Kongreya heştem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê, di rêkefta 3ê îlona 2018an de, bi dirûşma (Tewanasaziya Afretê civakeke pêşketî), bi navnîşana (Kongreya Nîştiman), li hola Şehîd Seid Ebdulla li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna 166 nûneran hate girêdan1.

Di rêkefta 4ê îlona 2018an de, çar lijneyên peyrew û program, raporta giştî, skala û raspiyaran raportên xwe pêşkêşî nûnerên kongreyê kirin û dûre bi dengê nûneran desteyeke nû ji bo Mekteba Sekreteriyetê hat hilbijartin2.

Di dawiya karan de, nûnerên kongreyê bi vî awayê jêrîn desteyeke nû ji bo Mekteba Sekreteriyetê hilbijartin:

1- Viyan Silêman, sekreter.

2- Narîn Ebdulqadir, endama Mekteba Sekreteriyetê.

3- Zîba Teha, endama Mekteba Sekreteriyetê.

4- Zuheyle Yûsif, endama Mekteba Sekreteriyetê.

5- Peyman Teha, endama Mekteba Sekreteriyetê.

6- Dilvîn Xelef, endama Mekteba Sekreteriyetê.

7- Şeyma Mistefa, endama Mekteba Sekreteriyetê.

8- Naske Seîd, endama Mekteba Sekreteriyetê.

9- Eyhan Ednan, endama yedeka Mekteba Sekreteriyetê.

10- Dilxwaz Ecîl, endama yedeka Mekteba Sekreteriyetê3.

Çavkanî û perawêz

1- Îro Yekîtiya Afretan kongreya heştem girê dide, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 5582, Hewlêr, duşem, 3ê îlona 2018z, l 1.

2- Ragehandina kongreya heştem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 5586, Hewlêr, yekşem, 9ê îlona 2018z, l 2.

3- Mehabad Qeredaxî, raportek derbarê kongreya heştem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê, kovara Şikar, Peymangeha Yekîtiya Afretên Kurdistanê bo pirsên civakî, hejmar 25, sala heftem, zivistana 2018z, l 205.