Muhemmed Emîn Muhemmed, sala 1952an li gundê Kanî Weyskê yê ser bi nahyeya Bemoyê ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Ciwanro nîştecih bûye, sala 1977an vegeriyaye Îraqê û bo xwarûyê Îraqê hatiye raguhastin û li parêzgeha Dîwaniyê nîştecih bûye, sala 1978an piştî du sal manê di dûrxistinê de vegeriyaye Kurdistanê û li bajarokê Zerayen nîştecih bûye, xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Fatime Hesen bûye, xwediyê çar kur û çar keçan bûye bi navên Tarîq, Bextiyar, Farûq, Serdar, Şîlan, Ruqiye, Nesrîn, Perwîn.

Sala 1974an di lîqa çar a ser bi batalyona şeş a Bemoyê ya Hêza Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge, sala 1991ê careke din di Hêza Sîrwan a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bi fermandeyiya Celal Lawranî bûye Pêşmergeyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di azadkirina bajarên Helebce, Derbendîxan, Kelar, Kerkûk, Kulco, Xaneqînê de beşdarî kiriye.

Sala 1991ê li gundê Şêx Bawe yê ser bi qezaya Xaneqînê, ketine kemîna hêza Mucahîdînê Xelq û Muhemmed Emîn Muhemmed û çend hevsengerên wî Şehîd bûne û yek ji wan Şehîdan e ku gora wî nediyar e.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.