Kongreya nehem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê di dîroka 21ê kanûna paşîn a sala 2023an de li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin.

Di dîroka 14ê hezîrana 2023an de, piştî civîna Mekteba Sekreteriya Yekîtiya Afretên Kurdistanê û Mekteba Rêxistinên Cemawerî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, biryara lidarxistina kongreya nehem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê hat dayîn, ji bo vê mebestê lijneyeke amadekar a kongreyê hat pêkanîn.

Piştî bidawîhatina amadekariyan, di dîroka 21-22ê kanûna paşîn a 2023an de, li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, bi dirûşma (Hêz û şiyana afretê bingehê pêşketina aştiyê û aboriyê ye), bi çavdêriya cenabê serok Mesûd Barzanî û amadebûna rêzdar Mesrûr Barzanî cîgirê serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bi amadebûna (142) endaman, ji wan hevalên ku li gorî pîvanên di peyrewê navxweyî de hatine, herwiha yên ku di konferansên navxweyî de baweriya endaman bi dest xistin û nûneratiya hemû organ û rêxistinên rêxistina xwe dikirin, kongreya nehem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê hat lidarxistin.

 

Lijneya birêvebirina kongreyê ji van kesan pêk dihat:

1- Seneuber Sabir - Seroka lijneyê

2- Nask Seîd - Endama lijneyê

3- Nefsiyê Xizr - Endama lijneyê

4- Şeyma Mistefa - Endama lijneyê

5- Bendî Xalid - Endama lijneyê

6- Ejîn Xurşîd - Endama lijneyê

7- Asya Meẍdîd - Endama lijneyê.

 

Lijneyên kongreyê bi vî awayî hatin destnîşankirin:

Lijneya raporta giştî:

1- Şîlan Ferec

2- Fatime Fikrî

3- Gulan Hesen

4- Helez Ebdulrehman

5- Helez Enwer

 

Lijneya giliyan:

1- Şad Rizgar

2- Kejal Hidayet

3- Aye Elî

4- Serwîn Xazî

5- Ruweyda Hesîb.

 

Lijneya pêşniyar û raspardeyan:

1- Lavîn Şaxewan

2- Şehên Umer

3- Nigar Mehmûd Namiq

4- Ejîn Luqman

5- Saye Hiwa

6- Jivan

7- Befrîn.

 

Lijneya peyrew û programê:

1- Zîba Teha

2- Fezîle Şoreş

3- Lahîcan Reşîd

4- Çiyan Mehdî

5- Xoşî Salih

6- Hewarge Kerîm

7- Sirwe Berzincî.

Piştî merasîma vekirinê û xwendina raporta giştî ya rêxistinê û raporta lijneyên raspardî, ji bo serê sibehê ya roja duyem a kongreyê gotûbêja raporta lijneyan hat kirin û reşnivîsa program û peyrewê navxweyî hat amadekirin û têbîniyên lijneyê, piştî gotûbêja endaman, hat pesendkirin.

Piştî nîvroya roja duyem, hilbijartin ji bo destnîşankirina desteyeke nû ji bo Mekteba Sekreteriya Yekîtiya Afretên Kurdistanê hat kirin, proseya hilbijartinê ji aliyê tîmeke dadwerî ve hat birêvebirin ku ji van kesan pêk dihat: dadwer Terze ji Serokatiya Encûmena Bilind a Dadwerî, Hawar Mihemed, nûnerê Desteya Çavdêrî û Peydakirinê û tîma Komisyona Hilbijartinê û beşa hilbijartinê.

Di wê prosê de, ku li ser bingeha bazneya erdnîgarî û mekteba rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê li parêzgehan hat birêvebirin, (7) berbijêr wekî endama sereke û (3) berbijêrên din wekî endama yedek a Mekteba Sekreteriyê, baweriya endamên kongreyê bi dest xistin, di nava vê desteyê de, Zîba Teha wekî sekretera nû ya Yekîtiya Afretên Kurdistanê hat hilbijartin.

Endamên serketî yên Mekteba Sekreteriyê ev bûn:

1- Zîba Teha

2- Dilvîn Xelef

3- Liya Seyfedîn

4- Şanaz Mihemed

5- Zerî Newzad

6- Kejal Hidayet

7- Sûham Selam.

Endamên yedek ên Mekteba Sekreteriyê:

1- Rêjîn Siyamend

2- Dilvîn Şemal

3- Şad Rizgar.

Di dawiyê de, kongreyê çar sekreterên berê yên Yekîtiya Afretên Kurdistanê bi xelata rêzgirtinê xelat kirin1.

Çavkanî û pêrawez

1- Hemû ev agahî ji van hatine wergirtin: Dr. Viyan Silêman Hacî, arşîva kongreya nehem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê (Hêz û şiyana afretê bingehê pêşketina aştiyê û aboriyê ye).