Jînenîgarî

Sala 1920an li gundê Ergoşê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, her du zimanên Kurdî û Erebî zanîbûne, şiyana xwendin û nivîsînê hebûye, sala 1962an li gundê Ergoş koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin.

Xebatname

Di 23ê Gulana 1947an de û piştî civîna berfireh a gundê Dirê û biryara çûna bo Yekîtiya Sovyetê li gel hêzê diçe, di 18ê Hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navneteweyî yê Îranê li gel Yekîtiya Sovyetê derbas bûye, piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek leşkeran ve pasewaniya wan dihat kirin û di warê xurek û kinc û hatûçûnê de wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin.

Piştî şeş mehan mayîn li Yekîtiya Sovyetê li gel sê kes ji hevalên xwe bi navên Xustî Sincoyê Xustî, Zêro Ezîz û Cem Elî Cem vegeriyane Başûrê Kurdistanê, ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bo dema sê salan hatine desteserkirin.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyari siyasi û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013an).
  3. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001an).
  4. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011an).
  5. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997an).
  6. Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyana çandî û civakî ya devera Mizûrî Bala, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2020an).
  7. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998an).
  8. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996an).
  9. Ehmed, Pîrmam, 1ê Mijdara 2018an.