Rêber Ehmed Xalid, di 1ê tîrmeha 1968an de li gundê Barzan ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1997an beşa endazyariya şaristanî li Zanîngeha Selahedîn temam kiriye, sala 2007an beşa asayişa nîştimanî li Zanîngeha Nîştimanî ya Îraqê temam kiriye.

Di 10ê tîrmeha sala 2019an de bûye Wazîrê Navxwe di kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, di 6ê çiriya paşîn a sala 2022an de li Kongreya çardehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê  li bajarê Duhokê ji aliyê endamên Kongre ve wek endamê Komîteya Navendî hat hilbijartin. 

Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.