Ji Sibata 1964an heta Adara 1965an, salekê agirbest di navbera şoreşa Kurd û hikûmeta Iraqê de hebû. Ne şer bû û ne jî aştiyê, heta dawiya Adarê, bi taybetî di 1ê Nîsana 1965an de, şer careke din derket. Ji ber ku hikûmeta Iraqê ji cîbicîkirina peymana di navbera wan de paşve gav avêt, hêzên Pêşmerge ji bajar û bajarokan ber bi cihên aramtir ve vekişiyan û bi dehan efser û bi sedan leşker, polîs û welatiyên sivîl tevlî refên şoreşê bûn.

Piştî ku hikûmetê êrîşên xwe li ser deverên cuda yên Kurdistanê ji nû ve dest pê kir, fermandariya şoreşê fikirî ku operasyonekê di kûrahiya desthilata hikûmetê de li Kerkûkê pêk bîne. Ew jî di lêdana boriyên petrolê û xetên trênê yên li Zembûrê de bû. Her çend fermandariya şoreşê dixwest nîşanî hikûmetê bide ku ew ne tenê li qada şer rûbirûyê Artêşa Iraqê dibe, belkî ew dikare di dilê desthilatê û cihên girîng de kar bike û berjewendiyên wê bixe xeteriyê. Du sedemên din jî li pişt vê operasyonê hebûn:

Yekem: Belavkirina hêzên leşkerî û neçarhiştina fermandariya wê ku li deverên berfireh belav bibe, ku rê li ber kombûna wan li ser heman eniyê digire.

 Duyem: Gefxwarin li aboriya hikûmetê bi rêya êrîşkirina ser saziyên petrolê da ku hikûmet hêzeke parastinê ya mezin ji bo van saziyan terxan bike û wan ji qada şer dûr bixe.

Di 21ê Tîrmeha 1965an de komek Pêşmerge bi fermandariya Mihemed Derwêş Nadir gihîştin xeta boriyên petrolê ya Zembûrê û xeta trênê ya Kerkûkê. Piştî demekê kurt wan hemû xetên boriyên petrolê mayîn kirin û teqandin, ku bû sedema ziyanên mezin li saziyên petrolê. Piştî cîbicîkirina serkeftî ya operasyonê û vekişîna hêzên Pêşmerge, hêzên hikûmetê êrîşî wan kirin û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bû.

Melbenda Pêşmerge û encamên wê bû sedema alozî û gefeke mezin li ser hikûmetê û berjewendiyên wê yên aborî. Lewma neçar ma ku çend gavan bavêje, ji wan vekişîna bi hêzeke mezin a ji du tabûran û nêzîkî 1000 sîxuran (caş) ji qada şer û terxankirina wan ji bo parastina saziyên petrolê. Her wiha fikirî ku Pêşmerge ji sînorên Kerkûkê û deşta Hewlêrê dûr bixe ber bi çiyayan ve, ji bo parastina saziyên petrolê ji xetera êrîşeke din a bi vî rengî. Di payîza sala 1965an de hikûmetê êrîşeke mezin li ser deşta Hewlêrê li gundên Bêstanê, Êlincax, Qeşqa, Xorxor, Koyê, Teqteq û Dîkele pêk anî. Bi armanca kişandina hêzên Pêşmerge ji van deveran û astengkirina tevger û çalakiyên wan li deşta Hewlêrê.

Çavkanî:

1- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr, 2012.

2- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane di dîroka Şoreşa Eylûlê de, çapa yekem, Hewlêr, 2007

3- Arî Kerîm, Çend lapereyên zindî di Şoreşa Eylûlê de, Çapxaneya Xebat, Dihok 1999.

4- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgariya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, çapa yekem, Hewlêr, 2004.

5- Xurşîd Şêre, Xebat û Xwîn, Bîranînên salên xebata Pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.