Reşîd Elî Selîm Şêx Ferx, naskirî bi Reşîd Bêşûnî, sala 1936 li gundê Bêşûnî ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê jidayik bûye, rehên wan vedigerin ser malbata Şêx Ferxê Mezin, paşê hatine gundê Nahawend û dûre hatine gundê Bêşûn li Başûrê Kurdistanê. Sala 1932 malbata Reşîd Bêşûnî piştî nesko ya Şoreşa yekem a Barzan li gel malbata Barzan awareyî welatê Tirkiyeyê dibe, sala 1945 piştî nesko ya Şoreşa duyem a Barzan awareyî welatê Îranê dibe. Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê dibe, sereta li kampa Zêwe û dûre tê veguhastin bo bajarê Esfehan û di bin çavdêriyeke çڕ a Sawakê de li wî bajarî niştecih tê kirin. Du ji kurên wî bi navên Salih û Nezet şehîd in.

Sala 1959 piştî vegera Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê, Reşîd Bêşûnî peywendî bi Barzanî dike, sala 1961 piştî hilgirsa Şoreşa Eylûlê , peywendî bi hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dike û di şerên Şaneşa, Gerwa Bîrê, Xelaşêxî, Bêşûn û Kekle beşdarî dike û li hember pêşrewiya Artêşa Iraqê radiweste.

Sala 1962 yawerî serok Mistefa Barzanî dike bo deverên Raniye û Pişder û Silêmanî û Çwarta û Koye, paşê vedigerin Hîran û Nazenîn li qezaya Şeqlawe, li wir dest bi ser qişleya polîsên Nazenîn de digirin û çek û teqemeniyeke zêde bi dest wan dikeve, serok Mistefa Barzanî baweriyeke zêde pê tîne, lewra di sala 1962 li ser fermana Barzanî li gel hevalên xwe yên Pêşmergeyên din tê deşta Hewlêrê. Piştî ku Artêşa Iraqê bi hatina wan dizane êrîşî wan dike, ew jî li lofên Xanzad û Melaomer bi tundî bersiva êrîşê didin, di encamê de zirar û ziyaneke zêde digihînin Artêşa Iraqê.

Sala 1963 bi fermana serok Mistefa Barzanî li gel Pêşmergeyên din diçe devera Mêrgesor bo rêgirtin li pelamar û êrîşa Artêşa Iraqê, heman sal li çiyayê Pîrefatî yê qezaya Mêrgesor di dema bergirîkirinê de li hember pêşrewiya artêşê birîndar dibe. Di meha tîrmeha 1963 artêş bi şêweyekî berbelav dest bi êrîşkirina ser navçeyê dike, Reşîd Bêşûnî li Kolan Derî wek fermandeyê mihwer bergiriyeke bêwêne dike, piştî çendîn car êrîşkirin, Artêşa Iraqê bi napalmê tîzabkirî cihê wan bombebaran dike, di encama wê bombebarana dijwar de şeş ji Pêşmergeyên Reşîd Bêşûnî bi navên (Hek Berderî, Hemo Berderî, Ezo Kelokî, Osman Mehmûd Kekleyî, Ebdulrehman Pîranî û Hemîd Zêtî Gerdî) şehîd dibin û 12 Pêşmergeyên din û Reşîd Bêşûnî bi xwe jî bi dijwarî birîndar dibin, maweya 4 mehan li şikeftên Xele tewr û Bosî û Bijiyan ji aliyê Doktor Mehmûd Osman birînên wî tên derman kirin. Maweya 14 mehan birînên wî bi temamî saxrêj dibin, lewra ji aliyê Şêx Ehmedê Barzanî ve nasnavê Şehîdê Zindû lê tê danîn.

Sala 1966 piştî saxrêjbûna birînên xwe dûbare peywendî bi hêza Pêşmerge dikeve, di çendîn şerên mezin de beşdarî dike, sala 1970 heta 1975 bi fermana serok Mistefa Barzanî, tê kirin berpirsiyarê aliyê civakî yê navçeyên Bradost û Xwakurk û gundên sînorî yên Tirkiye û Îranê, bo çareserkirina kêşeyên civakî yên xelkê wan deveran.

Sala 1976 piştî hilgirsa Şoreşa Gulanê peywendî bi hêza Pêşmerge dike û tê kirin amirê batalyonê.

Sala 1979 piştî şoreşa Îranê, li ser daxwaza Îdrîs Barzanî Reşîd Bêşûnî bo navçeyên Rojhilatê Kurdistanê vedigere û li kampa Zêwe niştecih dibe.

Sala 1981 li gel çend hêzên din ên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bo encamdana çend çalakiyên partîzanî vedigerin Başûrê Kurdistanê û beşdarî çend şeran li navçeyên Qirnaqe û Pişt Aşhan û Şîremere li dijî Artêşa Iraqê dibe. Maweya çar mehan bi xwe û hêza xwe ve li wê deverê dimîne. Piştî encamdana çalakiyên partîzanî piştî maweya çar mehan vedigere Rojhilatê Kurdistanê, heman sal anku sala 1981 di şerekî dasepîyayî yê li ser Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Şino birîndar dibe û yek ji apên wî ku di heman demê de zava jî bû bi navê Husên şehîd dibe.

Sala 1983 li Alwetana Serdeştê bo cara duyem bi dijwarî birîndar dibe, heman sal bo encamdana çalakiyên partîzanî vedigere Başûrê Kurdistanê û devera Qendîl, li wir jî yek ji birayên wî bi navê Qasim Elî Selîm Şêx Ferx birîndar dibe. Sala 1985 di dema bombebarana kampa Zêwe ji aliyê firokeyên Artêşa Iraqê, yek ji hevserên wî û sê ji keçên wî şehîd dibin.

Sala 1987 bo encamdana çalakiyeke partîzanî diçe gundê Xelan li qezaya Mêrgesor, li ser pira Xelan kemînekê bo qafileyeke Artêşa Iraqê datînin û ziyaneke zêde digihînin qafileya artêşê û nêzîkî 70 serbazan dîl digirin. Sala 1988 beşdarî dastana navdar a Xwakurkê li dijî Artêşa Iraqê dibe.

Dûre bi sedema bandora birînên xwe dikeve ser cêgehê û bo wergirtina çareseriya pizîşkî tê şandin bo derwe, di 3ê tîrmeha sala 1988 di dema wergirtina çareseriya pizîşkî li welatê Tirkiyeyê koça dawî dike.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.