Endazyar û siyasetmedar Newzad Hadî Mewlûd Mihemed, sala 1992an peywendî bi rêzên Partiyê re kiriye, nûnerê Kongreya Duwazdehêm 1999an bûye û sala 2010an di Kongreya Sêzdehem de bûye endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û hatiye hilbijartin, salên (2004-2019) parêzgarê Hewlêrê bûye.

Jînenîgarî

Newzad Hadî sala 1963an li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1987an bakaloryosa endazyariya karebayê li Zanîngeha Selahedîn-Hewlêr wergirtiye, sala 1996an di Kabîneyê Sêyêm de hatiye kirin brîkarê Wezareta Veguhastin û Gihandinê, serokê liqa Hewlêrê ya Sendîkaya Endazyaran bûye, salên (2004-2019) wek parêzgarê Hewlêrê hatiye damezrandin. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî û Îngilîzî ye.

Xebatname

Newzad Hadî sala 1992an peywendî bi rêzên Partiyê re kiriye, sala 1992an wek endazyarê karebayê li Radyoya Dengê Kurdistanê kar kiriye û endamê liqê bûye li lijneya liqa du.

Nûnerê Kongreya Duwazdehêm 1999an bûye û sala 2010an di Kongreya Sêzdehem de bûye endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û hatiye hilbijartin, sala 2022an di Kongreya Çardehem de bûye endamê Komîteya Navendî û di yekemîn civîna komîteya serkirdatiyê de bûye endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û hatiye hilbijartin û bûye berpirsê mekteba rêkxistina parêzgeha Mûsilê.

Çavkanî: