Mehmûd Ehmed Rustem di sala 1965an de li gundê Kanîskan li binê çiyayê Sûrênê yê ser bi nahiyeya Xurmal a parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, di destpêkê de gundî bû û di çandiniyê de kar dikir, lê piştî şikestina Şoreşa Eylûlê rejîma Îraqê gundê wan wêran kir û bi zorê bo komelgeha Barîke ya nêzîkî qezaya Seyîd Sadiq hatin koçberkirin, Mehmûd Ehmed bi Hefse Ebdullah re zewicî bû û bavê keçekê bi navê Baxan bû.

Di sala 1981ê de bû kadroyê Komîsyona herêmî ya Pêncwênê ya ser bi Şaxa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1984an de bo heyama salekê tevlî refên Pêşmerge bû di beşa leşkerî ya Komîsyona herêmî ya Derbendîxanê ya ser bi Şaxa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, û di sala piştre yanî di sala 1985an de bi fermana berpirsiyarê Şaxa çarem a partiyê bo Komîsyona herêmî ya Pêncwênê hat veguhastin û bû berpirsiyarê şaneya pêncem a herêmê, di heman demê de bû berpirsiyarê çalakiyên şerê çeteyî li nav bajêr.

Di komek çalakî û operasyonên şerê çeteyî de beşdar bû, yên herî berbiçav êrîşa li ser navenda polîsan a Seyîd Sadiq, êrîşa li ser rêxistina Qergolê, kemîna Qergolê bûn.

Di sala 1988an de Mehmûd Ehmed Rustem û hejmarek ji hevsengerên xwe yên Pêşmerge kemînek ji bo karwanekî leşkerî yê leşkerên rejîma Beis li ser rêya di navbera Helebce û Silêmaniyê de nêzîkî gundê Qergolê li deşta Şarezûrê danîn, di vê operasyonê de karîn karwan wêran bikin û hejmarek ji otomobîlên leşkerî bişewitînin, Mehmûd Ehmed Rustem hildgirê roketavêja RPG bû û roleke wî ya berbiçav di şewitandina wan otomobîlan de hebû, piştî vê çalakiya mezin, bi fermana Rêveberiya Ewlekariya Giştî li Bexda, heyetek ji ewlekariya Silêmaniyê û hêzeke taybet bo lêkolîna li ser operasyonê û girtina encamderên wê hatin erkdarkirin, lewma Mehmûd Ehmed Rustem û hejmarek ji hevsengerên xwe yên Pêşmerge li Seyîd Sadiq û derdora wê hatin girtin, ew jî ev bûn: Fehmî Heme Rehîm, Cebar Ehmed Salih, Mihemed Heme Kerîm, Xalid Elî, Welî Mehmûd Osman, piştî salekê ji girtina wan li girtîgeha bi navê (Emnê Sureke) li bajarê Silêmaniyê, bo Ewlekariya Giştî ya Kerkûkê hatin veguhastin bo dadgehkirinê, û piştre bo girtîgeha Ebûxerîb bo cîbicîkirina biryara dadgehê. 

Mehmûd Ehmed Rustem û hevsengerê wî yê Pêşmerge Mihemed Heme Kerîm piştî îdamkirina wan di 29ê Mijdara 1989an de li girtîgeha Ebûxerîb şehîd bûn.

Çavkanî:

Arşîva Heyeta Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.