Çiyayê Gurz dikeve rojavayê bajarê Soran û bakurê bajarê Rewandizê, geliyê Gelî Elî Beg wî ji çiyayê Korikê vediqetîne ku rêya Hemîltin pê re derbas dibe, her hêzeke ku kontrola wê bikira xwedî girîngiyeke taybet bû di dema Şoreşa Eylûlê de, û di sala 1974an de dema hikûmeta Iraqê şer destpêkir, niyeta wê hebû bi rêya Gurz êrîş bike û dest deyne ser deşta Diyana, û ji wir êrîşî çiyayê Zozik û Hesen Beg û Sertîz û tengava Bêşê bike.

Wekî ku hatiye amaje kirin hêzên wan di destpêka salê de vekişiyabûn bo Gurz û Korik û Xelîfan, lewma serkirdayetiya şoreşê biryar da ku kontrola rêzeçiyayên Gurz bike û hêzên Artêşa Iraqê ji wan cihan derxe û rê li ber pêşveçûna wan ji vê xalê bigire, di 18ê nîsana 1974an de hêzên Pêşmerge li Diyana amade bûn, bi otomobîlan bo gundê Balkiyan li binê çiyayê Gurz hatin veguhastin, di wê şevê de fermandarên Pêşmerge bo plankirin û êrîşê civiyan, gund berê baregeheke yek ji fujên Artêşa Iraqê bû, lê ew bo devera Spêlik a rojavayê bajarokê Xelîfan hatibû veguhastin.

Li gorî plana êrîşê, roja din, rabayên li ser çiyayê Gurz ji aliyê Topxaneya Şoreşê bi fermandariya Halî Topçî hatin topbarankirin, piştî topbaranê Pêşmerge nêzîkî xalên kontrolê yên serbazî yên Artêşa Iraqê bûn, lê di destpêkê de ji ber mayînên li derdora rabayan hatibûn çandin nekarîn êrîş bikin, lê wan fikirîn ku rêçikekê bi rêya devera mayînkirî vekin bo gihîştina bi armanca xwe bi rêya vê rêçikê, û karîn vê astengiyê derbas bikin bi rêya yek ji Pêşmergeyan ku di dema hebûna xwe di nava refên Şoreşa Eylûlê de perwerdeya çawa berzkirinê mayîn û teqemeniyan dîtibû, û bi alîkariya endamekî din ê Pêşmerge di dawiyê de rêçik hat vekirin, piştre hêzên Pêşmerge bi fermandariya fermandarê fujê Hacî Bêroxî êrîşî rabayên artêşê kirin, piştî şerekî giran karîn kontrola hemû rabayan bikin ji bilî rabayekê, qurbaniyên Pêşmerge di wê êrîşê de şehîdbûna sê kesan û birîndarbûna 13 kesên din bû.

Piştî nêzîkî mehekê serkirdayetiya şoreşê biryar da ku kontrola wê rabayê bike, lewma Topxaneya Şoreşê pêşî bi tundî rabayê topbaran kir, di heman şevê de hêzên Pêşmerge bi fermandariya Hacî Bêroxî û Cader Goyzî û Ezîz Xan Muhacir û bi plan û taktîkên guncaw êrîşî rabaya navborî kirin û ketinê û karîn kontrola wê bikin, gelek leşkerên di rabayê de hatin kuştin û yên din reviyan, hêzên Pêşmerge di vê êrîşê de ziyan nedîtin, lê Artêşa Iraqê ziyanên mezin dîtin, ku nêzîkî 40 termên leşkerên xwe yên kuştî li qada şer hiştin. 

Piştî 19 rojan ji kontrolkirina hêzên Pêşmerge li ser rabayên çiyayê Gurz, hikûmeta Iraqê êrîşek kir bo vegerandina rabayan bi rêya hêzên çekdarên kirêgirtî, piştî şerekî giran hêzên Pêşmerge ji hin rabayan vekişiyan, lê bi alîkariya hêzên Piştevanî rewşa şer guherî, û bi serkeftina Pêşmerge bi dawî bû ku karîn kontrola rabayê vegerînin, û êrîşa kirêgirtiyan hat têkbirin, ku hejmarek term li qada şer hiştin.

Bo bihêzkirina cihên xwe û parastina wan û parastina jiyana xwe hêzên Pêşmerge xendek li hemû deverên vê rêzeçiyayî kolan û pir bi fikar bûn li ser selametiya xwe, ku cihên xwe bi dar û daristan û kevirên mezin nixumandin, taktîka hêzên Pêşmerge bandoreke mezin li ser parastina wan kir.

Piştî demekê Artêşa Iraqê bi rêya hêzeke mezin êrîşeke berfireh şevê de kir ser Gurz bi armanca kontrolkirina çiya û berdewamkirina pêşveçûna xwe ji wir, û kampanya Artêşa Iraqê li dijî cihên Pêşmerge bi tundî dest pê kir, hêzên Pêşmerge di parastina xwe de berdewam bûn, lê Topxaneya Şoreşê roleke çalak lîst di piştevanîkirina Pêşmerge û westandina Artêşa Iraqê de, şer heta berbanga sibê berdewam kir, di encamê de, Artêşa Iraqê di êrîşa xwe de vê carê têk çû û biser neket, nêzîkî 100 heta 120 kuştî li qada şer hiştin, ev yek piştrast dike ku Artêşa Iraqê çend caran hewl da ji çiyayê Gurz pêşve biçe û bigihîje deşta Diyana. 

Di 8ê îlona 1974an de Artêşa Iraqê careke din êrîşeke berfireh kir ser çiyayên Gurz û Korik, lê têk çû û vekişiya, di encamê de zêdetirî 400 kes ji endamên wê hatin kuştin û termên wan li qada şer hatin hiştin. Lewma hêzên Pêşmerge li çiyayê Gurz man heta piştî ku Artêşa Iraqê êrîşeke serkeftî bi piştevanîya tankan kir ser çiyayê Korik di 19ê îlonê de, ku karî kontrola Korik û Rewandizê bike, û hêzên Pêşmerge çiyayê Gurz bicîh hiştin û vekişiyan piştî Diyana bo avakirina xetek din a berevaniyê.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergî sêyem, beşî duwem, çapî yekem, (Hewlêr- 2004).

2- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek le xizmetî Barzanî da ... Hacî Bêroxî, bergî yekem, çapî duwem, (2020).

3- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawe serbaziyekani şorşî Eylûl 1970-1975, çapî yekem, (Hewlêr- 2022).

4- Dîmane: Qadir Hesen Sîtkanî Pêşmergey şorşî Eylûl 31ê kanûna pêşîn a 2022an.

5 - Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.