û sekreterê giştî.

Çavkanî û jêrenot:

 

1- Erfan Ezîz Ezîz, Kongre û konfêransên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, çapa yekem, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhilat-2012), r. 74.

2- Peyama birêz Serokê Komarê di kongreya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ya Îraqê de, rojnameya Et-Teaxî, hejmar 997, Bexda, çapxaneya Times, şemî, 1ê Nîsana 1972an, r. 1.

3- Sasan Ewnî, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê çend aliyên têkoşîn û dîrok, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 1998), r. 42.

4- Erfan Ezîz Ezîz, çavkaniya berê, r. 74-75.

5- Sasan Ewnî, çavkaniya berê, r. 57; Erfan Ezîz Ezîz, çavkaniya berê, r. 77.

6- Rêzikname û pergala navxweyî, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê - Îraq, Kongreya Heftem, (bê cih - 1972), r. 1 - 21.