Muhemmedemîn Feqê Hesen Xizr, sala 1927an li gundê Dergelê ku dikeve binê çiyayê Hendirên û Karoş ser bi qezaya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê çavên xwe li dinyayê vekiriye, li ser daxwaza Mistefa Barzanî ji desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê û bi mebesta bilindkirina asta rewşenbîrî û pîşeyî piştî mûletdan û razîbûna karbidestên Yekîtiya Sovyetê xwendiye, di 15ê sibata 1954an de li peymangehê hatiye wergirtin û beşa çandiniyê temam kiriye, piştî mandîbûn û şevxewniyê karî bawernameya dîplomê werbigire, sala 1952an li gel Aîşe Umer Osman a xelka Ozbekistanê zewiciye, şeş kur û sê keçên wan hebûn, di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê wek fermanber û serperiştiyarê çandiniyê li rêveberiya çandiniyê ya wî bajarî hatiye damezrandin, lewma her li wir jî akincî dibe, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê dibe, piştî du salan vedigere başûrê Kurdistanê, piştî çardeh salan milmilanê li gel nexweşiya celta mêjî, di 30ê hezîrana 2022an de koça dawî kir.
XebatnameMuhemmedemîn Feqê Hesen Dergeleyî di tafa lawîtiya xwe de yek bû ji wan Pêşmergeyên dilêr û azayên Komara Kurdistanê li Mehabadê, li gel çendîn mêrxas û mêrên wê zemanê, her ji başûrê Kurdistanê ve yaveriya Silêman Begê Dergeleyî dike bo canfîdayî di pênav serxwebûn û rizgariya Kurdistanê ber bi rojhilatê Kurdistanê, li wir jî şerefa Pêşmergebûnê li Wezareta Cengê ya Komara Kurdistanê wergirtin, di 31ê adara 1946an de li Hêzên Pêşmerge ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û di şerên Nelos û şerê navdar ê Qarnê de beşdarî kiriye, Pêşmergeyekî azay û çavnetirs bûye, di wan şeran de azayanê berevaniya li armancên xwe kiriye, her di wî şerî de di dema berevanîkirinê de fîşekek li tivinga destê wî dikeve û çekê wî ji nîvî dibe du keret, lê ew bi wêrêkî û azayetiya xwe her berdewam dibe li ser berevanîkirinê, bêgudana metirsiya li ser jiyana xwe li paş ve dizivire bi kevirê destê xwe li serbazekî Îranî dide û her bi çekê wî serbazî berdewam dibe li ser êrîşkirina ser hêza dijmin, vê neberdiya Muhemmedemîn Feqê Hesen Dergeleyî, bandoreke mezin li ser wera ya Pêşmerge û hevalên wî li Hêzên Pêşmerge dibe, di dawiyê de bandoreke mezin li ser guhertina arasteya şer dibe, lewma ew neberdiye dibe sedema serketina Hêzên Pêşmerge di wî şerî de û şikestina artêşa Îranê, di heman demê de ev serketina Pêşmerge dibe mayeya parastina canê malbata Pêşmergeyên Barzaniyê nemir û derbazbûna wan ji çengê dijmin, ew şer li gorî rojnameyên Îranî yên wê serdemê mezintirîn şikestina serbazî bû ku bi ser artêşa Îranê de hat.
Di 19ê nîsana 1947an de Muhemmedemîn Feqê Hesen Dergeleyî hevtayê sedan Pêşmergeyên din, biryar daye di bin fermandariya jenerel Mistefa Barzanî li berxwedanê berdewam be, di 23ê gulana 1947an de beşdarî rêrêwa ber bi Yekîtiya Sovyetê kiriye, di 9ê hezîrana 1947an heta 11ê hezîrana 1947an beşdarî şerên geliyê Qetur û pira Makoyê (rojhilatê Kurdistanê) kiriye. Di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê derbaz bûye ber bi Sovyetê.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer mamaleya wan hat kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakuyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin.
Piştî mamaleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkent a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî li meşqa serbazî berdewam dibin. Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgehên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, di dawiyê de nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxê hevalên Barzanî û di dawiyê de biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye başûrê Kurdistanê.
Bi teqeya yekem a tivinga Şoreşa Eylûlê ya mezin a Sala 1961ê, di derfetekê de ligel çend hevalên xwe yên ku wekî wî li Silêmaniyê karmend bûn, bajarê Silêmaniyê dihêle û vedigere Dergelê û çeka Pêşmergatî dike milê xwe. Piştî rêkeftina 11ê Adara 1970ê ya di navbera şoreş û hikûmeta Bexdayê de, careke din vedigere ser karê xwe yê li Bekrecoya bajarê Silêmaniyê. Piştî salekê mayîna li wî bajarî, xwe vediguhêze nav bajarê Hewlêrê û li fermangeha çandiniyê ya bajarokê Xebatê wekî karmend dest bi kar dike, lê ji ber dûriya navçeyê ji warê xwe, li wir jî zêde namîne. Piştî salekê karmendiya xwe vediguhêze fermangeha çandiniyê ya li qezaya Çomanê û li Dergelê bi cih dibe. Di Sala 1974an de piştî paşvekişîna rejîma Îraqê ji rêkeftina 11ê Adarê û destpêkirina şer, careke din çeka Pêşmergatî dike milê xwe û dibe Pêşmerge.
Muhemmedemîn Feqê Hesen Dergelêyî, di dirêjahiya Şoreşa Eylûlê çendîn pile û berpirsyarî di nava şoreşê de werdigire, ji wan: serpel, serliq, cîgirê batalyona çarem, paşê cîgirê amirhêzê Henderên û serperiştiyarê serpel û serliqên hêzê. Pêşmerge û fermandeyekî azad û çavnetirs bûye, di piraniya neberdên Şoreşa Eylûlê de beşdariyeke çalak heye, her ji şerê Zozik û Henderên û Korrek û Geliyê Elî Beg û Gornok û Mêger... hwd. Di şerê Dare Qespê de di 19ê Nîsana 1974an de ew û Nûrî yê kurê xwe bi giranî birîndar dibin, Nûrî di wî şerî de bi 26 fîşekan birîndar dibe û bi mucîze ji mirinê rizgar dibe, heta nesko ya şoreşê berdewam dibe li ser erka xwe wekî Pêşmerge.
Sala 1975an piştî rêkeftina şûm a Cezayîrê, Hemedemîn Feqê Hesen ligel malbata xwe awareyî welatê Îranê dibe û demekê li wir bi awareyî dimîne. Di dawiya Sala 1976an de careke din vedigere Başûrê Kurdistanê, lê dûr tê xistin bo Başûrê Îraqê, bi neçarî li wir bi cih dibe, lê piştî du salan jiyan bi ser birin li Başûrê Îraqê vedigere Kurdistanê. Ji ber ku ji aliyê dest û pêwendiyên Partiya Be'is ve gumaneke zêde li ser heye, lewma nîştecihbûna neçarî (îqameya cebirî) jê re tê kirin li bajarê Rewandizê. Ji ber pêwîstiya jiyan û guzaranê vedigere ser karê xwe yê li fermangeha çandiniyê ya bajêr, piştî ku rajeya karmendiya wî digihîje asta xanenişînê, xanenişîn dibe.
Piştî raperîna mezin a Sala 1991ê tê bajarê Soran û li wî bajarî bi cih dibe. Piştî çardeh salan milmilanê ligel nexweşiya celta mêjî, di 30ê Hezîrana 2022an de di temenê 95 saliyê de koça dawî dike.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





